Di civatên paşdemayî da mirov hebûna xwe bi hebûna cemaatên xwe va girêdidin û xwe gor wê cemaatê tarif dikin. Jîyanek bê cemaat wek kêmsîyeke mezin dibînin, ji bo jîyana xwe ji xwe ra zu, an dereng, li cemaatek digerin…
Ji ber vê yekê pîvana rastî û xeletîyên wan jî gorî rewşa cemaatên wan tên guhartin. Ji bo wan heger tiştek ji cemaatê qebûl bibîne, rast e, nebîne xelet e. Endamên cemaatan carcaran di derheqê hinek tiştan da têkevin şikê jî, ji tirsa dûrketina cemaatê rastîyên xwe eşkere nakin, wan ji xwe ra vedişêrin û di dilê xwe da dihêlin. Hinek mirov jî hene ku, rastîyên wan ên şexsî bibin bela serê wan jî, ew dîsa jî wê rastîyê navêjin hundirê xwe û wan bi mirovên derdora xwe ra parve dikin. Sedemê zimandirêejîya xw, ew ji cemaatê tên avêtin û bi serê xwe tenê dimînin, lê histunek ji cemaatên xwe jî bi xwe ra dibin…
Ji bo vê yekê xwendin û nivîsandin jî ne şert e, hebûna mantiqek realist bi serê xwe tenê va bes e, wek realîstîya gundîyê me.
Gundê me jî wek gundên derdorê murîdên mala Şêx Seid Efendi bûn. Ji bo vê yekê kurê Sêx Seîd, Şêx Selahaddîn Efendi, kêmasî salê da carek li hemû gundê ku murîdê wan tê da dijîyan, digerîya û li her gundek şevek dibû mêvan. Biçûya kîjan gundî, wê şevê hemû mêrên gund li der dora wî dicivîyan, ew, bi waazên xwe bersiva pirsên gundîyan yên di derheqê olî da, dida. Heger di nav gundîyan da neyartîyek heba, wan li hev danî û pirsgirekên neyartîya wan çareser dikir.
Di hatinek wî ya gundê me da, Şêx Selehaddîn wek hertim dawîya waazê xwe de, „Bila xwedê dîn û imanê bide me, me hemûyan ji din û imanê dûr nexîne“ got û xeberdana xwe qedand. Pişt ra gundîyek, destûr ji Şêx xwest û daxwazek jê kir got; „Ez qurban, bila Xwedê me bê dîn û bê îman nehêle, lê belê dîn û iman a bê mal û milk jî tenê ne bes e, gere em daxwazên mal û milk jî ji Xwedê bikin.“
Ser vê gotinê, berîya Şêx hemû mirovên ku di cemaatê da rûniştibûn, ji cîhên xwe qilbûn û ser wî mirovî da qêrîyan. Bi saya Şêx ew ji destê gundîya filitî û bi kor û poşman berê xwe da mala xwe.
Piştî çûyîna Şêx ne kesî gotinên wî anî bîra xwe, nê jî wî erişên gundîyan anî ziman.
Hata ku çend sal şûnde, bi texmîna min, di pêncî salîya xwe da nexweşîya felçê lêxist û alîkî wî kişîya, dev û lêvê wî hinek xwar bûn û di jîyaneke kin de wefat kir.
Ew gotinên ku wî salan berê di meclîsa Şêx da anîbûn ziman, carek din di rojeva gundîyan da cîyê xwe girt.
Çiqwas sebebê nexwaşîya wî bihata zanînê jî, kesî wê rastîyê nedidît û nexwaşîya wî bi gotinên wî yên salan berê va girêdida.
Piştî mirina wî jî, ew ji gundîya xilas nebû. Li ser her gotinekî wî çîrokek hat gotin. Bi tiştên ku di derheqê nexwaşî û mirina wî da digotin, guhên mirovan dirêj dibûn.
Kingê bahsa dîn û îmanê bihata kirin, di wê cemaatê da kî heba, yekoyek derheqê wî mirovî da xeberdidan û dûr û dirêj diaxifîn. Carcaran gotinên wan jî hevdu nedigirtin, lê kesî ji gotinên kesî ra îtraz jî nedikir.
Tiştên ku li ser dibûn yek, kêmbûn, lê belê herf bi herf wek hev bûn.
Yeki digot; „Wî dîn û iman nedixast. Xêncî mal û milkên dinê çavê wî tiştekî din nedidît. Xewnê wî jî li ser mîhên qemer û beranên sor bûn. Berê qelbê wî reş bû, paşê hiş û aqil jê dûrket. Heger wusa neba di cemaatâ Şêx da dikaribû îtiraza dîn û imanê bikira.“
Yekî din dest pêdikir û digot; “Gotinên Şêx jî têr a wî nekir. Dawîyê da Xwedê dev û lêvê wî xwar kir, dîsa jî qelbê wî yê reş paqij nebû. Di emrekî kin de çû dinya wîyalî. Xwedê dizane ew nuha di sîtila qîr û qetranê de dişewite.“
Lê hemû gundîyan jî dizanibûn ku ev gotin û şiroveyên dihatin kirin ne rast bûn, hemû kesan bi van gotinên xwe va, serî da xwe, piştra jî miroven derdora xwe dixapand. Dîsa jî jîyana cemaatê bi wî awayî dimeşîya.
Rastî çi bû?
Rastî ew bû ku, dilê hemû gundîyan da jî imanek bê mal û bê milk zêde pere nedikir, lewra kesî wek wî mirovê ku di emreki kin da felcê lêxist û mir, realist ne bûn û daxwazên xwe jî rast e rast nedianîn ziman, ji ber ku murîdîtîya wan rê li ber daxwazên wan digirt…
15.04.2006
ikramoguz@navkurd.eu