Hilbijartinên Şaredarîyan û Partîyên Kurd…
Gor agahîyên çapemenîya Tirk, 26 partî têkilî hilbijartinên şaredarîyê dibin. Ji wan 3 partî û nîv partîyên Kurd, yên din jî partîyên Tirk in.
Çi qas navê wan bi Tirkî bin jî, BDP, Hak-Par û Huda-Par ji kurdan pêk tên û partîyên Kurd in. Partîya nîv Kurd jî HDP ye, ku nîvkurdîya wê jî ji hinek rêvebirên wê Tirk in. Endam û aligirên HDPê jî wek endam û alîgirên BDPê bi piranî ji kurdan pêk tên.
Ji partîyên Kurd ya ku li seranserî Kurdistanê têkilî hilbijartinê dibe BDP ye.
Huda-Par, qasî ku ez dizanim tene li hinek bajar û navçeyên Kurdistanê têkilî hilbijartinê dibe.
Hak-Par jî li Kurdistanê û li hinek bajarên Tirkîyê, ew bajarên ku Kurd tê da dijîn…
Partîya nîv-Kurd HDP jî tene li bajarên Tirkîyê…
Wek tê zanîn, di welateke demoqratîk da ji şert û şûrtên demoqrasîyê yek jî, hebûna partîyên sîyasî û hilbijartinên azad in. Heger li welatek partîyên siyasî û hilbijartinên azad tunebin, li wir qala demoqrasîyê jî nayê kirin.
Hilbijartin, qasî ku ji bo partîyên sîyasî girîng be, ewqas jî ji bo gel girîng e. Ji bo partîyên sîyasî azmûna serkeftinê, ji bo gel jî firsenda guhartina serhilatîyê ye.
Mixabin ji îro da xûya ye, ku bi vê hilbijartinê jî ne li Tirkîyê ne jî li Kurdistanê guhartineke sîyasî naqewime. Kemasî û xeletîyên wan hebin jî AKP li seranserî Tirkîyê, BDP jî li Kurdistanê hê bêlternatîf in.
Ew partîyên ku xwe wek alternatif bi nav dikin ne tiştekî nû dibêjin ne jî bi proje û programên nû derdikevin pêşberî gel. Partîyên Tirk bi kêmasîyên AKPê sîyasetê dikin, yên Kurd jî bi kêmasîyên BDPê…
Mixabin ji bo serkeftinê, nîşandayîna kêmasîyan û rexnekirin bi tena sere xwe ne bes in.
Hilbijartin ji bo partîyan azmûneke gring e, ji ber ku ew, bi bername û kadroyên xwe derdikevin pêşberî gel û ji wan îcazeta desthiilatdarîyê dixwazin. Ew partîyên ku gor raya gel bi ser dikevin, digihîjin armanca xwe û heta hilbijartineke din desthilatîya dewletê an jî ya şaredarîyê bi rêva dibin. Yên bi ser nakevin, ew jî gor encama hilbijartinê xwe ji nû va amade dikin û hata careke din muxalif dimînin.
Sedem vê yeke ye, ku mirov dikare bi hêsanî bibêje, di hemû hilbijartinan da du armancên partîyan hene.
Ji wan yek, bidestxistina desthilatîya dewletê ya jî ya şaredarîyê ye.
Ya duyem jî ew e, bidestxistina muxalefeteke xurt a li dijî desthilatdarîyê ye.
Ji bo herduyan jî piştevanî û raya gel pêwîst e, ku ew jî bi hêjmara dengan va tê kifşkirin.
Heger partîyek xwedî van her du armanca nebe, divê ne pêwîste ku xwe biwestîne û têkilî hilbijartinan bibe.
Nîşaneya serkeftinê qasî ku destxistina desthilatîye be, ew qas jî gor hilbijartinên derbasbûyî, girtina zedehîya dengan e., ku ew jî ji bo rojên pêş mizgînîya serkeftinê ye…
Sedem vê yeke ye ku AKP li Îzmirê xwedî şans nebe jî, ji bo zêdekirina dengan wezîrê xwe yê herî bin av û deng wek berendam nişan daye.
BDP jî li Ruhayê bi berendametîya Osman Baydemir va têkilî hilbijartinê dibe. Armanca BDPê jî ew e, ku heger şaredarîya Ruhayê bi dest nexe jî, bi saya Osman Baydemir dengen xwe zede dike û bi wî awayî dighîje armanca xwe ya duyemîn…
Partîyên bi hêz, bi hemû endam û rêvebirên xwe va ji bo van herdu armancên xwe dixebitin û ji bo wergirtina dengekî zêde mal bi mal digerin, têkilîyên xwe bi gel ra xurt dikin.
Partîyên bêhez jî ji îro da diben, “wele em hesabê dengan nakin, deng bi tena serê xwe nîşaneya serkeftinê jî nînin”.
Di derbarê van gotinên bêteşe da mirov dikare tenê vê yek ê bibêje…
Madem di hilbijartinan da hêjmara dengan tiştekî ne muhîme, gelo ya muhîm çî û çi ne?
19.02.2014