Hefteyek şûnda li seranserî Iraqê û Kurdistana Başûr hilbijartin çê dibe. Partîyên Kurd bi lîsteyek têkilî hilbijartinê dibin.
Ev yekitîya ku di navbera partîyên Kurd da hatîye saz kirin, ji alî hêmû kurdan va baş tê nirxandin û xewnên wan dide xemilandin.
Ev rewşa Kurdên Başûr, salan berê bo me hemuyan wek xewnek dûr bû, kesî xeyala wê jî nedikir. Deh sal berê navbera partîyên kurdan da şer û birakujî hebû, sedem şerê navxwe dile gelê Kurd wek mîna welatê wî parçe parçe bibû. Lê îro, dilê wan, bi Kurdên Başûr ra li Kerkukê, li Hewlêrê û li Silêmanîyê davê.
Bi têkilîyên partî û serokên Kurdistana Başûr va, pirsgirekeke ku di navbera du birayên pênaber da derbas bibû, anî bîra min.
Sal 1995 bû.
Li bajareki Almanya, di komelekî Kurdan da rasti du bira hatim. Herdu bira jî pênaber bûn. Birayê mezin duh sal berê pasaporta pênaberîyê histandibû. Birayê piçûk jî, şixulê wî hê ne qedîya bû, doza wî ya pênabertîyê didomîya. Dewleta Alman dixwest hê doza wî neqedîyaye, wî şûnda bîşîne. Sedem vê yekê birayê piçûk diçe ba abûkatê xwe û jê dixwaze ku ew jibo biryara dadgeha pênaberîyê îtiraz bike. Abûkatê wî jê ra dibêje:
– Biçe kopîya pasaporta birayê xwe yê mezin ji min ra bîne. Ezê wî ji dadgehê ra bişînim û bibêjim, ev herdu bira jî dê û bavek hatine dinê. Li gundekî da bi hev ra mezin bûne. Herdu jî ji ber tade û zilma dewleta Tirk revîyane û hatine. Madem ku hûn heqê pênaberîyê didin birayê mezin, gere hûn bidin yê piçuk jî.
Ser van gotinên abuqat birayê piçûk diçê ba birayê xwe û gotinên abûkatê xwe jê ra dubare dike û kopîya pasaporta wî jê dixwaze. Birayê mezin daxwaza yê piçûk nayne cîh, bi wê yekê jî nasekine, ji gotinên wî eciz dibe û ji mala xwe dike der.
Roja ku min herdu bira naskir, di komela ku em tê hatibûn ba hev, li ser yekitîya Kurdan civînek hatibû amadekirin. Ji bo wê yekê komelê da wek me gelek kesin din jî hebûn.
Civîn qedîya. Ji beşdarvanên civînê hinek çûn, hinekê jî li komelê da man û nêrînên xwe yên di derheqê civînê da bi hev ra parve dikirin. Nav wan kesan da herdu bira jî hebûn.
Birayê mezin bi rewşeke zanayî gilî û gazinê xwe ji serok û rêxistinên Kurd dikir û digot;
„Ew çima nayên ba hew û di navbera xwe da yekitîyek netewî saz nakin?
Ew çima li dijberî hev disekinin û dibin sebebê şerê birakujîyê? “
Berî vê sohbetê ew mesela ku di navbera wan da qewimî bû, min jî ji hinek kesên din bihîstibû. Ji bo wê yekê min weke bersiv ji birayê mezin ra got:
– Bira, gotinên te û daxwazên te baş in û di cîh dane. Lê di navbera serok û hêzên Kurda da bi taybetî di navbera Barzanî û Talabanî da parvakirina welatekî seranser heye. Lê di navbera te û birayê te da çi heye ku hûn nikarin du rûpel kaxizan bi hev ra parve bikin. Tu naxwazî kopîya pasaporta xwe bi birayê xwe ra parve bikî, çawa dikarî bi hêsanî dibêjî bila Barzanî û Talabanî Kurdistanê bê pirsgirek bi hev ra parve bikin.
– Birayê min mirovekî ser hişk ê. Min xwest bila hinek zahmetîyê bikşine ku bila qedr û qimeta tişta hîn bibe û ji serhişktîya xwe dûr keve, got pirsa min bersivand.
Ser gotinên wî ez gelek qahirîm û min jê ra got:
– Kîngê ku tu kopîya pasaporta xwe bidî birayê xwe, bawer bike wê demê Barzanî û Talabanî jî wê werin ba hev û pirsgirekên ku di navbera wan da henê, ewê wek bi birati hal bikin û bi yekitîyek xurt pirsgireka Kurdên Başûr çareser bikin.
Ji wê demê vir da deh sal derbas bû. Hê jî kîngê yekitî û biratîya Kurdan were holê, ew proplema ku di navbera herdu bira da qewimîbû, tê bîra min…
Hê jî nizanim, gelo birayê mezin alîkarîya birayê xwe kir an na.
Lê îro ez gelek kêfxweşim. Yekîtîya ku di navbera partîyên Kurd da pêk hatîye, roj bi roj xurttir dibe.
Ez bawerim Kurd di vê hilbijartinê da ne tenê di parlamena Kurdistanê da, ewê di parlamena Iraqê da jî bi hêzek xurt werin temsîlkirin.
Serkeftina wan ji bo Kurdên Başûr mizgînîya Kurdistaneke federal an jî serbixwe ye.
Ew, di parçeyên din da bibe sedemê xurtbûna bawerîya jibo azadî û aşitîyê.
23.01.2005