Di civatên negihîştî da sîyaset weke nexwaşîyeke bêderman e.
Carcaran bi gotinên sîyasetvanan, carcaran jî bi çepikên aligirên wan êşa vê nexwaşîyê gurr, an jî sivik dibe.
Carcaran wek bayê biharê ji alî qiblê da tê û mirovan ditevizîne, carcaran jî wek bayê havînê ji alî çîya û zozanan da tê, bêhna mirovan dertîne…
Bi destpêka pêvejoya hilbijartina heftê Hezîranê va bayê sîyasetê li Tirkîyê careke din gurr bû.
Toz û dûman li hev qelibî.
Fizildûman rabû.
Roja heftê Hezîranê ba sekinî.
Teq û reqa hilbijartinê qedîya.
Deng û bangên serok û hevserokên partîyan hatin birîn.
Sandoqên hilbijartinê vebûn.
Bi encama hilbijartinê va ne demoqrasîya Tirkîyê gavek pêşta çû, ne pirsgireka Kurd ji binîva çareser bû, nê jî biratîya gelan bi ser ket…
Di warê sîyaseta Tirkîyê da pêvajoyeke nedîyari derket hole.
Ev pêvajo bi çi awayî diqede û hukumeteke çawa saz dibe, ew jî, ji îro da ne dîyar e.
Jiber ku ne AKP dikare bi serê xwe tenê hukumeteke nû ava bike, ne jî her sê partîyên dijberî AKPê.
Di pêvajoya hilbijartinê da CHP, MHP û HDPê stratejîya xwe li ser dijbertîya serokatîya Erdogan û desthilatîya AKPê pêk anîbûn.
Ne xwedî plan û programên dûr û kûr bûn, ne jî jibo deshilatîya Tirkîyê xwe amade kiribûn.
Hemû gotin û gazinên wan li ser kirinên AKPê û serokatîya Erdogan bûn.
Berî hilbijartinê Kemalê Şeştîr digot; „Em Aksarayê di ser serê Erdogan da hildiweşînin!“
Dewletê Nijadperest digot; „Em kirinên Erdogan û hevalbendên wî di pozê wan da tînin!“
Selocan jî digot; „Em pêşî li serokatîya Erdogan digrin!“
Di vî warî da bi saya derbasbûna HDPê ya ji bendava hilbijartinê bi ser ketin.
HDP bi piştgirîya Gelê Kurd bi awayekî xurt bi ser ket, lê ji wî zêdetir CHP û MHP şabûn.
Biserketina HDPê, AKPê hêjmara desthilatîyê winda kir.
Xewna Erdogan a jibo serokatîyê, di nîvî da ma.
Lê piştî hilbijartinê, her sê serokên din jî îro ne dikarin bi hev ra gaveke din pêşta bavêjin, ne jî dikarin ji gotinên xwe şunda vegerin…
Kemalê Şeştîr, bi tîr û kevanê xwe ketîyê kemînê û xewna serokwezîrtîyê dibîne.
Mixabin jibo pêkhatina xewna wî piştkirîya Dewletê û Selocan lazim e.
Selocan Dewletê naxwaze, Dewlet jî biratîya wî qebûl nake.
Kemalê Şeştîr li pê xewna xwe ketîye, Dewlet jî berê xwe daye çîyê û li cengê digere.
Dewlet jibo deshilatîyê, şirîkatîya AKP, CHP û HDPê nîşan dide.
Selocan jî şirîkatîya AKPê û CHPê pêşnîyar dike…
Sê partî û sê serok.
Ne dikarin bibin yek, ne jî dikarin bimînin yek bi yek…
Bi hev ra bimeşin, aligirên wan qebûl nakin, bi AKPê ra bimeşîn, piştgirîyên wan dixeyîdin…
Jiber ku di rojeve HDPê da Dewlet cîh nagre, di rojeva CHP û MHPê da jî demokrasî, aşitî û biratîya gelan…
Ew sekinîne û ji dûr va li çavên hev dinêrin, AKP jî li devê Erdogan…
Erdogan jî wek gurê birîndar, berî hilbijartinê sê birînên wî hebûn, îro jî birînên wî bûne çar…
Bi van birînên xwe yên bêderman va, ne dikare bi Kurdan ra careke din bibe dost û yar, ne jî Aksaray lê dike star…
10.06.2015