Gotinek pêşîya ye.
Dibêjin:
„Mirovên Kerr nabihîsin, lê li hev tînin!“
Lê mixabin ev pirs ne tenê ji bo mirovên kerr hatîye gotin. Gelek kes hene ku guhê wan tiştên tên gotin bibhîsin jî, wan gotinan gor dil û mêjîyê xwe fêm dikin.
Wateya wan çiqwas ji hev cuda dibe bila bibe, ew gor fêmkirina xwe rastî û şaşîyê îddîa dikin.
Tu dibejî qey strana govendê a bi navê; „Çep lêxîn e, rast derîne“ ji bo van kesan hatîye gotin.
Tu dema qala demoqrasîyê bikî, ew dîktatorîyê fêm dikin.
Tu qala aştî û azadîyê bikî, ew şer fêm dikin.
Tu qala wekhevîyê bikî, ew kara bêrika xwe hesab dikin…
Tu qala zanayîyê bikî, ew xizanîyê fêm dikin…
Tu reş bêjî, ew dibên golika beş!..
Ew demoqrasîyê tenê ji bo xwe dixwazin, mafê tu kesi nasnakin. Dema ku firsend bikeve destê wan, wê gavê hata ku ji wan were ew dijbertîya aştî û wekhevîyê dikin…
Di luqata wan kesan da empatî cîh nagre, tu car xwe nakin şûna kesî û li kuleka xweya teng da li dinê û mirovatîyê dinêrin.
Ji ber vê yekê ye ku ne ji zanayîyê, ne jî ji mirovatîyê para xwe distînin.
Ev şaş bîhîstin û şaş dîtin jî, nexwaşîyeke civakî ye û dermanê wê jî kêm e.
Wek mîsal tê gotin;
Di dema Yewnan a Kevn da, Kurd û Yewnan cînarê hevdû bû ne. Jîyana gelê Yewnan bi demoqrasî û zanyarîyê dimeşe, ya Kurdan jî bi şert û şûrtên eşîrtîyê.
Gelê Yewnan Fîlozof û dibastanên xwe va tên zanîn, Kurd jî ba Axa û Cemaatên wan…
Rojek Fîlozfeke Yewnan ji şagirtên xwe ra dibêje;
„- Em û Kurd cînarên hev in. Lê belê ne em wan, ne jî ew me baş nas dikin.“
Şagirtek xwe weke qasid dişîne, jê ra dibêje, „here ba cînaren me, ji wan ra bêje bila ew rojek werin ser xeta sînor, em jî herin ba wan û xwe bi hev bidin nasîn.
Qasid diçe, daxwaza Fîlozof ji wan ra dibêje û şûnda vedigere.
Roj derbas dibin, dema hevdudîtinê tê.
Fîlozof û şagirtên xwe ji alîkî va, Axa û xulamên xwe jî ji alîki va li ser xeta sînor tên rextê hev.
Fîlozof bi serê xwe silavê dide, Axa jî wek wî bi serê xwe silava wî distîne.
Hinek li hev dinêrin, diaxifin, mixabin zimanê wan ji hev cûda ne, ne Axa gotinên Filozof fêm dike, ne jî Filozof gotinên Axa…
Fîlozof hêkek ji berika xwe dertîne û nîşanî Axa dide, axa b tenê serê xwe di ber xwe da dihejîne. Dû ra pîvazeke glover ji berika xwe derdixe û ravayê Fîlozof dide. Pişt ra pîvazê dide ser çoka xwe, kulmek li pîvazê dixe û dihincirîne. Wê gavê jî Fîlozof li şagirtên xwe dinêre û serê di ser xwe da dibe, tîne.
Hevdîtina wan bi vî awayi diqede. Her du alî berê xwe didin welatê xwe û bi rê dikevin.
Di rê da xulamên Axa hêka Fîlozof, şagirtên Fîlozof jî pîvaza Axa meraq dikin.
Ji Şagirtan yek ji Fîlozof dipirse;
„-Mamoste, me tu tişt ji vê hevdudîtinê fêm nekir. Te ji bo çi hêk nîşanî Axa da, Axa jî çima wek bersiva te pîvaz hincirand?“
Fîlozof;
„-Kurên min, mexseda min ev bû ku min ji Axa ra got, dinya glover e, lê ne weke gog, mîna şiklê hêkê elips e. Lê birastî min ew bersiva wan a bi zanyarî jî texmîn nedikir. Ew jî di alîyê zanyarî da gelek pêşta çûne û ji me kêm nema ne. Axa bi hincirandina pîvazê ji me ra got ku, raste dinya wek elîpsê glover ê, lê belê hundurê wî jî wek hundurê pîvazê qat bi qat e.
Alîyê din jî xulam ji Axa dipirsin;
„- Axa, Fîlozof ji bo çi hêk ji berika xwe derxist û ravayê te da, te ji bo çi pîvaz derxist û hincirand?“
Axa;
„- Xulamên min, kurê kerê ewqas rê hatîye, tenê hêkekî bi xwe ra anîye û ji min ra dibêje were em bi hev ra hêkê bixwin. Min jî bi hincirandina pîvazê jê ra got ku, hêk bê pîvaz nayê xwarin.
Hevdîtina wan a duyemîn jî heye, lê belê ne hewceye em drêj bikin.
Ev mîsal çiqwas ji bo Kurd û Yewnan hatibe gotinê jî, rastîya wê ne tenê ji bo Kurda ye. Li vir Kurd Rojhilata Navîn e, Yewnan jî Rojava yê.
Rojhilat, Kurd e, Tirk e, Ereb û Faris e
Rojava jî, Yewnan e, Fransiz e, Îngilîz û Alman e, europa ye.
Herkes gor dilê xwe dikarê navê wan biguherîne, lê encam yek e.
Ew dibêjin demoqrasî, em dibêjin tenê ji bo me!
Ew dibêjin aşitî û wekhevî, em dibêjin ne tenê ji bo we!
Gulan 2009