Roja 26ê Adarê min cara yekemin bu ku programa kek Latif Epözdemir, ya bi navê „Gulîstan“, di Yaşam Radyo yê da guhdarî kir.
Latif, berîya programê di sohbeta meya li ser internetê da ji min ra got ku ew sê sale vî programê amade dike û heftê da carek, roja bazarê û saat di 16.00 da tê weşandin…
Çawa ku soz dabu min, bi kilama Şakiro dest bi programa xwe kir û bi hunermenda hêja Şevinê ra domand.
Şevînê di serî da got, ew ne durî dengbêjtîyê ye û apê wî jî dengbêj e. Bi rastî ew gotina wî gelek bala min kişand. Lewra hunermendên kurd, bi taybetî yên jin xwe nêzîkî dengbêjtîyê nabînin, yên wek Şevînê hebin jî gelek kêm in.
Ji ber vê yekê min program ji seri hata dawîyê bi dil û can guhdarî kir. Di vê programê da hunermenda hêja Şevînê gelek stran gotin, ew stranên ku di albuma xwe ya nu da xwendibûn. Dawîya bernamê da hat xuyakirin ku bi rastî jî Şevîn ne ku tenê nêzîkî dengbêjtîyê ye, dengbêjekî sereke ye jî. Ji bo min wî dengbêjtîya xwe bi dengê xwe yê zelal û bi hêstirandina strana „Çîya Bilind e“ û bi strana „Eyşanê“ va, da ispatkirin. Her bijî hunermenda hêja…
Min dema ku Kilama Şakiro ya bi navê „Deran“ guhdarî kir, ez gelek kêfxweş bum. Bi kilamê ra çend sal şunda, ber bi welat çum.
Salan berê ne ku di radio û televizyonekî da, mirov di mala xwe da jî nikaribu gori dilê xwe kilamek Şakiro an jî kilamek bi zimanê kurdi guhdarî bikira. Lê îro di radyo û televîzyonan da kilam û stranên kurdî tên gotin, bernamên kurdî tên weşandin. Ev nîşana pêşveçuna me ya rojane ye.
Bi programa Gulîstan tiştek din jî hat bîra min, ew jî çend meh berê gotinên Kalemêrekî Diyarbekirî bu. Mirovekî di koçanên Diarbekirê da mikrofon dirêjê kesan dikir û ji wan pirsa weşana bi zimanê kurdî diprsî. Hinekan gilî û gazinên xwe ji bo kinbuna weşanan dikirin. Hinekan jî digotin „weşan bê wextin, di nîvê şevê da kî temeşe dike.“
Di nav wan da Kelemêrekî jî hebu, kêm axifî lê tesîra gotinên wî ji gulê jî zêdetir bu. Nuçevan dîsa mikrofona xwe dirêjî Kalemêrî kir û jê pirsî;
„Tu derheqê weşanên bi zimanê kurdî da çi difikirî?
Wexta, kinbun û dirêjbuna wî çawa dibînî?“
Kalemêr bi devekî ken û bi gotinên fîlozofî jê ra wuha got: „Kurê min ez ne kinbun û dirêjbuna weşanên bi zimanê kurdi û ne jî wexta wî min zêde eleqeder nake. Tiştê ku min eleqeder dike ewe kû, Deweleta Tirk bi salan hebuna me û zimanê me înkar kir. Lê îro di televîzyona wî da ew zimanê ku nedihat naskirin, tê axaftin. Ev tenê ji bo min bes e û hejayî her tiştî ye.“
Hinek xebat hene ku zêde nayên dîtin. Mesela xebatên di warê çand û huner, yan jî di warê ziman da tên kirin, pirî caran di rojname û kovaran da zêde cîh nagrin. Lê ev xebat çiqwas piçuk bin jî kara wan ji gelek xebatên din zêdetirin.
Di salên dawî da guhartinê ku cêbûn, jîyana me ya rojane da yek û yek neyên dîtin jî ew guhartin gelek girîngin. Ji bo vê yekê ez wek Kalemêrê Dîyarbekirî nabêjim ev ji bo me bes in. Lê ez dikarim bêjim, ev guhartinên rojane, ji îro va tên xuyakirin ku ew dibin bingehên azadbun û serxebuna me.
Wek kilama ku hunermenda hêja Şevînê di dawîya programê da got, „wan hata niha me avêtin zîndanan, me firotin neyaran, me kuştin, cesedê me avêtîn newelan.“
Lê iro em li ser kokê xwe ji nu va hêşîn dibin. Bi çand û hunerên xwe, bi klam û stranên xwe, bi zimanên xwe yên şêrîn himê jîyanek nu davêjin.
Jiyanek bi rumet…
26.04.2006