Nêzîka salek û nîv e Şerafattin Elçî, M. Ali Eren, Îbrahim Aksoy, M.Emin Sever û hinek Kurdên din, Kurdên bi nav û deng, ji bo damezrandina partîyeke legal dixebitîn.
Ew, roja 7-8 Tirmehê li paytextê Tirkîyê, li Otela Hilton bi nezîkî 400 kesî va civîyan. Di civînê da xwe wek bi navê Gruba Kurdên Azad bi nav kirin û bi pirranîya beşdarvanan, biryara damezrandina partiyeke legal giritin.
Piştî civînê Şerafettîn Elçî, li ser navê Gruba Kurdên Azad, ji bo çapemenîyê daxuyanîyek xwend û ji bo damezrandina partîyeke legal biryara civînê da hatibu girtin, eşkere kir.
Gor agahdarîya Elçî, partîya ku dixwazin damezrînin;
- Ji yekitîya Tirkîyê ra rêzdar e.
- Li Tirkîyê, çareserkirina pirsa Kurdî bi sîstemeke federal mimkün dibîne û ji bo wê dixebite.
- Kurdên li dervayî Tirkîyê wek bira dibîne û bi wan ra têkîlyên dostane datîne.
- Dijbertîya tu grubek Kurd nake û xebata xwe bi warekî demoqratîk didomîne.
Bi rastî ne hewceye ku Kurd rêzdarîya xwe ya ji bo yekitîya Tirkîyê bi eşkere bînin ziman, yekitîya Tirkîyê bi warekî federali jî be.
Li Tirkîyê bi eşkere xwestinâ federalizmê ji bo Kurdan daxwazekî baş e, lê belê ji bo realîzekirinê, xwestin jî tenê ne bes e, lewra li Tirkîyê Kurd bi warekî demoqratîk ne dikarin bibin îqtidar, ne jî bi serê xwe tenê dikarin sîstema Tirkîyê ya uniter ji binî va biguherînin.
Herdu daxwazên din girêdayî hevin, heger bi Kurdên Tirkîyê ra têkilîyek biratî pêk nebe, armanca ji bo têkilîyên bi Kurdên dervayî Tirkîyê ra jî bê qîmet e.
Ji ber vê yekê gerê herkes gorî rastîya xwe kar bike û li ser hîmê rastîya xwe va bimeşe. Mesela dijbertîya li dijî DTP’ê dibe ku DTP’ê qels bike, lê qelsbûna wan ne dibe sedemê xurtbûna Gruba Kurdên Aza ne jî dibê xurtbûna Kurdên li Tirkîyê.
Lê ji daxwazên Gruba Kurdên Azad zêdetir navên wan, navekî nû ye. Azadî û demoqrasî daxwazên hemû Kurdan e, lê belê hata nuha kesî xwe wek “Kurdên Azad“ bi nav nekir. Ji bo vê yekê navên wan ên Kurdî li min pir xweş hat.
Kurdên Azad, yanê Kurdên Serbixwe.
Çima ev nav li min xweş tê?
Gor bawerîya min, heger mirovek azad nefikire û gor fikra xwe tevnegere, ne dikare xwe, ne jî civata xwe azad bike.
Lê ji bo serkeftina partîyek navêkî xweş û naverokek baş ji tenê ne bes in. Hata nuha gelek caran bi navên azad û demoqrat sazî û rêxistin ava bûn, azadî û demoqratî ya wan jî tenê bi navê wan va ma.
Mesela Partîya Keda Gel, Partiya Demoqrasî, Partîya Heq û Mafên Azad…
Ev hemû nav jî gelek xweş bûn û di naveroka wan da jî tu tiştên xirab tunebûn. Lê belê, ji wan hinek bûn dîrok, ew ên manê jî bê tesîrin û ji îro va hatine ji bîr kirin…
Tecrûbeyên hata nuha jî ravayê me hemûyan dide ku, ji bo têkilîyên xurt, xêncî navekî xweş û gotinên rast, di şertên îroyin da berê pere, piştra jî xebateke dirust, bi hêz û hevdem lazim e.
Tê xuyakirin ku di nav vê grubê da mirovên dewlemend hene, lê şertê duduyan ewê çawa bînin cîh, hê ne xuya ye.
Lê ez dikarim bêjim, ji nuha da du kêmasîyên wan tên xuyakirin.
Ya yekemin, alîyê wan ên qels, Kurdên Azad grubêk bê jîn û bê ciwan in. Ev jî ji bo xurtbûna wan kêmasîyeke mezin e…
Ya duyemîn jî, navên wan ê Tirkî ye. „Hür Kürtler Grubu“, ev nav çiqwas wan izah bike jî di nav Kurda da zêde cîh nagre.
Ji ber ku pirranîya Kurdên Bakûr nikarin pirsa „Hür“ î bi hêsanî telafuz bikin. Sedem wê yekê eger ew navê partîya xwe Hür Kürtler Partisi lêkin, ewê ji serîda wunda bikin.
14.07.2006
ikramoguz@navkurd.eu