Îro 63 roj e girtîyên Kurd di greva birçîbûnê da ne.
Belê, ne 63 deqe ya jî 63 saet, îro tam 63 roj diqede…
Bi awayekî din, du meh û sê roj.
Gelo kî dikare cîhê bila bê sebep 63 saeta bê xwarin bimîne.
Mirovên oldar di meha rocîyê da tenê 12 saetan ji xwerin û vexwarinê dûr disekinin, ku nîvê wê jî di xewê da derbas dikin.
Serokwezîr Tirk Erdoxan û mirovên derdora wî jî, xêncî meha rocîyê ne birçî ma ne, ne jî ji halê birçîyan hayîdar in…
Lê girtîyên Kurd, ew îro 63 roj e tî û birçî ne û saet bi saet, xulek bi xulek ber bi mirinê diçin…
Ji bo bikaranîna zimanên xwe yên zikmakî…
Hemû rêvebirên dewletê kerr û lal in.
Xêncî Erdoxan ti kes dengê xwe dernaxe û hemû li devê Erdoxan mêze dikin.
Serokwezîrê Tirk Erdoxan jî, çi gotinên ku ji mirov û mirovatîyê dûrtir hene, wan yekoyek li pê hev rêz dike û diaxife.
Ne daxwazên girtîyan dibihîse ne jî gor şert û mercên mirovahîyê tevdigere. Ji ber ku ew serokwezîrê dewleta dagirker e û dewleta xwe diparêze. Ew dewleta ku bi dehan caran xwîna kurdan rijandîye û hê jî dirijîne…
Erdoxan jî îro, wek selefên xwe, ne ku tenê girtîyên di greva birçîbunê da, ew hemû kurdan ji xwe û dewleta xwe ra neyar dibîne û carcaran bi bîr û bawerîyên wan ra, carcaran jî bi daxwazên wan ra dilîze…
Lêbelê Kurd jî bi hinek kirin û kiryarên xwe yên sosret va karê Erdoxan sivik dikin. Wek mînak, hevserok û mebusên BDPê ji bo rawestandina greva birçîbunê dest ji dîtina rê û rêbazan berdane û bi Erdoxan ra ketine rikê. Erdoxan tiştekî dibêje, ew bersiva wî, ew tiştekî dibêjin Erdoxan jî bersiva wan bi tundî dide û rojevî duguherîne.
Ew jî wek gelek kesên ji dûr va li vê mijarê dinirxînin û ji dûr va mêranî û mêrxasîyê dikin. Peywira xwe ya bingehîn danîne alîkî û bi hinek karên vala ra dema xwe derbas dikin. Kursîyê parlamentoyê ji Erdoxan û hevalên wî ra hîştine, wek xortên 15 salî, di kûçe û kolanên bajaran da, bi polês û notirvanan ra dilîzin. Kulm û şîrmaqan davêjin hev û ser û guhê hev diqelêşînin.
Ger ku dibêjin bi kulm û şirmaqan va mesele hal dibe, wê gavê ez jî ji wan ra dibêjim, bila ew kulm û şîrmaqên xwe ji Erdoxan û Naîm Şahîn ra bihêlin…
Di vê pirsgirekê da tişteke din jî bala min dikşîne, ku ew jî, hinek gotin û nivîsên kurdên piştgirek in. Girtîyên di grevê da ji bo bikaranîna zimanê zikmakî ber bi mirinê diçin, hinek kurdên piştgirek jî zimanê xwe yên zikmakî dane alîkî û bi zimanê dîya Erdoxan piştgirîya wan dikin.
Wek tê zanîn sê daxwazên girtîyan hene, ji wan yek ji bo rabûna tecrîda li ser Ocalan, herdu şertên din jî ji bo bikaranîna zimanê zikmakî ne.
Bi hezaran girtîyên Kurd di heps û zîndanan da ji bo bikaranîna zimanê xwe yên zikmakî li ber mirinê raza ne, lê piranîya rewşenbîr(!), sîyasetmedar, nivîskar û rojnamevanên Kurd jî piştgirîya xwe ya bi wan ra, bi zimanê Erdoxan tînin cîh.
Nîyet û armanca piştgiran çi dibe bila bibe, ew xwe bi çi awayî bi nav dikin bila bikin, ew bi zimanTirkbûna xwe ji girtî û daxwazên girtîyan dûr dikevin û nêzîkî Erdoxan dibin…
Wek mînak, heger ji destpêka greva birçîbunê va, hevserok û mebûsên BDPê di parlamentoyê da…
Memûr û mamosteyên Kurd di daîre û dibistanan da…
Bazirgan û karmendên Kurd di bazar û karxanan da…
Rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd di civatên giregiran da…
Rojnamevan û nivîskarên Kurd di kovar û rojnameyan da…
Xort û keçên Kurd jî di kuçe û kolanan da dest ji zimanê Tirkî berdabana û tênê Kurdî bi kar banîbana, greva birçîbunê îro negihîşta encama xwe jî Erdoxan çavê xwe nedigirt û bi vî awayî nediaxifî.
Mele Abdulahê Tîmoqî, hefteyekî berê bala vê yekê kiştandibû û di facêbookê da hevokek parvekiribu.
„Bi sedan însan 56 roj in ji bo zimanê kurdî xwe birçî dihêlin, ji kerema xwe hûn jî 56 rojan xwe bê tirkî bihêlin!“
Ez jî îro bang li kurdan dikim û dibêjim, rewşenbîr û nîvîskarno, sîyasetmedar û ronakbîrno, ji dûr va mêranî û mêrxasîyê nekin û ji xwe ra li ser laşê kesî welatek ava nekin.
Ger ku hûn jî li zimanê xwe xwedî derdikevin bêdeng nemînin, piştgirîyê bidin daxwazên girtîyan. Dev ji slogan û aqilbendîyê berdin, piştgirîya xwe, wek daxwaza wan, bi Kurdî bikin…
Ji bo vê yekê he jî ne dereng e!..
13.11.2012