Di nav sîyaseta Kurd ya îroyîn da Leyla Zana serok û hevserok nebe jî, figureke gelek girîng e. Qasî ku di nav Kurdan da tê nasîn, ewqas li dervayî welat jî tê naskirin.
Ji alî rêvebirên dewletên Ewropî Leyla Zana wek semboleke sîyaseta Kurd tê qebûlkirin.
Sedem wê yekê ye, ku gotinên wê di nav kurdan da zêde neyên nirxandin jî, Tirk ji gotin wê dûr disekinin.
Ji ber ku Leyla Zana, di warê sîyasetê da wek paşnavê xwe xanimeke zana û xwedi tecrûbe ye. Têkilîyên wê bi gel ra xurt e, ji daxwaz û êş û jana gel hayîdar e.
Kîngê çi bibêje, ya jî çi bike, ji berê da dipîve û gor zanîn û tecrûbeyên xwe diaxife û gavên xwe davêje.
Gotin û kiryarên wê carcaran dijberî hevdu bin jî, di navbera wan da sedemîtîyek he ye. Ew gor şert û mercên guhêrbar li civatê û pirsgirekên civatê dinihêre, di rewşa cıvatê tevdigere.
Gor nêrîna min Leyla Zana piştî derketina ji zîndanê sê caran bi gotinên xwe yên balkêş di rojeva Kurd û Tirkan da cîh girt. Mixabin, her sê caran jî ji alî hemû kurdan va rast nehat fahmkirin, berevajî bi gotinên tuj û tund va hat rexnekirin.
Cara yekemîn di Newroza sala 2007an da li Amedê axifî û got; „sê serok û rêberên kurdan hene, ji wan yek Talabani, yek Barzanî yek jî Ocalan e.“
Sedem van gotinên wê dewleta Tirk di derheqê wê da dawe vekir û di encamê da du sal cezayê hapsê hat cezakirin.
Lêbelê Kurd jî ji dewletê şûnda neman. Wan jî ji du alîyan va ew rexnekirin. Li alîkî Kurdên derdora PKKê, ji navê Talabanî û Barzanî nerazîbûna xwe dianîn ziman û digotin; „ev fikrên Leyla yê şexsîne û di vî warî da nêrînên me ne wusa ne“.
Li alîyê din jî, yên ku xwe serok û rêber dihesibandin û navên xwe di nav gotinên Zana da nedidîtin, wan jî bi awayek din Leyla Zana rexne dikirin û digotin; „mexseda wê Talabanî û Barzanî nebû, Leylayê bi navê wan ra seroktîya Ocalan kir“.
Mirov ji wê rojê vir da li gotin û kiryarên Zana binêre, dibîne ku ew, rexneyên ku di derheqê wê da ji du alîyan va hatibûn kirin, ji binî va pûç derketin. Ew îro jî li pişt wan gotinên xwe disekine û gor wan gotinên xwe jî gavên xwe diavêje…
Cara duyem jî dîsa di axaftinek xwe da wiha dibêje; „di şertên îroyîn de çek sigorta kurdan e, bila bê sebeb neyên berdan“.
Bi van gotinên xwe jî Leyla Zana carek din dîsa ji du alî va hat rexnekirin.
Îjar jî yên wê rexne dikirin, Serokwezîrê Tirk Erdoxan û kurdên aştîxwaz bûn…
Erdoxan jibo van gotinên Zana digot; „madem wusa ye, çi karê wê li parlamentoyê he ye, bila ew dest ji wan karê xwe berde û berê xwe bide çîyê“.
Kurdên aştîxwaz jî digotin; „Leyla ji bo postên bilind ji çekdaran zêdetir pesnê çekdarîyê dike…“
Zana çend meh berê jî di hevpeyvînek xwe da digot; „Erdoxan bixwaze dikare pirsa gelê Kurd çareser bike. Ji bo vê yekê ez xwedî bawer im û vî bawerîya xwe jî wenda nakim. Kurdên di nav BDPê da ji bo gelê Kurd dixebitin û ji bo destxistina mafên kurdan tekoşînê dikin, lê mixabin di hestên xwe da Kurd nînin. Kurdên di nav AKPê da dixebitin, di hestên xwe da Kurd, lê ji bo Kurdan tiştekî nakin.“
Jibo van gotinên wê, yên ku salek berê Zana rexne dikirin, kêfxweşîya xwe anîn ziman, yên ku salek berê bi gotinên wê kêfxweş bibûn, wan jî ew rexne dikirin. Serokwezîrê Tirk Erdoxan digot, „heger Leyla Xan bixwaze, em dikarin werin ba hew û bi hev ra dan û standinê bikin“.
Serokwezîrê ku salek berê rîya çîyê nîşanî Zana dida, jibo van gotinên wê yên nû kêfxweşîya xwe dianî ziman û Zana bi fermî dawet dikir.
Piştî wê dawetê, Erdoxan di koşka wezaretê da bi Zana ra hat ba hev û bi Zana ra dûr û dirêj guftugo kir.
Kurdên aştîxwaz jî bi awayekî din kêfxweşîya xwe nîşan didan û digotin; „Leyla jî wek me, BDPê û rêvebirên BDPê Kurd nabîne û hêdî hêdî ji wan dur dikeve.“
Kurdên derdora PKKê û BDPê jî Leyla Zana carek din dîsa rexne dikirin û digotin; „ew gotinên wê yên şexsîne û gotinên ne rastin“.
Di dema greva birçîbunê da jî Leyla Zana ferqa xwe nişanî hemu kesan da û carek din dîsa gor şert û mercên nû gav avêt.
Wekîl û rêvebirên BDPê, karên ku ji wan dihat hêvîkirin danîn alîkî û bi piranî ketin nav kûçe û kolanan, bi polês û notirvanan ra çavçirtonek lîstîn.
Leyla Zana jî li parlamena Tirk rûnişt û carek din adrêsa çareserîyê bi zanayî nîşan da û gor rastîya xwe, bi serê xwe tenê gav avêt…
Çend roj berê jî di Kongira Navnetewî da, kongra ku li paytexta Belcîka Brukselê lidarketibû, axifî. Di axaftina xwe da Zana, Kongra Navnetewî ji bo çareserkirina doza Kurd pêşketineke mezin rava dida û wiha digot; „Gelê Kurd ji ber politîkayên Tirkan gelek êş dîtin, lê em îro pêwîst dibînin ku di navbera Kurd û Tirkan da, girêdanên jiyana hevbeş bi hêz bikin.“
Dibe ku hinek kes van gotinên wê jî rexne bikin. Lê ez di van gotinên wê yê dawîyê da işareta gavên nû dibînim, ew gavên ku ji alî hukumet û PKKê va tên avêtin.
Ev gotinên wê û gotinên hinek wekîl û rêvebirên BDPê wek hev bin jî, di navbera wan da ferqek gelek mezin he ye.
Ew jî, Leyla Zana qasî ku di varê kurdayetîyê da nêzikî wan be, di warê kemalîzmê da jî ew qas ji wan dur e.
Ji ber ku navê wê Leyla…
Di hestên wê da jî kurdayetî he ye…
09.12.2012