Roja Aştîyê ya Cîhanê…
Li Kurd û Tirkan binêrî 1’ê Îlonê, li Miletên Yekbûyî jî binêrî 21’ê Îlonê ye. Kurd û Tirk 1’ê Îlonê, MY jî 21’ê Îlonê pîroz dike. Nê Miletên Yekbûyî ji bo dinyayek bê şer û bê xwîn dixebite, ne jî Kurd û Tirk bi dil û can aşitîyê dixwazin.
Qasî ku tê bîra min, kîngê meha Tebaxê diqedîya û meha Îlonê destpêdikir li gelek deverên dinê çalakî dihatin lidarxistin.
Bi taybetî karker û xebatkar roja 1’ê Îlonê derdiketin kûçe û kolanan, bi alên rengareng dimeşîyan, ji bo dinyayek bê şer û bê xwîn diqêrîyan, bi sloganan daxwazên xwe danîn ziman.
Piştî hilweşandina Sovyetê ev çalakî jî sal bi sal kêm bûn, roja yekê Îlonê jî hêdî hêdî hate ji bîrkirin.
Ji ber ku piştî Şerê Cîhanê yê duyemîn ev roj ji alî dewletên sosyalîst wek roja Aştîyê ya Cîhanê hate îlankirin û berê li welatên sosyalîst, du ra jî ji alî hêz û partîyên çep li welatên din hate pîrozkirin.
Ji salên 90’î vir da li rû dinê ne welatek sosyalîst, ne jî hêz û partîyên di rêça wan da diçûn man…
Ew welatên ku bi salan xwe sosyalîst bi nav dikrin, di rojekî da guherîn, navên nû li xwe kirin. Pişt ra jî ne aşitî, ne jî wekhevî û mirovatî hate bîra wan. Ew jî wek welatên kapîtalîst li pê menfaatên xwe çûn. Pirranîya wan welatan jî bi dîktator û zulimkaran ra şirîgtayîyê dikin û bi wan ra radibin û rûdinên…
Ne li aşitîyê xwedî derdikevîn ne jî roja ku ji bo aşitîyê îlankiribûn tê bîra wan…
Roja Aşitîyê jî wek gelek tiştên din tenê ji çepê Kurd û Tirkan ra mîrat ma…
Xêncî wan ne kes vê rojê ji bîr tine, ne jî li derekî tê pîrozkirin.
Bi rastî ew jî wek gelek tiştên din li wê mîratê jî baş xwedî derdikevin û li ser serê xwe digerînin.
Wek salên berê, ew îro jî derdikevin kûçe û kolanan, ji bo aşitî û wekhevîyê dimeşin û şûna hemû cîhanê da vê rojê pîroz dikin…
Bi sloganên şer û şervantîyê…
Kurd li alîkî aşitîyê dixwazin, li alîyê din jî pesnê şer û şervantîyê dikin.
Çepên Tirk jî salê da rojek dinyayek bê şer û bê xwîn dixwazin, lê 365 rojan jî li kîderê diktatorek û xwinmijek hebe li wî xwedî derdikevin û piştgirîya wî dikin…
Sedem wê yekê ye ku ez bi xwe ne ji şervantîya wan, ne jî ji aştîxwazîya wan tu tiştekî fêm nakim.
Aştîxwazîya wan jî wek ya Milletên Yekbûyî ye. Miletê Yekbuyî jî ji sala 2001’î vir da roja 21’ê Îlonê wek Roja Aşitîyê ya Cîhanê pîroz dike.
Mixabin hemû rojên din jî li kîderê, an jî di navbera kê da şer derkeve, li devê 5 dewletên mezin dinihêre û ew çi bîbêjin, gor gotinên wan kar dike…
Hata ku Kurd û Tirk bi sloganên şervantîyê bimeşin, Miletên Yekbûyî jî li devê 5 dewletê mezin binêre, li dinê ne şer diqede, ne jî aşitî tê!..
01.09.2013
ikramoguz@navkurd.eu