Ertugrul Özkök çend roj berê di rojnama Hurriyetê da nivîsandibu ku, di merasima cenazeyê karîkaturîstê tirk Semîh Balcioxlu de Yaşar Kemal û Dogu Perînçek minaqeşe kirine. Sebebê munaqeşeya wan kurdîtiya Yaşar Kemal bû ye.
Gor nivîsa Ertugrul Özkök, Perînçek ji Yaşar Kemal ra gotîye, ”Tu çima li her derê dibêjî ez Kurd im. Tu nivîskarekî Tirkî, kurdayetîya te ji ku tê?!”
Yaşar Kemal jî wî bersivandîye û jê ra gotîye: “Ez Kurd im. Kurdayetîya min jî ji dayîkbûna min vir da tê. Zimanê min ê zikmakî jî Kurdî ye.”
Lê Perînçek dîsa israr dike û dibêje “Tu dibêjî zimanê min ê zikmakî Kurdî ye, lê tu nikarî romanekê bi Kurdî binivîsî.”
Munaqaşa wan wusa domîya ye.
Ev munaqeşaya ku di navbera Yaşar Kemal û Perînçek da derbas bûye, ji alî gelek kurdan va hate rexnekirin. Ji wan yên ku bi Tirkî hatibûn nivîsandinê zêde bala min kişandin û ez bi wan rexneyan va qasî gotinên Perînçek eciz bûm. Ecizbûna min ne ku ji naveroka munaqeşeyê, bi karanîna zimanê rexneyên rexnevanan bû. Wan bi argumanên Perînçek bersiv didan Perînçek.
Di derheqê Yaşar Kemal de çiqwas neheq be jî, ji bo ku rewşa em tê da, Perînçek ji binîva neheq nîne. Di gotinên wî da çiqwas dijwartî he be jî, lê di bingeha gotinên wî da rastîyek jî he ye.
Şertê ku Yaşar Kemal tê da mezin bûn û dest bi nivîsê kir ne wek îro bûn. Berî her tiştî hebûna Kurda dihat înkar kirin, zimanê Kurdî nedihat nasîn, bîlakîs li ser ziman û çand û hunera kurdî da zordarîyek gelek mezin hebû.
Ji ber vê yekê jî mirov dikare Yaşar Kemal û niviskarên esilkurd yen bi tirkî nivîsandine, fêm bike, ku wan çima bi Kurdî pirtûkên xwe nenivîsandine. Sedem wê yekê, gotinên ku Perînçek derheqê Yaşar Kemal de dibeje, ji niyeta wî ya xirab tê, ne ku ji nezantîya wî.
Lê îro, şertên ku Kurd têda, ne wek salên 50’î û 60’î ne. Ji bo azadîya gelê Kurd, di pêşerojê da hê gelek gavên werin avêtin, hene, lê belê hebûna gelê Kurd û zimanê wî îro wek salên borî nayên inkar kirin. Ji bo nivîsandin û xwendina bi zimanê Kurdi tu bahaneyek jî nema ye. Ne ku li dervayî welat, li Kurdistanê jî, kî bixwaze gor îmkanên xwe pirtûk, kovar û rojnameyên bi Kurdî dikare bikire û bixwîne. Ji bo van kovar û rojnameyan dikare bi Kurdî jî binivsîne.
Ji ber vê yekê ye ku, Kurdên ji Perînçek diqahirin, bila berê li xwe binihêrin û pişt ra rexneyên xwe bikin.
Ne rexneyên bi zimanê Tirkî, ne jî daxwazên ji bo nivîsandina Kurdî li Yaşar Kemal tên kirin, ji gotinên Perînçek û yên wek wî ra nabin bersiv.
Ji îro ve şûnda Yaşar Kemal û nivîskarên esilkurdên bi Tirkî dinivsînin, dest bi nivîsandina Kurdî bikin, ne xirabe, lê ji bo kêmasîyên Kurdan, tenê ne bes in.
Kîngê, mirovên ku xwe weke Kurd dihesibînin, bi kêmasî di malên xwe û di civatê da bi zar û zêçên xwe ra, bi heval û hogirên xwe ra Kurdî biaxifin;
Kîngê, nivîskar û rojnamevanên ku li kurdayetîya xwe xwedî derdikevin, qasî ku bi Tirkî dixwînin û dinivîsînin, ewqas jî bi zimanê xwe yên zikmaki, yanê bi zimanê Kurdî bixwînin û binivsînin;
Kîngê komel û hêz û rêxistinên ku doza Kurd û Kurdistanê dikin, daw û doza xwe bi zimanê xwe bidomînin;
Kîngê ku Kurd xewnê xwe bi Kurdî bibînin û evînîyên xwe bi Kurdî binin ziman, wê demê bersiva Perînçek û hevalbendên wî jî tên dayîn…
Bersiv û rexneyên bi Tirkî, tenê çîrok û virok in…
16.11.2006
ikramoguz@navkurd.eu