Ji Kurdên Bakûr gelek kes hene ku dîroka dinê ser û bin dikin, diroka mirovatîyê bi ezber tînin ziman, lê ji diroka gelê xwe hê ne hayîdar in.
Navê dê û bavên serokên bîyanî yekoyek dizanin û çîrokên wan bi saetan tînin ziman, lê navê kal û pîrên wan nayên bîra wan.
Navê dostên Castro û dilketîyên Che Guwera wek navê xwe dizanin, lê Qadi Mihemed û Qasimlo jî nasnakin…
Di bin idareya Baxçelî, Axar, Baykal û Erdoxan da dijîn, lê jîyana di bi serokatîya Barzanî û Talabanî ji xwe ra wek kemasi dihesibînin.
Sedem şal û şepikê wî, Barzanî mirovek „paşverû“, yekî wek Erdoxan û Sezer jî pêşverû dinirxînin…
Talabanî, sîyasetnamekî „sîmsar“, yekî wek Demirel jî sîyasetwanekî aqilmend bi nav dikin.
Ne ku tenê di alî sîyasetê da, Kurdên Bakûr di warê edebîyatê da jî wusa nin.
Hemû şiîrê ku Mayakowskî, Paplo Neruda û Nazim Hikmet nivîsandine, rêzbirêz ezbere dixwînin, xêncî Memû Zîn’ê navê pirtûkekî Ehmedê Xanê nizanin.
Bi van kirin û gotinên xwe jî nasekinin, li ser ferqa Kurdên Bakûr û Kurdên Başûr bi rojan diaxifin û teorîyên nû icat dikin.
Ez jî ji teorîyên wanên nû ra tişteki nabêjim, lê tiştê ku ez dizanim ewin ku di navbera Kurdên Bakûr û Başûr da zêde ferq nîne, yek tiştek heye, ew jî:
Kurdên Başûr çiqwas Kurd in, yên Bakûr jî ewqas ji kurd û kurdayetîyê dûr in…
Gelo çima?
Kurdên Başûr bi jîyana xwe va kurd in.
Bi şal û şepikên xwe va kurd in.
Bi zimanê xwe va kurd in.
Bi ruhên xwe va kurd in.
Lê Kurdên Bakûr?
Ew bi jiyana xwe va tevlihev in.
Bi zimanê xwe va Tirk in.
Bi ruhên xwe va enternasyonalist in.
Bi sîyaseta xwe va jî sosyalist û ne welatparêz in.
Ji ber wê yeke ye ku Kurdên Başûr îro azad û serbest, yên Bakûr jî hê bindest in.
Kurdên Başûr xwedî ax û dewlet, yên Bakûr jî hê koçber û bê rûmet in.
Kurdên Başûr di dinê da xwedî dost û heval, Kurdên Bakûr îro jî hê di nav xwe û di nav dinê da xwedî neyar in.
16.10.2009