Gelo ferqa Kurd û Tirkan çî ye?
Gor Tirkên Kemalîst, Kurd xulam, Tirk jî efendi ne…
Gor Kurdên Kemalîst, Kurd û Tirk xal û xarzîne…
Gor Tirkên dîndar, Tirk musilman, Kurd jî ji dûr va eqrebayê wan in…
Gor Kurdên dîndar, Tirk hem Tirk in hem jî musluman in, Kurd jî musliman û destbirakên Tirkan in…
Gor Alewîyan, Tirk hem Tirk hem jî mirov in, Kurd tenê mirov in…
Gor Tirkên sosyalist, Kurd reben û belengaz in, tazî û birçîne, lî dîsa jî “milliyetçî”ne!..
Gor Kurdên sosyalist, Kurd bindest û bê xwedî, bê dewlet û bê dezgene, lê xilasbûna wan bi biratîya Tirka ne!…
Bi rastî Kurd kî ne, ferqa wan û Tirkan çi û çi ne?
Heger gor şertên neteweyîyê ferq, yekitîya axê be, axa Kurdan ji zu da parçe parçe bû ye. Perçeyê herî mezin jî Bakûr e. Mixabin pirranîya Kurdan ji Kurdistanê zêdetir, li bajarên Tirkîyê, bajarên weke Îstenbol, Îzmîr û Enqerê dijîn û têkilîya wan a civakî jî, ji Kurdan zêdetir bi Tirkan ra ye…
Ji şertên neteweyîyê yek jî yekitîya bazarê be, bazar jî bazara Tirka ye, bazirganên Kurd jî tabiî wê bazarê ne…
Heger ferqek din dîrok be, bi deste zorê be jî bi sedsalane Kurd û Tirk, bi hevra dijin û bi yekalî be jî gelek tişt bi hevra parve kirine…
Di warê çand û huner da jî di navbera Kurd û Tirkan da şirîktayîyeke xurt çêbûye…
Di nav hunermendên Tirk yên bi nav û deng da gelek Kurd jî derketine û ji çand û hunera Tirkan ra xizmet kirine…
Dîsa gelek nivîskar û şairên mezin, sîyasetmedarên navdar, bazirganên dewlemend jî bi awayek din nav Tirkên sereke da îro cîhê xwe girtine…
Di warê bawerî û olî da jî tu ferqek tune ye…
Tenê Kurd şafîi, Tirk jî hanîfî ne.
Di navbera her duh mezheban da çiqwas cûdayetî hebe jî, ew ferq ji bo bawermendên Kurd ne tiştekî mezin e…
Camî yek e, mele jî Tirk e…
Kurd, gotina mele fêm bike jî neke jî, diçê li pê wî nimej dike…
Mele carcaran li wî û kurdayetîya wi heqaretê jî bike, ji bo wî ne muhîme, çerhebe pirranîya gotinên mele fêm nake…
Dimîne yek ferqek, ew jî ziman e, zimanê zikmakî ye…
Xwedê şukur di vî warî da jî zêde tiştek nema ye…
Tu li Kurdên zana û pispor dinihêrî, bav çiqas Kurd be, dê jî ewqas Tirk e…
Zarokên wan Tirkî diaxifin, lewra Tirkî zimanê dê ye û dê jî ne Kurd e…
Hinek berjêr dadikevî, dê û bav Kurd be jî zimanê zarokan disa jî Tirkî ye…
Ji bo dê û bavên Kurd jî bahaneyên erzan zêde ne…
Dibêjin, mekteb Tirkî ye, televizyon û radyo bi Tirkî ne…
Cînar û heval Tirk in û bi wan ra têkilî jî bi Tirkî ye…
Ji van bêtir tirs û xof, heps û zindan jî he ye…
Kar û bar e, pêşeroja zarokan bi Tirkî va grêdayî ye…
Kurd e, şair an jî nivîskar e, carcaran bi Kurdî bixwîne û binivsîne jî, di nav malê da zimanê wî yê yekem disa jî Tirkî ye…
Siyasetmedar û ronakbîr e, herdu kare xwe da jî Tirkî bi kar tîne…
Bi zarokên xwe ra, bi dost û hevalên xwe ra, bi Kurdî dest bi axaftinê bike jî, ji peyva duduyan şûnda axaftina xwe diguherîne û bi Tirkî didomîne…
Tu dinihêrî, yên kû îro Kurdayetîya xwe xwedî derdikevin û zimanê xwe bikartînin, xwedê kêmasîya wan nede, tenê gundî ne…
Ew jî li ba ronakbîr, sîyasetmedar, neteweperwer û nivîskaran navê wan bi pirranî qorucî, an jî mirovên birçî û paşverû ne…
Gelo Kurdên çê kî ne?
Kurd jî wek hemû gelen cîhanê, ji hev cûda cûda ne…
Di nav wan da mirovên çê jî, xirab jî hene…
Mirovên bawermend jî, ateist ji…
Diz jî, mêrxas jî hene…
Heger pîvan Kurdayetî be, gor raya min Kurdê çê ewe ku bi zimanê xwe diaxife û qasî ku dikare wî di jîyana xwe da bikartîne…
Kurdê ku zimanê xwe bikarneyne daxwaza wî çi dibe bila bibe, ew miroveke pûç û vala ye û tunebûna wî ji hebûn wî çêtir e…
Sedem vê yekê ye ku mirov dikare bi hêsanî bêje, heger di navbera Kurd û Tirkan da îro ferqek hebe, ew jî tenê ziman e..
Yê ku wî bikartîne Kurd, yê din xwe Kurd bi hesibîne jî, di ruhê wî da Kurdayetî nîne…
15.04.2012
ikramoguz@navkurd.eu