Dema ku êşa mirov hebe, mirov berê di mala xwe da li derman digere.
Kîngê di mal da derman tunebe, an jî derman çare neke, wê gavê li bijîşk digere.
Bijîşk jî ji êşê ra çare nebîne, dawî, zu an jî dereng mirin e…
Ez bawerim ev bûyerên ku di van rojên dawî da li gund û bajarên Kurdistanê diqewimin, hemû Kurda diêşînin û tesîreke mezin li wan dikin.
Bi destpêkirina şerê bê armanc, careke din alava şer li seranserî Kurdistanê belav bû.
Gund û bajarên Kurd tên şewitandin.
Kurd careke din gund û bajarên xwe li paş xwe dihêlin û koçber dibin.
Qîz û xortên Kurd, zarokên Kurd tên kuştin.
Careke din xwîn dirije…
Xwîn xwînê dikşîne û di nav kûçe û kolanan da wek avên çeman diherike…
Şer, jibo çi?
Armanc, çî ye?
Encam wê çawa be?
Pirs û bersiv pirr in.
Lê tu kes pirsek maqul napirse û persiveke maqul nade.
Di nav Kurdan da pêşgotineke balkêş e: Berxê nêr jibo kêr…
Lê îro ew kesên ku li ber kêrê sekinîne, ne tenê berxê nêr in, karxezalên mê jî li ber kêrê ne û xwîna wan tevlihev dibe û bi hev ra diherike.
Gelo ev qeder e.
Ev qedera reş ji alî kî/kê va hatîye nivîsandîn.
Tu Kurdek li vê bersivê nagere.
Her kes li pêy qedera xwe ya ji alî kesên nedîyar va hatîye nivîsandin ketîye û ber bi mirinê direve…
Jiber ku mirov êş û derd û kulên xwe nizanibe û ji wan hayîdar nebe, li dermanê wê jî nagere.
Birîn roj bi roj giran dibe û radigire, wê gavê bijîşk jî hebe, çare li birînê nabîne…
Îro ne ku tenê li Bakur, li Başûr jî, li Rojava û Rojhilat jî rewşa Kurdan yek e.
Kurd li Bakur, li Rojava û li Rojhilat dijberî dagirker û maşeyên wan şerê çekdarî dikin û germagerm didomînin, lê dewleteke serbixwe, dewleteke netewî naxwazin û ji vê daxwazê jî dûr disekinin.
Li Rojava Kantonan ava dikin…
Li Bakur daw û doza demoqratîzekirina dewleta dagirker dikin…
Li Rojhilat quzulqurtê dixwazin…
Jibo van kirin û daxwazan, gotinên xwe bi teorî û prensîbên modern dixemilînin.
Mixabin, bi şer û kuştin û xwînrijandinê ne dewletên dagirker demoqratize dibin, ne jî Kurd bi kanton û quzulqurtan bi ser dikevin.
Wek hercar, tenê Kurdên bêparêzî di nav alava şer da dimînin, bê çare û bê xwedî zeirar û zîyanê dibînin.
Halbûkî êş jî, dermanê wê jî yek e.
Êş, ji sedsalan vir da êşa bindestîyê ye û dermanê wê jî ne kêm ne jî zêde, azadî û serxwebûn e…
Eger şer jibo vê yekê be, ew şer şerê hemû Kurda ne…
Ji bilî vê yekê armanc û nîyet çi dibe bila bibe, birîna Kurda bêtir kur dike, di encamê da jî wan ji dermanê xilasbûnê dûr dixîne…
21.08.2015
ikramoguz@navkurd.eu