Erdoxan duh sewîyê ber derê dewletê bû, îro bûye xwedîyê dewletê…
Duh dijberî kemalîzmê bû, îro bûyê parêzerê kemalîzmê …
Duh qala edlayîyê û wekhevîyê dikir, îro hem dozger, hem jî dadger e…
Erdoxan, îro xwe wek padîşahên Osmanîyan dihesibîne û gor dilê xwe diaxife, gor daxwazên dilê xwe fermanan îlan dike.
Van rojên dawî da kîngê li hember xwe çend kesan bibîne, dest bi gefan dike û dibêje; “Ji bo derbasbûna başûr me sê rê dane ber Hukumeta Bakûrê Iraqê”.
Bala xwe bidinê, li alîkî Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dawetî Tirkîyê dike, li alîyê din nave hukumeta wî nayne ser zimanê xwe. Halbûkî nave wê yê fermî; Hukumeta Herêma Kurdistanê ye.
Ew rê çi ne?
Erdoxan dibêje;
Bila Pêşmergeyên Kurd şerê PKK’ê bikin û wan ji Çîyayê Qendîlê derxînin…
Heger naxwazin vê yekê bi serê xwe tenê bikin, bila rê li ber leşkerê me vekin û bi wan ra li dijî PKK’ê derkevin…
An jî rê bidin me, emê di derheqê PKK’ê da werin…
Wek tê zanîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî çend roj berê serdana Turkîyê kir. Di vê serdana xwe da bi Serokkomar û Serokwezîrên Tirkîyê ra rûnişt. Bi hevserokên BDP’ê hevserokên DTK’ê ra jî civîya.
Berîya van hevdîtinên xwe, di bernameyeke televîzyonê da, bi rojnamevanên Tirk ra jî civîya…
Di hemû hevdîtinên xwe da Mesud Barzanî, di derheqa daxwazên ku dewleta Tirk ji wan dike, wan rast e rast bersivand…
Ji bo wan daxwazên Erdoxan Serok Barzanî jî wuha got;
Ya yek, em şerê Kurdan nakin, lewra gerîlayên PKK’ê jî Kurd in…
Ya diduyan, Pêşmergên Kurd di bin baskên kesî da cîh nagrin û bi wan ra şerê tu kesî nakin…
Ya sisîyan jî, em dijberî şerin. Lewra şer, qasî ku zirarê dide Kurdan, ewqas jî zirarê dide Tirkan… Heger ji bo navberîyê ji me tiştekî were xwestin, çi ji destê me were emê bikin…
Lê mixabin Serokwezîrê Tirk Erdoxan dîsa jî bi minasebeta Cejna Qurbanê diçe kîderê, li wir, li alîkî qala biratî û aştîyê dike, li alîyê din jî vedigere û dibêje; “Heger daxwazên me neyên cîh, emê bi sere xwe tenê têkevin Başûr”.
Erdoxan bi van gefên xwe, li alikî dilê dê û bavên leşkêrên kuştî digre, li alîyê din jî dixwaze xewa Kurdan birevîne…
Lê tu kurdek ne bi hevaltî, an jî bi neyartî jê ra nabêje fermo…
Bi rastî Erdoxan ji serî da jî dizanibû ku Barzanî daxwazên wan nayne cîh û bi wan ra şerê Kurdan nake. Tiştek din jî baş dizane ku derbasbûna alî başûr jî çare nîne. Bi derbasbûna başûr, ne koka PKK’ê tê, ne jî pirsa Kurd çareser dibe. Lê dîsa jî Erdoxan di her firsendê da gefên xwe dubare dike…
Lewra ew bi van gefan tiştekî din dicêribîne…
Erdoxan wek kişikbazek dixwaze bi şaşîyên pozberên (reqîb) xwe bi ser keve.
Lê mixabin pozberên wî, îro di vî warî da bitecrûbene û pêngavên xwe bi zanayî davêjin.
Serok Barzanî, bi tecrûbeyên xwe yên dîrokî va jî dizane ku şerê navbera Kurdan tenê neyaran şa dike û ev şer careke din dest pê bike, pergala hemû Kurdan ji nû va xirab dike.
Sedem vê yekê ye ku Serok Barzanî jî wek kişikbazek hosta, hespê xwe davêje ser şahê Erdoxan û berê xwe dide Başûr…
Li hember hamleya Serok Barzani, Erdoxan îro ji bêçaretîya xwe bi dengî difikire. Ew jî dizanê bi vê lîstikê bi ser nakeve, lê dixwaze xewa Kurdan birevîne…
10.11.2011