Civatên Rojhilata Navîn, di her xalî da civatên feqîr in. Di nav van civatan da mirov ne rengekî, ne jî dengekî cûda dibîne. Her tiştên civakî jî bi gor vê yekê tên pîvandin.
Tiştek yan reş, yan jî spî ye…
Mirovek yan çê, yan jî xirab e…
Bûyerek yan xêr, yan jî nexêr e…
Dîmenek yan rind, yan jî ne rind e…
Tirkîye çiqas nêzikî walatên Ewropî be û têkilîyên wê bi welatên Ewropî ra hebe jî, ruhîyeta Tirkan jî ji gelên Ewropî zêdetir, nêzikî ruhîyeta gelên Rojhilata Navîn e.
Hîmê dewleta Tirk jî gor vê yekê hatîye avêtin. Ew jî wek civata Tirk yek reng û yek dengî ye…
Rêvebirên dewletê werin guhartinê jî, hemû kiryarên dewletê nayên guhartin. Je ber ku dewlet rêvebirên hilbijartî diguherîne û du rêyan dide pêşîya wan.
Ew jî di navbera wan her du rêyan da diçin û tên…
Dawîya rêyeki digihîje qişlê, ya din jî derdikeve ber derê mizgeftê…
Dema ku rêvebirên dewletê xwe nêzikî mizgeftê dikin, qişle dilive û bi zora çek û rextan wan ji desthilatdarîya wan dûr dixîne, dema ku xwe nêzikî qişlê dikin gel ji wan dûr dikeve û bi rîya hilbijartinê piştgirîya xwe şûnda dikişîne…
Sedem vê yekê ye ku, rêvebirên dewletê bi salan li rêyeke din negerîyan û di navbera qişlê û mizgeftê da çûn û hatin…
Wek gotina pêşîyan, ji damezrandina cumhurîyetê vir da, hemû rêvebirên dewletê di nav newala waweylê da çep û rast li derdora xwe zivirîn û ji qidûm da ketin.
Cara yekemîne ku, Erdoxan li dijberî qişlê derket û xwe avêt mizgeftê, li paş melê mizgeftê destê xwe li pêşîya xwe girêda û wek cemaata mizgeftê tabiî mele bû. Mirûdên mele ketin bin baskê mele û lingên wî ji erdê birîn. Mele ket nav xewn û xeyalan û doza şirîgtîya desthilatîyê li Erdoxan kir.
Dema ku Erdoxan nîyeta mele fêm kir, destê xwe ji ber xwe berda, ji mele û mizgeftê dûr ket… Ew jî wek pêşawerên xwe îro berê xwe daye qişlê û bi lez û bez ber bi qişlê gavên xwe davêje…
Li alîkî dijbertîya mele dike, li alîyên din jî serleşkerên qişlê yên wî û mele bi hev ra tawanbar kiribûn û avêtibûn girtîgehê, yekoyek azad dike û lêborînên xwe ji wan dixwaze…
Mixabin, ne azadkirna serleşkerên sûcdar, ne jî lêborînên Erdoxan, wî ji tengasîyê xilas dike. Bîlakîs bi van kiryarên xwe, ew bi destên xwe rê li xwe teng dike û bêçare dimîne…
Halbûkî li pêşîya Erdoxan û li pêşîya civatê rêyekî din jî he ye.
Ew jî rîya demoqrasî û edlayîye ye…
Ev rê qasî ku ji qişlê dûr e, ew qas jî ji mizgeft û dêrê jî dûr e.
Heger Erdoxan rîya xwe biguherîne û têkeve ser rîya demaoqrasîyê, ne tenê xwe, ewê civata xwe jî ji tengasîyê û tarîtîyê xilas bike…
Biryara guhartina rê di destê Erdoxan da ye.
Her du rê jî li pêşîya wî û civatê ne…
Yan ewê dawîya desthilatîya xwe bi destê xwe bîne, yan jî bi derketina ser rêyek nû va xwe û civata xwe ji bêrengî û bêdengîyê xilas bike…
Kîjanî tercîh dike, wek xuya ye ku, vê gavê xêncî Erdoxan tu kes nizane…
09.03.2014
ikramoguz@navkurd.eu