Roja yekşemê, bi destê sibê re li bajarê Wanê erd hecîya. Gor agahîya rasatxaneya Qandîllîye, pîveka erdhecandinê 7,2 û navenda wê jî nawçe ya bajarê Wanê Erciş e.
Bi tesîra erdhecandinê li navçeya Ercîşê û nav bajarê Wanê gelek avahî ji hîm da hilşîyane û hinek gundên derdora Ercîşê jî ser û binê hev bûne.
Gor agahîyên fermî, hata nuha 269 jîyana xwe ji dest dane, 1300 kes jî birîndar in. Zirara mal û milk jî dibên bê hesab e.
Encama wê bi çi awayî dibe bila bibe, an jî mirî û birindar qet tunebin jî, erdhecandin bi rastî jî afet e, afetekî giran e.
Ji destpêka mirovatîyê vir da kîngê, li kuderê erdhecîyaye, li wir bûye sedemê can û mal. Li pê xwe zarokên sêwî, mirovên birîndar, xanî û avahîyên xirabe, çîrokên li ser bûk û zavayên dest bi hine û êş û jan hîştîye…
Hata îro, ji her miletî mirovên zanyar li ser bûyerên erdhecandinê xebitîn, hê jî dixebitin. Mixabin ji bo erdhecandinê kesî tu çare nedît û peşîya erdhecandinê nehat girtinê, xuyaye ji vir şunda jî nayê girtin.
Lê bi saya zanyarîyê îro ji bo pêşîgirtina erdhacandinê çareyek nehatibe dîtinê jî, ji bo encameke bê zirar û bê zîyan gelek tedbîr tên zanîn.
Sedem vê yekê ye ku pîvka erdhecandinê yek be jî, encama wê gor rewşa welatan tê guhartin. Ji wan welatan yek jî Japonya ye. Gor pisporan, erdnîgarîya Japonyayê jî li rû dinê herêmeke erdhecandinê ye û hata nuha gelek caran bi pîvekên bilind li wir erd hecîyaye. Lê bi saya tedbîrên teknîkî îro li Japonyayê tesîra erdhecandinê zêde nayê dîtin.
Ji ber vê yekê ye ku hinek pispor îdia dikin û dibêjin ev erdhecandina li Wanê qewimîye, li Japonyayê biba, tu pozê kesî jî xwîn nedibû.
Li Wanê çi bû?
Bi sedan kes mirin, bi hezaran kes birîndar bûn…
Bajar û gundên xirabe…
Zar û zêçên sêwî…
Çîrokên bi êş û jan…
Tirk û Kurd çi dikin û çidibêjin?
Tirk dibêjin; „Van’da da olsa acımız büyük (Li Wanê be jî êşa me giran e)…“
Kurd jî dibên; „qedera me reş e, êşa me giran e”…
Bi rastî jî erdhecandin êşekî giran e, lê belê ne qeder e. Qeder ewe ku mirov ne dikare pêşî lê bigre, ne jî dikare encama wê biguherîne…
Ya yek erdhecandin qeder nîne, ya diduyan jî pêşî lê neyê girtinê jî wek welatên din mirov dikare encama erdhecandinê biguherîne…
Ji bo vê guhartinê jî du tişt lazim e.
Ya yek, zanyarîya teknîkî…
Ya diduyan jî ew zanyarî ji bo xizmet û rûmeta mirov û mirovatîyê were bi kar anîn…
Ez bawerim Turkîya jî wek Japonya û gelek welatên din xwedî ve teknîkê ye. Lê mixabin ya ku li Turkîyayê kêm e, ew jî, rûmet û qîmeta mirov û mirovatîyê ye…
Heger qîmet û rûmeta mirovan heba, ne tenê di erdhecandinê da, her roj di qezayên trafîkê da rewî, di qezayên kar da karker, di şerê navbera Kurd û Tirkan da jî gerîla û leşker nedihatin kuştin.
Tirk li alîkî pînê reş girêdidin û dibêjin „acımız büyüktür (êşa me giran e)“, li alîyê din Sereskerê Ordîya Tirk jî bi mêranî îlan dike ku di nav çend rojan da 270 gerîlayên Kurd kuştine.
Di hemû rojnameyên Tirkan yê îroyîn de, du sernûçe cîh digrin. Li alî çepê erdhecandina Wanê, li alî rastê jî operasyona li dijî PKK’ê.
Li alî çepê cîhgirê Serokwezîr Bûlent Arınç dibêje; „Deprem de son bilanço 269 ölü (bilançoya erdhecandinê 269 mirî)“, li alîyê rastê jî sereskerê Tirk Necdet Özel dibêje ; „270 Terörist öldürdük (me 270 terorîst kuşt)“ .
Binêrin her duh bîlanço jî, heger bi zanayî nehatibe gotin, wekhev in…
Ji Serokkomar bigre hata binokkommar, li alikî bi kuştina gerîlayên kurd va şa dibin û dibêjin; „intikamımız misliyle büyük olacaktır (em qat bi qat tolhildana xwe digrin)“, li alîyê din jî dibêjin; „Bu afet Van’da da olsa acımız büyüktür (ev tofan li Wanê be jî êşa me giran e)…“
Kurd jî, ji tirsê li xwîna xwe xwedî dernakevin, ji bo xwîna Tirkan jî di dilê xwe da şah dibin…
Wek hemû xalên jîyanê, di vî xalî da jî ne Kurd ne jî Tirk durust in.
Afet tenê ji Xedê da nayê û navê wê jî tenê erdhecandin û lehî û laser jî nîne…
Heger mirin û kuştina mirovan afet be, ji bo Kurd û Tirkan afet a herî mezin, ji sîh salî vir da şer e…
Heger Kurd û Tirk bixwazin, di nav çend rojan da şer jî kuta dikin, di demek dirêj da dikarin encama erdhecandinê jî biguherînin.
Bese ku ji bo mirov û mirovatîyê, di dilê wan de hezkirin, di karên wan de jî rûmet û hûrmet hebe…
25.10.2011
ikramoguz@navkurd.eu