Ev du roje di rojnama Hurriyetê da, di derheqê „Ehmet Xoceyê Bicibe “da nûçeyên dûr û dirêj û şiroveyên balkêş ten weşandin. „Ehmet Xoceyê Bicibe“, meleyek bi nav û deng e û li ser Cemaata Îsmailaxa li Istenbol, xwedî tesîrek mezin e.
Gor nûçeyên Hurriyetê, „Ehmet Xoceyê Bicibe“, çi tiştê ku li murîdên xwe qedexe kirîye, xwe ji wan tiştan neparastîye. Hinek tiştan dizî, hinek tiştan ji bi mana tenduristîya xwe eşkere kirîye.
Li Europa, Asya û Afrîkayê tu ciyekî nehîştiye, li herderê gerîya ye. Hemû tiştên ku kirîye yekoyek di rojnamê da hatîye nivîsandin û bi resmên wî hatine xemilandin.
Hemû xwendevan jî ji van kirinên Şêx û Melan agahdarin û kirinên Ehmet Xocê jî kiryarên nû nînin.
Lê dema ku min ev nûçe û şiroveyên li ser „Ehmet Xoceyê Bicibe“ xwendin, du tişt ketin bîra min.
Şêx û meleyên Kurd û siyasetvanên Kurd…
Piranîya şêx û meleyên Kurd jî wek Ehmed Xoce, ji bo murîd û cemaatên xwe her tişt li Kurdan qedexe dikirin. Lê ew û zar û zêçên xwe gor dilên xwe dijîyan.
Digotin; „zarên xwe nedin xwendinê, ewê bibin kominîst.“
„Televizyona nekin malên xwe, malê we dibin meyxane.“
„Kilam û stranên dengbêjên jin guhdarî nekin, dengê wan we gunekar dike“ hwd. listeya daxwazên wan wusa dirêj dibû û diçû…
Sedem vê yekê di hemû malên kurdan da, malên ku zarokên lawîn tê da, şev û roj bê şer derbas nedibûn. Xwendina zarokên qîzîn nedihat rojevê, lê zarokên lawîn daxwaza xwendinê dikirin, de û bav jî li dijberî wan derdiketin. Ji bo dijbertîyê di destê wan da yek argumanek hebû. Ew jî gotinên şêx û melan bûn. Ew gotin ji bo wan gotinên bi rûmetbûn. Li derdora xwe diçûn-dihatin û digotin; „Hûn bixwînin, hûnê bibin kominîst.“
Dema ku ez diçûm dibistana ewlîn, li gundê me mamostekî Kurd, Kurdeki kemalîst mamostetîyê dikir. Bi xwe ji Qersê bû û wek zarokên gundê me, ew jî li gundekî serê çîyê hatibû dinê. Ji ber wê yekê derd û kulê nezantîyê kişandibû, rûmeta xwendinê dizanîbû.
Ji sibê hata êvarê di nav gund da digerîya û lavayê gundîya dikir û digot; „Ez ketime ber bextê we, zarokên xwe bidin xwendinê, bila ew nezan nemînin“.
Lê bersiva hemû gundîyan yek bû; „Xoce xoce, em bidin xwendinê bila ew bibin kafir û kominîst.“
Mamoste; „Min jî xwendîye, çima ez kominîst im?“
Dîsa hemû gundîyan bi hevra gotina wî dibersivandin; „Na haşa ji te, wele tu mirovekî gelek başi, lê dîsa jî em naxwazin zarokên me bibin kominîst“.
Mamoste; „Madem li ber çavê we ez ne kominîst im, zarokên we wê çima bibin kominîst?“
Gundî; „Şêx wusa dibêje…“
Ev dîyaloga navbera mamoste û gundîyan da derbas dibû bi salan domand. Mamosteyê me yê qedirbilind, -çiqwas kemalist ba jî, ji bo min ewqas mirovekî bi rûmet bû, lewra min bi saya wî xwendina xwe domand- heft sal li gundê me ma, lê zarokên ku wî ders dayê, xêncî min ji wan yekî nexwend.
Pekî zarokên şêx û melan çi dikirin?
Ew jî li bajarên mezin yên Tirkîyê, hinekên wan jî li Europayê di dibistanên herî baş da dixwendin.
Şêx û melayên Kurd, ji bo gundî û karkeran televizyon qedexe dikirin, lê di malên hemûyan da televîzyon hebûn.
Ji sibê hata êvarê ne ku tenê li kilam û stranên Eyşe Şan û Meyremxanê, li Muzzeyen Senar û Emel Sayinê jî guhdarî dikirin.
Dema ku me derheqê jîyana wan da tiştek bigota, dê û bavên me li diberî gotinên me derdiketin û bawerîya xwe bi me nedianin, dema ku rastîya me ji wan ra digot, bi çavê serê xwe bidîtana jî, wuha digotin; „Hûn li kirinên wan nenêrin, gotinên wan guhdarî bikin. Ew çiqwas xirab bin jî, nebîyê şêx û melanin, wek çêjikên mar bê jahr nabin.“
Ev tesîra Şêx û mellan bi salan li ser Kurdan berdewam kir. Xwedê şukir, salan şûnda tesîra wan kêm bû.
Kurd ji Şêx û mellan filitîn, tarîqatên modern, bi rewşek din û bi daxwazek din şûna wan girtin.
Şêxên modern wek yên berê dijbertîya xwendin û nivîsandinê nakin, lê belê jî jî bi awayekî din keç û xortên Kurd tar û mar dikin.
Ew rîya heps û zindanan, rîya çol û çîya didin ber zarokên karker û gundiyan. Bi zarokên xwe ra jî rola domoqratî û ronakbîrtîyê dilîzin. Wek Erbakan û Erdogan, ew jî jibo feqîran rêya medrese û camîyê nîşan didin, yên xwe jî dîşînin kolejên Amerîkayê, Amerîka ya bê dîn û bê îman…
Çima van tiştan dinivsinim, ez bi kurtayî bêjim. Wan rojên dawî, ji tesîra pêşveçûna Kurdên Başûr hemû Kurdên Bakûr jî daxwazên di derbarê serxwebûnê da bi dengekî bilind, tînin ziman.
Lê belê tiştekî nabînin. Wek argumanên Tirkan, Kurd û Tirk ne tenê zêde lihev qelibîne, ew gelek qalan da, li hev jî çûne. Şêx û mele, sîyasetvanên çep û rast, ronakbîr û rewşenbîren Kurd û Tirk wek hev nefikirin jî, lê wek hev dijîn. Di navbera Kurd û Tirkan da tiştekî cûda hebe, ew jî ziman e.
Heger Kurd zimanên xwe biparêzin û bikar bînin, dibe ku bi sayê wê rojek ji bin teshilatîya Tirk û Ereb û Farisan xilaskin…
Ez tu rêyeke din nabînim, yên ku dibînin bila ji min ra jî bêjin…
12.10.2006
ikramoguz@navkurd.eu