Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îroyîn da (12 Hezîran 2005) ji bo çar salan birêz Mesûd Barzanî wekî serokê Kurdistanê hilbijart.
Bi vî karê xwe yê dîrokî, daxwaza Ehmedê Xanî ku sêsed sal berê ji bo gelê Kurd xwestibû, anî cîh.
Mirov dikare bêje, ji îro ve şûnda gelê Kurd êdî ne bê xwedîye.
Ehmedê Xanî di destana Mem û Zînê da li ser belengazî û bê xwedîtîya gelê Kurd wiha nivîsî bû.
„Eger hebûya ji bo me padişahek
Xwedê lîyaq bidîya ji bo wî kulahek
û bihata dîýarkirin ji bo wî wextek
eşkera eşkera dê vebubûya ji bo me bextek
..
em’ê nebûna belengaz û xizan, bindest û bin ferman
zorbirî û stuxwarên Tirkan û Eceman“
Ji daxwaza Ehmedê Xanî heta niha gelê Kurd ji ber vê bêxwedîtîyê û bê dewletîyê gelek eş û derd kişand.
Welatê wî hat parçe kirin.
Kilam û stranên wî, ziman û nasnameya wî hate qedexekirin.
Lê îro, li parçeyek tenê be jî, gelê Kurd azad e…
Xwedî dewlet û xwedî serok e…
Sedem vê yekê roja îro, roja 12’ê Hezîranê ji bo gelê Kurd rojekî dîrokîye.
Parlamentoya Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî ji bo serokatîya Kurdistana Başûr hilbijart.
Lê belê xewna wî, wek xewna gelê Kurd ji Başûrê Kurdistanê mezintir e.
Serokatîya wî li hemû gelê Kurd û seranserê Kurdistanê pîroz be.
12.06.2005
ikramoguz@navkurd.eu