Heta îro li ser pênaberîyê û pênaberan gelek tişt hatin nivisandin. Piranîya wan nivîsan da bi çavê sîyasetê li ser pirsgirekên penaber û pênabertîye hatîye sekinandin. Lê rûyeki wî yê din jî heye ku, heta nuha kes li ser wê nesekinîye.
Heger ew tiştên ku serê pênaberan da derbas hatine, werin nivîsandinê, ewê bibin bingeha dewlemendîya edebîyatê.
Hinek tişt hene ku mirov dema wan dibhîse, li alîkî digrî, li alîki jî dikene. Lê ew ken û girî li li cîhe xwe da dimînin û di demek kurt da tên jibîrkirin. Sedem wê yekê qasî rûyê pênaberîyê yê sîyasî, rûyê wî yê din jî hene ku tesîran wan bi salan derbas nabin.
Ji bo nivîsandinê gelek tişt dikevin ser milên wergeran. Çiqwas tiştên ku di dadgehan da tên gotin, nivîsandina wan û belavkirina wan qedexe be jî, mirov dikare wan bi tewneke din bîne ziman. Min jî heta nuha gelek tişt bihîstin, lê van demên dawî da min îfadeya keçikeke kurd bihîst, ji kena dilê min êşîya.
Piştra jî meseleyek gundîyek me hat bîra min, dema ku min ew ji hevalên xwe ra got, îjar ew ji kenan ji xwe derbas bû.
Tiştên ku ewqas me dan kenandinê çi bûn?
Nuha ez dizanim we jî gelek meraq kirîye. Lê ez we di meraqê da nahêlim.
Ezê berê bi kurtayî mesela pênabera me, piştra jî mesela gundîyê me ji we ra bêjim.
Keçika me ya penaber li bajarek Tirkîyê mezin bûye û gor gotinên wî, tê xuyakirin ku ji sîyasetê durî sekinîye. Çend sal berê hatiye welatek Europa û muracatî pênaberîyê kirîye.
Roja ku ifada wî tê girtin, hakim bi alîkarîya werger sebebê hatina wî ya Europayê jê dipirse.
Keçik dibêje: “Ez endamê partiyek binerdî me û ji ber wê yekê jî jîyana min di bin xeterek mezin da bû, loma ez ji welatê xwe revîyam û min bêhna xwe li vir girt.”
Hakim dipirse; “Hêza we hêzeke çawa ye û armanca wê çî ye?”
Keçik pirsa hakim dibersivîne; „Ê Hekim Beg welle partîya me partiya komunîst e. Hem Markist hem jî Lenist e. Li welatê me çiqwas koministi û markîstî xirab were tarifkirinê jî ew tiştên ne xirabin û gelek başin. Hekim Beg, heger hûn mexseda partîya me jî bipirsin, ez nikarim dûr û dirêj li ser vê yekê bisekinim, qasî ku ez dizanim ezê ji we ra bi kurtayî tarîf bikim.
Partîya me heqê gundîyan diparêze. Mesela gundîyek were ba partîya me û bibêje, “traktora min tune”, partî traktorekî didê û mesela wî çareser dike.
Yan jî, karkerek bibêje xanîyê wî tune, partî jê ra xanîyek çêdike, tapî û kilîta xanî dide destê wî û derdê wî jî derman dike.
Xwendevanek bêje computera min tune, partî ji wî ra jî computerek dikire û didê, mesela wî jî bi vî awayî çareser dike.”
Ev gotinên keçika me ya pênaber gelek bala hakim dikşîne. Hakim dinihêre gotinên wî nerast in û tiştên ku ji hinekan bihîstîye, wan jî li hev diqelibîne. Sedem wê yekê gotinên wî dibire û pirsek din jê dipirse.
Hakim; “Pekî keçika delal, xortek yan jî keçikek ezeb bixaze bizewice û ji bo zewacê jî serî li partîya we bixe, partîya we ji bo vê meselê rêyeke çawa dibîne?”
Keçik hinek difikire û dibersivîne; “Hekim Beg, wele min di derhêqê vê meselê da tu tiştek nexwend. Ji hevalan jî tu pirsgirêkeke wusa nebihîst. Lê ji bo vê yekê jî bêguman çareyek heye, lê çîye ez nizanim.”
Bi kurtayî mesela pênabera me ev bû.
Nuha dor hate mesela gundîyê me.
Salan berê gundîyekî me diçe esker, wezîfa xwe ya eskerîyê diqedîne û şûnda vedigere. Roja hatina wî hemû mêr û jinên gund tên serlêdana wî. Lê dinêrin ku xortê me yê Kurd çûyê şûna wî da Tirkek hatîye. Gundî pê ra bi Kurdî diaxifin, -ji xwe zimanek din jî nizanin- lê ew gotinên xwe tevlihev dike, ji devê wî tişt derdikeve, lê tu kes tiştekî jê fêm nake.
Mirovekî rûspî rewşa wî dinêre û jê ra dibêje; „Kurê min ez dizanim ev du sale tu li eskerîyê bû yî. Li wir gelek tiştên ku me hê neditîye, te dîtine. Maşalah tu Tirkî jî gelek baş hînbûyî û gelek xweş jî xeber didî. Gelo tiştên ku em nizanin, tu dikarî Tirkîya wan ji me ra bêjî?“
Xortê me derdora xwe dinêre û li ber pirsên rûspî xwe amade dike.
Rûspî, navê pîvaz, kartol, nan û avê jê dipirse, xortê me yekyek bi Tirkî dibersivîne. Rûspî, navê ker û hespa jê dipirse, bersiva wan jî yekoyek digre. Dawîyê da dibêje „welle tu gelek tiştan dizanî, pekî bi Tirkî navê caşikê çî ye?“
Xortê me, xwe di cîhê xwe da, xwe dibe û tîne lê naxwaze di bin vê pirsê da jî bimîne.
Rûspî carek din dibêje; „Dibe ku we dersa caşikê nedîtibe?“
Xortê me hinek li kesên derdora xwe dinihêre û pişt ra mesela caşikê dibersivîne; „Xalo, çawa me dersa caşikê nedît, ji me ra her roj qala caşikê dikirin. Lê di tirkî da navê caşikê tune. Tirk di alî heywanan da gelek cahil mane, di vî warî da zimanê wan jî gelek feqîr e. Sedem vê yekê caşikên Tirk weke bê nav mezin dibin, heta ku dibin ker, paşê jê ra dibêjin Êşek.“
Rûspî jî dibêjê, haah min jî dixwest ez vê yekê bizanibim ku, gelo tu mezin bûyî, an na!
Mirov nezan be û muhetabê xwe jî nezan bihesibîne, heta ku ziman bigere davêje, kê ku xwar…
Ha doza penabertîyê, ha navê caşikê, ferq nake…
30.04.2007