Qasî ku tê bîra min, din gund da kesekî dizî kiriba, kal û pîr li ba hev rûdiniştin û di derheqê wî kesî da wuha digotin:
„Li bav û kalên xwe çû ye. Malbata wan ji bavê berê da diz û çilpiz bûn“.
Hûnê bêjin, diz diz e, lê çilpiz çîye?
Bi rastî ez jî mana wê nizanim.
Ev çend roj e, li ferhengên Kurdî dinihêrim, lê heta nuha di derekî da rastî vê peyvê nehatim.
Ez bawerim peyva „çilpiz“ peyveke yekbûyî ye û ji du peyvan pêk tê.
Ya yek, „çil“ an jî „çilek“ e, ya din jî „piz“ e.
„Çilek“, ji kesên çav birçî ra dibêjin. Ew kesên ku zikê wan têr be jî cavên wan tim birçîne û di mal û milkên xelkê dimîne…
„Piz“ jî, ji bo kesên bêşerm û pozbilind tê bikaranîn.
Ez bawerim, bi gotina diz û çilpizîyê mexseda kal û pîrên me jî ew bûn ku digotin, hem diz e, hem jî bi dizîtîya xwe ra bêşerm û pozbilind e…
Mesela her çar wezîrên AKP’ê jî wusa ye.
Ew jî hem bi malbatî diz in, hem jî bêşerm û pozbilind in…
Ne ji dizîtîya xwe, ne jî ji kesên derdora xwe şerm dikin.
Di odeyên wan yên razanê da bi mîlyonan dolar tên dîtin.
Dzîyê dikin, bi wê yekê jî nasekinin, derdikevin ekranê televîzyonan, li çavên mîlyonan dinihêrin û qala xêr û xêratan dikin.
Ji dizan yek dibêje: „Ew perê ku di nav qutîya solên min da derket, ji bo xêr û xêratan hatibû berhev kirin. Me bi wan peran zanîngeh û mekteb çêdikir.“
Yekî din jî dibêje: „Ez wezîrê asayîşê me, memûrê bin destên min çawa radibin, axaftina min û lawên min bi dizî guhdarî dikin.“
Serokwezîr Erdoxan jî li wezîrên xwe yên diz xwedî derdikeve, dizîtîya wan vedişêre û dibêje: „Xêrnexwaz û neyarê me pir in. Bi neyarên me yên bîyanî ra bûne yek û bi hev ra êrîşî me dikin.“
Erdoxan ne qala diz û çilpizan, ne jî qala perê ku di qutîyê solên wan da hatîyê dîtinê, dike…
Ji salan vir da derd û kulê wî, hesab û kîtabê wî hemû li ser derketina Koşka Çanqayayê ye…
Kî çi bike û çi bibêje, Erdoxan, wan kirin û gotinan bi xewna xwe va girê dide û dibêje: „Hûn jî dibînin, hemû neyarên me bûne yek, rê li min girtine û nahêlin ez ji bo we gaveke rast bavêjim“.
Rast e, qasî ku alîgirên Erdoxan hene, ew qas jî neyarên wî an jî dijberên wî jî hene. Wan duh jî dijbertîya Erdoxan dikir, îro jî dikin. Kirinên wan û gotinên wan diz û çilpizîya wezîr û zarên wan ji holê ranake…
Ew kesên ku Erdoxan îro wan wek neyar bi nav dike, ew jî ne xerîb in.
Ji destpêka desthilatîya Erdoxan vir da şirîgên wî yên herî baş û bi rûmet bûn.
Sedem vê yekê ye ku wî îro bi xwe jî digot; „ Heta nuha tiştên ku ji me dixwestin, me ji wan kijan neanî cîh.“
Navê şirîgê wî yê bi rûmet heta roja îro, Bizava Xizmetê, rêber wê jî Seyda Efendîyê qedirbilind bû.
Ji salan vir da Seyda hûrik hûrik dixwest, Erdoxan bi tûrik tûrik dida…
Erdoxan welat bi welat, bajar bi bajar digerîya û pesnê Seyda dikir, Seyda jî ji bo Erdoxan dua li ser dua dixwand û çavên wî da hêsir nehata xwarê jî, di ser xwe da digirîya.
Ne Erdoxan tûrikê Seyda kêm dikir, ne jî Seyda diz û çilpizîya wezîrên wî didît.
Roj hat rovîyeke reş di navbera Erdoxan û Seyda ra derbas bû, destmêja wan şikîya û şirîgtayîya wan qedîya.
Erdoxan dest ji pesandinê berda, Seyda jî duayê xwe birî.
Navê bizava Seyda bû çete, navê Erdoxan jî bû zorker…
Erdoxan îro diz û çilpizê xwe daye alîkî û li şopa Seyda û çeteyên wî digere, Seyda jî ji kerba li çokê xwe dixe û ji dûr va nifira li Erdoxan dike…
Bi guregura Erdoxan û bi nifirên Seyda bêrika diza tijî, ya gel jî roj bi roj vala dibe…
23.12.2013
ikramoguz@navkurd.eu