Berê tiştekî acêp biqedîya, digotin „dinya berevajî buye“.
Dema mirov li hêla Kurda dinihêre, rewşa wan û kirinên wan dibîne, bê hemdî ji devê merîya ev hevok derdikeve…
Dinya Kurda berevajî bu ye…
Duh jî Kurdan hevdu bi îxanetê tawanbar dikirin. Ev tawanbarkirin bi awayekî dihat fêmkirin. Lewra kes, bi piranî serok û rêvebirên Kurdan bun. Karê wan tenê sîyaset bu. Her yekî dixwest sîyaseta wî bi serkeve. Ji bo vê yekê li dijî hev sîyasetek tuj dikirin û bi wî awayî hevduh tawanbardikirin.
Her hêzekî an jî partîyekî xwe tenê nunerê Kurdan dihesinaband û hemû hêz û partîyên din û revêbirên wan jî gunekar îlan dikir.
Gunekarîya herî hêsan jî îxanet bu.
Sedem vê yeke hemû partîyan Kurdan bi salan dijminatîya hevuduh kirin, di navbera wan da xwîna xort û keçê Kurdan rijîya.
Ne tenê li bakurê Kurdistan, li başur û rojhilat jî wusa bu.
PDK û YNK ê bi salan şerê hev kirin, xwîna pêşmergeyan rijandin. Ne PDK ne jî YNK bi serneket û di nav gel da roj bi roj rumeta wan kem bu. Bi şerê navbera wan va Kurd û dostên Kurdan xemgin bun, tenê neyarên Kurdan şa bun…
Kîngê ku hebuna hevduh qebulkirin û li dijî neyarên xwe bun yek, li alîkî bi serketin û gelê Kurd ji bin destê zalimên wek Sadam xilaskirin, li alîyê din va jî bi hevra bun dost û bira…
Îro hem li ba hev hem jî li ba gel xwedî rumet in. Bi gelê xwe ra serbilind û xwedî dewlet in…
Hêz û partîyên Bakur li Çîn û maçîn digerin, lê tucar berê xwe nadin başur û ji wir hinek dersan nastînin. Ew îro jî kêmasîyên xwe nabînin û wek salên berê hevduh tawanbar dikin. Bi wê jî nasekinin rojê ronakbîr, nivîskar û hunermendekî Kurd xayîn îlan dikin.
Îro jî Kurd û dostên Kurdan bi van tawanbarîyên puç û vala xemgîn dibin, neyarên Kurdan jî şa dibin û li ser wan xeletîyan sîyasetê dikin. Nivîskar û hunermendên Kurd ji qefên partîyên Kurdan diparêzin…
Polêsên ku duh nêçîrvanîya xort û keçên kurdan dikir, îro wan ji Kurdan diparêzên…
Xwedê ev roj jî ravayê me da…
Rojên pêş da emê daha çi bibînin, Xwedê dizane…
Ji wan Kurdên ku îro ji alîyê polêsên Tirk va tên parastin yek jî nivîskar Muhsîn Kizilkaya ye.
Ez, Muhsîn Kizilkaya ji salên 80ê yî vir da nasdikim. Wi li Istenbolê di sîyasalê da dixwend, min jî iktîsadê.
Musîn Kizilkaya duh jî Kurdeki welatparêz bu, îro jî . Wî jî wek hemu Kurdên welatparêz ji zilm û zordarîya dewletê para xwe girt.
Sucê wî çi bu?
Suc û gunê wî ew bu ku li kurd û kurdayetîya xwe xwedî derdiket û li dijî sîyaseta qirêj ya dewleta Tirk gor zanîn û quweta xwe xebitî.
Lê îro, ew jî wek Orhan Mîroglu û Metîn Metiner ji alî PKKê ve tê tehdît kirin. Ji bo ku tişt neyê serê wî polêsên ku duh li pê wî degerîyan, îro ji bo parastina wî dixebitin…
Pekî îro sucê Muhsîn Kizilkaya çî ye?
Sucê wî, ew xebatê ku salan berê li dijî dewletê dikir, wan daha pêşda birîye…
Bi zimanê xwe yê qedexe kitêp nivîsandî ye…
Gelek kitêp wergereandî ye…
Ji bo pêşveçûna zimanê Kurdî xebitî ye…
Bi wê jî nesekinî ye, di TRT-6ê da bernameyên Kurdî çekirî ye…
Lê mixabin îro ji alîyê PKKê, ew PKK ye ku ji bo azadî û serxwebuna gelê Kurd dixebite, bi îxanetê tê tawanbarkirin…
Dewere nebêje, dinya berevajî bu ye…
12.03.2010