Di dikana Evdo da du qalib sabûna reqî, du çuwal kartol, torbekî şekirê sipî, kasekî mewucên bi dendik, telisek pîvaz, çend serî sîr, çend pakêtên titûna tekelê, şûşekî benîştê nêrbend, destekî fîtil ji bo lamba qazyaxîyê, ji bo zarokan jî çend kîlo şekirê sor (aqîde) û balon hebûn.
Evdo bi dengê melê sibê radibû, diçû dikana xwe vedikir, hata nivê şevê li ber dikanê dima.
Li kuncikê dikanê alî jor kursîyek dadanî û li ser wê rûdinişt, heta êvarê li rîya mişterîya dipa.
Dema li ser kursîyê nerm rûdinist û pişta xwe dida dîwar, hêdî hêdî çavê wî diçûn hev û hur hur dihênijî.
Bi sîya mirovekî, an jî bi dengê zarokekî va ji cîhê xwe qildibû û ber bi derî diçû. Kes nehata hundir, Evdo dîsa wek kor û poşman vedigerîya û li cîhê xwe rûdinist, heta ku dengekî din ji der va bihata…
Kingê Evdo bihênijîya, xewnên wî yên nîvco dest pê dikir…
Hemû xewnên wî li ser dikan û markêtan bû.
Carcaran di xewna xwe didît ku, mişterî li ber derê dikanê ketinê rêzê. Li alîkî pêşwazî li mişterîya dikir, li alîkî jî diqêrîya, gazî jin û zarên xwe dikir ku bila werin alîkarîya wî bikin. Ji sibê hata êvarê mişterîkî diçû yekî din dihat. Siba refê dikanê tijî dikir, ber bi êvara ref vala dibûn… Kar, roj bi roj pêşda diçû, qezenc zêde dibû. Evdo kêfxweş dibû û ji bo dikanek mezin dest bi hesab û kitaban dikir…
Bi bi teq û reqa zarên taxê va hişyar dibû…
Dinêrî ku, ne mişterî, ne refên tijî ne jî dikaneke nû xuya ye…
Di dilê xwe da, dê û bavên zarakon dûz dikir û ji bo dawîya xewnê careke din çavê xwe dida hev…
Carcaran jî bê xewn û xeyal mişterî dihatin. Li refên dikanê û rewşa Evdo dinêrîn, ji nişkêva vedigerîyan, bi lez û bez, ji Evdo û ji dikana Evdo dûr diketin.
Ew tişten ku di dikana Evdo da mabûn, ji wan tiştek bihata firotanê jî, şûna wî vala dima. Ji ber ku destê Evdo da ne, pere ne jî pûl hebû…
Dost û hevalên Evdo carcaran jê ra digotin; malxirab madem tu vî karî dikî, dikana xwe tijî bike ku bila der û cînar werin ji te dan û standinê bikin…
Evdo jî digot; perê min heye ku ez mal tijî bikim…
Madem perê te tune, here ba tomerîfiroşan, ji wan hur-mur bi deyn bistîne, wan bîne pêşin bifroşe, here deynê xwe bide, carek din hur-mur deyn bistîne. Carek, du car qewlê xwe bînî cîh, tu yê bikaribî hertim bi vî awayî karê xwe bimeşînî…
Evdo digot; berî her tiştî kes deyn nade min, heger bidin jî der û cînar bi perê peşîn tiştekî ji min nastînin. Perê wanê pêşin hebe, berê terin ji marketên navkafir distînin…
Madem ev jî çare nîne, eşyayê destê xwe bifroşe, kilîtê li derê dikanê bixe û here li derekî da karekî din bike. Bi vî awayî hem ji kirya dikanê difilitî, hem jî çend quruşa qezenç dikî ku risqê zar û zêçen xwe derdixî…
Evdo, ji van pêşnîyaran gelek aciz dibû û bi dilekî xemgîn û şikestî digot; ahan min kilît li derê dikanê xist, lê keda min a bist salan çawa dibe. Emrê min li ber derê vê dikanê derbas bû. Ez derê dikanê bigrim, dost û dijminan li xwe şa bikim…
Evdo, tu gotina kesî nekir û bi salan karê xwe yê bê qezenc domand. Dawîyê da çû ber rihma Xwedê, ji zarû zêçên wî ra jî tenê tabeleya dikanê mîrat ma…
Hinek dikarin bêjîn, xelq û alem çûn ser hive, hê tu qala Evdo û dikana Evdo dikî…
Rast ê, lê mixabin yên ku wek li ser erdê, li ezmanan digerin ew ne Kurd in.
Kurd çi dikin?…
Gor bawerî û dîtina min, pirranîya Kurdan hê îro jî wek Evdo karê xwe bi rê va dibin.
Ha karê sîyasî, ha karê bazirganî…
03.02.2011
ikramoguz@navkurd.eu