Dibêjin Xetîp Dîcle gotîye; „Em Kurdistaneke serbixwe naxwazin“.
Hinek Kurd bi vî gotina Xetîp Dîcle diqahirin û rexneyan li Dîcle dikin.
Bi rastî dema ku mirov li nêrînên Xetîp Dîcle binihêre û pozîsyona wî ya sîyasî bide ber çav, di vî gotina wî da tu şaşîyek nabîne.
Xetîp Dîcle çi gotîye?
Werin, em berê li wan gotinên wî binihêrin.
Nivîskarê rojnama Cumhurrîyetê Utku Çakirozer çûye li Girtîgeha Amedê, bi Xetîp Dîcle ra axifîye. Çakirozer di nivîsa xwe da dibêje ku Xetîp Dîcle gotîye; „ Me nêrînên xwe yên ji bo Kurdistaneke serbixwe ji zu da daye alîkî. Ji ber ku du mîlyon û nîv Kurd li Îstenbolê dijîn. Sedem vê yekê em Xweserîya Demoqratîk ne tenê ji bo xwe, ji bo Kurdên Îstenbolê û Tirkên Meletîyê ra jî dixwazin“.
Ez bi xwe di van gotinên Xetîp Dîcle da ne tişteke nû dibînim, ne jî ji van gotinên wî diqahirim. Hata ji bo van gotinên wî rexneyan jî lê nakim.
Ew Kurdên ku diqahirin û Xetîp Dîcle rexne dikin, ew jî wek min dizanin ku ev gotin, ji salan vir da rêvebir û aligirên PKK’ê bi hezar caran anîne ziman. Xetîp Dîcle tenê wan dubare kirîye.
Sedem vê yekê ye ku, heger gotarvan alîgirê PKK’ê be, ha Xetîp Dîcle ha yekî din, di van gotinan da tu şaşîyek jî tune.
Ji ber ku Serokê PKK’ê jî ji salan vir da dibêje; „Em Kurdistaneke serbixwe naxwazin“.
Rêvebirên PKK’ê eşkere dibêjinn, ew ne tenê li Kudistana Bakûr, li Başûr û Rojava jî dijberî damezrandina dewleteke Kurd derdikevin.
Hevserokên DTK û BDP’ê jî ji Tirkan zêdetir yekitîya Tirkîyê diparêzin û dibêjin; „Atatirk histûna esasî ye“.
Çima Xetîp Dîcle dîn e, an jî aqilê serê xwe xwarîye ku, li ser van gotinan, rabe û Kurdistaneke serbixwe bixwaze…
Ji xwe Xetîp Dîcle jî ji Utku Çakirozer ra gotî ye; “Em, Kurdistaneke serbixwe naxwazin“, negotîye ez…
Di warê rojnamegerîyê da ev gotinên Dîcle ji bo rojnamevaneke Tirk hêjayî nivîsandinê ye.
Mixabin ji bo Kurdan ne gotinek nû ye, ne jî hêjayî gengeşîkirinê ye.
Hinek Kurd dibêjin; „Xetîp Dîcle nêrînên xwe yên şexsî negotîye, îradeya wî çi dibêje, ew jî dubare dike“.
Raste, Xêtîp Dîcle nêrînên xwe yên kolektîf anîye ziman…
Ji ber ku ew mirovekî bi serê xwe nîne…
Ji salên 90’î vir da bi PKK’ê ra dixebite û gor sîyaseta wê ew jî sîyasetê dike…
Hunê bêjin bedelê van gotinên wî ne heps, ne jî zîndan e…
Ew jî, rastîyeke din e…
03.02.2014
ikramoguz@navkurd.eu