Dibê Saddam kurê Hitler e!
Çend roj berê li Amerîkayê kîtabek derket. Navê kîtabê „Lawê Reich“ e. Kîtap ji alî J.P. De Sales va hatîye nivîsandin.
Di kîtabê da tê iddiakirin ku Seddam Huseyn kurê Hitler e. Gor agahîyên ku di kîtabê da cih digre, tê gotin ku 1936’an da dilketîyek Hitler bi zarokan hamîle dimîne. Îstixbarata Alman ya wê demê ji ber ku Hitler ji vê yekê agahdar nebe, keçika hamîle bi dizî digrin û wî direvînin dibin Beyrûdê.
Wê demê ajanê Alman yê bi navê Reinhardt Hoffmann li Bexdayê bi xortekî Ereb, bi navê Hayrullah Tulfa bazarîyê dike ku zaroka ku di meha Adarê da tê dinê, xwedî lê derkeve û jê ra malbatek bibîne.
Gor îddiaya nivîskar Hayrullah Tulfa jî wê demê alîgirîya Nazîya dike û ji ber wê yekê xwûçka xwe ya hamîle ya bi navê Subha pêşnîyar dike.
Dilketîya Hitler roja 20 Adarê sala 1937’an da Saddam tîne dinê. Heft roj şûnda jî Subha, xwûçka Hayrullah jî di welide. Ajanên Nazîyan wê şevê li Beyrudê dest davên ser nexweşxwenê û Saddam ji hembêza dîya wî digrin û dibin Tîkrîtê, mala malbata Tulfa.
Hayrullah di fikire ku Saddam çawa bi zaroka xwûçka xwe ra biguherine. Lê tişte ku nehesabkirî diqewime. Zaroka xwûçka wî mirî tê dinê û dîya wî jî ji xwe diçe. Ev jî, bê qeza û bê bela Saddam li ba Subha’yê datînin û zaroka wî ya mirî dibin bi dizî defin dikin.
Dema ku Saddam mezin dibe, jê ra tê gotin bavê wî Huseyn el-Mecîd e û berîya buyîna wî dîya wî terk kirîye.
Di kîtabê da tê agahdarkirin ku, Xalê Saddam, Hayrullah di sala 1941’î da têkilî serhildana Reşîd ya dijberî Îngilîzan dibe û tê girtin. Şeş sal di girtingehê da dimîne.
Hayrullah, piştî serokkomarîya Seddam dibe Şaredarê Bexdayê.
Di kîtabê da tê îddia kirin kû ajanên Nazîyan jî ji vê yekê agahdarbûn.
Min dema ku ev nûçe xwend pirsek Hittler ket bîra min.
Min salan berê di derheqê Mistefa Kemal da kitabek xwend. Kitab ji alî MEB va bi navê „Atatürk İçin Diyorlar ki – Ji bo Ataturk Kê Çi Gotîye“ hatibû weşandin.
Di kîtabê da cîh dabûn gotinên gelek sîyasetwan, nivîskar û ronakbîren dinê yên bi nav û deng. Di nav wan da yek jî Adolf Hitler bû.
Gor wê kîtabê, Adolh Hitler ji bo Atatûrk wuha gotibû: „Mamosteyê min ê yekemîn Mistefa Kemal Atatûrk e.“
Îro jî te gotin ku Seddamê xwînxwar jî kurê Hitler e. Ji îro va tê xuyakirin, rastî û xeletîya vê îddiayê, wê zemanek dûr û dirêj bê mineqeşekirin.
Lê rastîyek heye ku tu tiştek wê naguherîne.
Ew jî xwînxwarî û qetlîamên dîktatoran nin.
Atatürk, Fille û Kurd qirkirin, Hitler xwe şagirdî wî hesiband û Cuhîyê li Almanya dijîn, di firinan da şewitand. Saddam jî bi hezaran Kurd û Erebên Şîî bi çekên kimyewî qetilkir.
Ji ber vê yekê navbera wan da eqrebatî û şagirtî tune be jî, şirîgtayîyek din heye ku, ew jî xwînxwarîya wan e…
20.11.2007