Ji çend mehan vir da hemû hemwelatîyên Tirkîyê çavên xwe girtibûn, li benda vekirina tûrikê Erdoxan sekinîbûn.
Di van demên dawîyê da, hemû beşên civatê di derheqê tûrikê devgirêdayî da texmînê xwe dianîn ziman. Ji wan hinekan, ji serîda digotin; „tûrikê Erdoxan vik û vala ye, tê da tu tiştek tune, devê wî vebe jî, tiştek jê dernakeve“.
Hinek jî bi bîr û bawerî li hevîya vebûna tûrik sekinîbûn û wan jî digot; „tûrik heta devê wî tijî ye û tê da dermanê hemû beşên civatê heye…“
Dem hat, roja 30’yê Îlonê Erdoxan bi şahîyek mezin devê tûrikê xwe vekir, hemû tiştên tê da berhevkiribû, li pêşîya kamerayên televîyonan yekoyek derxist û eşkere kir…
Bi vekirina tûrik va rojeva Kurd û Tirkan guherî, hemû beşên civata Kurd û Tirk, sê roj û şeve, bi tûrik ra radibin, bi tûrik ra radizên…
Tirkên Kemalîst û nijadperest dibêjin; „Erdoxan bi vekirina tûrikê xwe va carek din dîsa dînamît kir bin hîmê dewletê û wî ji binî va hejand“.
Kurd jî dibêjin; „Tûrik puç û vala derket. Daxwazên me nehatin cîh, demajoya ku şeş meh berê destpêkiribû, bi vî awayî nameşe“.
Derdê Tirkên kemalîst û nijadperest yek in. Ew xêncî xwe, hebûna tu kesî qebûl nakîn û bi hemû hêz û quwetên xwe hîmê kemalîzmê diparêzin, di şopa wî da diçin. Bayek sivik jî derkeve, ew qîyametê diqetînîn û derketina bayê jî bi neyartîyâ kemalizmê va girê didin…
Sedem wê yekê tiştên ku di tûrikê Erdoxan’da derketine, hebûn û tesîra wan jî bi wî awayî niqaş dikin û dibêjin; „Erdoxan welatê me parçe dike û bi destê xwe rê li avabûna Kurdistanê vedike“.
Kurd çi dibêjin?
Ew jî bi awayekî din li mijarê dinêrin û dibêjin; „Erdoxan, me bi tûrikê vala dixapîne, bi zanayî hata hilbijartinê pevajoyê dirêj dike û dû ra jî hemû rê û dirban li me digre“.
Bi rastî dema ku mirov bi çavê serê xwe li rojevê binêre û bêalî li ser bifikire, dibîne ku kemalîst û nijadperestên Tirk jî, Kurdên ku tûrik vala dibînin jî, rastîyê nabêjin…
Gotinên kemalîst û nijadperastan ne rast in, ji ber ku Erdoxan jî hîmê kemalizmê diparêze û di her demî da nijadperestîya xwe tîne ziman.
Ew jî wek Kemal û Dewlet kîngê firsendê bibîne dibêje; „Em her tiştî niqaş dikin, lê ji sê tiştan derbas nabin. Ew jî, yek dewlet, yek millet û yek al e…“
Di nêrînên Kurdan da jî gelek xeletî hene. Xeletîya wan ewe ku dibêjin bila Erdoxan Kurdistanek ava bike û bide ber me.
Halbûkî Erdoxan ne Kurd e, ne jî dost û birayên Kurd a ye…
Rast e, di dema desthilatdarîya Erdoxan da gelek gavên balkêş hatin avêtin.
Redkirin û inkarkirina Kurdan bû dîrok…
Qedexekirina zimanê Kurdî ji holê rabû…
Qanalên Televîzyon û radyoyên Kurdî avabûn…
Di zaningehên Tirkîyê da beşên zimanê Kurdî vebun…
Di mekteban da bi awayekî zimanê Kurdî tê xwandin û nivîsandin…
Bi vekirina tûrikê nû va astêngên li pêşîya tîpên alfabeya Kurdî jî radibin û hwd…
Sebebê van hemû guhartinên di nav deh salên dawî da çêbûne, ew girêdayî başî û xirabîya Erdoxan nîne.
Sebebê van guhartinan bi serê xwe tenê tekoşîna gelê Kurd ya sedsalî ye…
Ferqa Erdoxan û selefên wî ewe ku, Erdoxan bi fam û feraseta xwe ji wan diqete, gor pêşeroja dewleta xwe û daxwazên Kurdan yên îroyîn, gavên hûrik davêje, rê li Kurdistaneke serbixwe digre…
Di vî warî da Kurd jî bi pirranî ji Erdoxan cûda nafikirin.
Kurdên bi hêz û bi quwet, îro ew jî, wek Erdoxan dijberî devleta Kurd derdikevin, federasyon û otonomîyê jî naxwazin. Ji „yek, yek“ên Erdoxan ra jî tu îtirazek nakin. Heger hinek daxwazên wan îro di tûrikê Erdoxan da derneketibe, ew jî ji bo pêşroja gelê Kurd tiştên pirr girîng nînin…
Kurdên ku tiştên pirr zêde dixwazin, ew jî bê hêz û bê quwet in, kes ji hebûna wan û daxwazên wan jî hayîdar nîne. Li ba dewletê jî, li ba gelê Kurd jî gotin û daxwazên wan zêde pere nakin…
Kurdên ku li pê Erdoxan diçin û di hilbijartinan da reyên xwe didin partîya wî, ji her duh beşên din zêdetir in. Mixabin ew jî, di tûrikê Erdoxan da çi derkeve, jê razîne…
Erdoxan û partîya wî, vê yekê dibînin û gor wê yekê gavên xwe davêjin.
Sedem ve yekê ye ku bila Kurdên xwedî hêz, berî tûrikê Erdoxan, bila vegerin li xwe û li daxwazên xwe binêrin. Bi valabûna tûrikê Erdoxan ne xwe, ne jî kesên derdora xwe nexapînin.
Kîngê ji wan kêmasîyên xwe xilasbin û li pişt daxwazên xwe bisekinin, wê demê dikarin Erdoxan jî, hundurê tûrikê Erdoxan jî biguherînin…
02.10.2013