Dagirkeri karê dewleta Tirk e û ew ji bav û kalên wan ji wan ra mîras ma ye. Lê tê xuyakirin ku, ev dagirkerîya wan a îroyîn ewê bibe bela serê wan.
Çawa ku bapîrên wanên Mongol, Selçûkî û Osmanî bi dagirkerîyên xwe, xwe ji têkçûnê xilas nekirin, ew ji nikarên bi van kirinên xwe yên qirêj hebûna xwe bidomînin.
Bi sed salan e, li kîderê dibe bila bibe, her destxistineke Gelê Kurd dewleta dagirker dîn û har dike.
Sebebê dagirkirina Başûr jî serkevtinên Kurdên başûr in. Ev ne cara yekemin e. Leşkerê Tirk ji sala 1983 yan vir da, 25 care derbasî axa Kurdistana Başûr dibin û bi top û tankên xwe Gele Kurd tehdît dikin û dixwazin wan jî wek Kurdên Bakûr bê maf bihêlînin û li ber pêşveçûna wan dîwarek biçikînin.
Lê hata îro tu carek biserneketin û vê carê jî bi ser nakevin.
Wek salên borî, ji bo dagirkirina Kurduistana Başûr çiqas hebûna PKK’ê bahane bikin jî, iro dîsa mexseda wan ya herî mezin, Kurdên Başûr û destxistinên wanên girîng in.
Armanca dewleta Tirk ewe ku:
- Bi vî êrişa xwe li Basûr bimîne û pêşî li referanduma Kerkûkê bigre.
- Pêşveçûna hukumeta Kurdistanê ya herêmî bide sekinandinê û rê li daxwazên ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr bifetisîne.
- Şerwanên PKK’ê ji herêmê bide dûrxistin û wan bê tesir bike.
- Têkilîya Kurdên Başûr û Kurdên Bakûr ji hev biqetîne û di navbera wan da herêmek tamponî ava bike.
Lê ev armanc û daxwazên wan, ne gorî dilê wan, ne jî bi tank û topên wan nayê cîh. Ji bo vê yekê rewşa navnetewî û rewşa rojhilata navîn jî ne musait e.
Çiqas Amerîka bi dewleta dagirker ra iro destbiratîyê bike jî, sînorê destbiratîya wan tenê ji bo hebûna PKK’ê ye.
Êrişek dijî Hukumeta Herêmî ne ji alî Kurdên Başûr ne jî ji ali Amerika bêbersiv namîne. Amerîka bi destê xwe balte li lingê xwe naxe û li Iraqê serkevtina xwe ya yekemîn ji hole ra nake û seranserê Iraqê ji xwe ra nake hezek.
Alîyê din wek operasyonên berê, Dewleta Tirk bi alîkarîya Amerîkayê jî dîsa nikare li Başûrê Kurdistanê koka PKK’ê bine.
Mimkune ku ji bo demek kurt PKK bê hêz bimîne, lê hebûna wî ne li Başûr ne jî li Bakûr naqede. Lewra heta pirsa Gelê Kurd çareser nebe, wek hêzên din, PKK jî dikare bi awayek hebûn û tekoşîna xwe bidomîne.
Lê çare çî ye?
Çare ewe ku, kingê dewleta dagirker, ji nû va xwe ava bike û wek dewleteke domoqrat di nav malbatîya cîhani de cîhê xwe bigre, we demê ew ji tirs xofên xwe, gelê Kurd jî ji dagirkerîya wan xilas dibe.
Ji bo vê yekê hinek cesaret û medeniyet lazim e…
24.02.2008