Ji emrê me salek dîsa kêm bû. Îro sala 2011 diqede, saleke nû dest pê dike, bi bîr û bawerîyên nû û bi daxwazên nû…
Qasi ku tê zanîn, ji destpêka dîroka mirovatîyê vir da, li her derê mirov serê sale bi kêf û şahîyan pîroz dikin. Mexseda vê pîrozkirinê jî ewe ku, gor bawerîyên gelêrî dibêjin, destpêk çawa derbas be, dawîya wê jî wusa tê…
Ji ber vê yekê ye ku ji vê rojê ra dibêjin sere sale…
Halbûkî roja 31’ê Kanuna Ewil (Berçile) salek diqede, salek nû dest pê dike. Ev roj çiqwas serê salê be, ewqas jî dawîya salê ye.
Lê mixabin mirov û mirovatî her tim pişta xwe dide paşerojê û li pêşerojê dinêre…
Lewra pêşêroj, bingeha bîr û bawerîyê ye.
Jiyana bê bîr û bawerî, çiqwas vik û vala be, bîr û bawerîyên ji pêşerojê dûr jî ewqas bê wate ne.
Sedem vê yekê ye ku zar û zêç, qîz û xort, jin û mêr û kal û pîr, bi bîr û bawerîyên xweyên nû şahîya serê salê dixemlînin û dixwazin wek roja destpêkê hemû salê bi dilgeş û rûken derbas bikin…
Gelên bindest jî weke hemû destpêkên nû, di destpêka serê salê da jî ji bo jiyaneke bê xwîn û bê şer, ji bo welateke azad û serbixwe, bîr û bawerîyên xwe xurt dikin û şahîyên xwe bi wan bîr û bawerîya dixemlînin…
Dixwazin bindestî û belengazîya wan, zilm û zordarîya li ser wan tê kirin, wek sala kevn bi qede û sala nû, ji bo wan bibe destpêka aşitî û azadîyê…
Mixabin hinek caran jî destpêk, di roja ewil da dibe dawî…
Şûna şahîya destpêkê, şîna dawîyê digre…
Bir û bawerîyên nû tên ji bîr kirin…
Daxwazên ji bo aşitî û azadîyê hatine kirin, cîhê xwe ji kîn û nefretê ra dihêlîn…
Sala 2011’an ji bo Kurdên Bakûr bi xwîn û şer û mirinê va derbas bû. Wek salên borî bi hezaran keç û xortên Kurd, di bihara emrê xwe da jîyana xwe wunda kirin…
Lê Kurd dîsa jî ji bo sala nû, sala 2012’an xwedî bîr û bawer in ku di sala nû da ewê roj bi roj ber bi aşitî û azadîyê herin û jîyanek bê şer û bê xwîn da bijîn…
Dewleta Tirk gavek berî destpêka sala nû, weke her rojan bi çek û rextan, bi tank û top û bombeyan 35 zarokên Kurd, zarokên feqîr û belengaz kuşt…
Dewleta Tirk carek din bi hovîtîya xwe xwîna gelê Kurd rijand…
Şahîya ji bo destpêka serê salê li gelê Kurd herimand…
Şûna şahîyê, şînê girt…
Ez bawerim ev şîna 35 zarokên Kurd, bîr û bawerîyên ku ji bo Kurdistanek azad û serbixwe natemirîne…
Lê ji îro da xuya ye ev şîn, destpêka dawîya biratîya Kurd û Tirka ne…
Destpêka dawîya dem û dewrana AKP’ê û pêşeroja Erdoxan e…
Şîna 35 xortên Kurd şina hemû Kurdan e…
Jîyan bê şîn jî, bê şahî jî nabe…
Şîn jî, şahî jî perçeyek ji jîyana me ye…
Sedem vê yekê ye ku Gelê Kurd îro li alîkî şînê, li alîyê din jî ji bo bîr û bawerîyên xwe yên pêşerojê şahîyê dike…
Sersala we hemûyan pîroz be!
Di sala nu da dilê we geş, ruye we bi ken be!
31.12.2012
ikramoguz@navkurd.eu