Du hefte berê serokwezîrê Tirk Erdoxan, di civîna koma partîya xwe da eşekere kir ku, zimanê Kurdi sala ku were, di dibistanan da wek dersa bijarte bê dayîn.
Erdoxan di axaftina xwe da vê biryarê wek gavek dîrokî nirxand, pişt ra jî ji bo wergirtina dersên bijarte, hinek şert anî ziman..
Ji şertan yek ewe ku, dersa bijarte ya bi zimanê Kurdî ji sinifa 5’emîn va dest pê dike.
Ya duyemîn, ji bo wergirtina dersên bijarte bi kêmasî 10-12 pêwîste ku ew xwendevan kîjan dersê dixwazin bigrin û ji bo vê serlêdanê bikin.
Kîngê ku ev herdu şert hatîn cîh, di bin navê “Ziman û Şêwezarên Dijîn” de, Kurdî jî wek dersên bijarteyên din, ewê di heftê da 2 saet bê dayîn.
Bi rastî gava ku mirov li paşerojê binêre û bi îro ra muqayeseyek bike, bi vî halî jî ev gav, gavekî dîrokî ye, lê belê ne bese û gelek kêmasîyên wî hene.
Çine ew kêmasî?
Ya yek, navê dersê ye. Çiqwas ders bi zimanê Kurdî were dayîn jî, ew di bin navê “Ziman û Şêwezarên Dijîn” va tê bi nav kirin.
Ya duyem, ji sinifa yekî dest pê nake, ji sinifa 5’emin va dest pê dike û ne mecbûrî ye. Ki ku bixwaze vê dersê digre, yên ku nexwaze, dikare şûna wî da dersek din hilbijêre.
Ya sêyem, di heftê da tenê 2 saet e û ev jî ji bo hînbûna zimanekî bes nîne.
Ji axaftina Erdoxan vir da li ser vê mijarê ji alî Tirk û Kurdan va gelek tişt hatin gotin û nivîsandin. Min di nav van duh hefteyan da nihêrî, nivîsên ku di derbarê vê mijarê da hatine nivîsandin, pirranîya wan bi zimanê Tirkî ne. Kurdên ku li ser vê mijarê nivîsandine, dîsa pirranîya wan jî wek Tirkan bi zimanê Tirkî nêrînên xwe anîne ziman û bi Tirkî şirove kirin e.
Di piranîya nêrîn û şiroveyên Kurdan da tenê tiştek tê gotin:
„Em vê biryarê gavek erênî nabînin û em mafê perwerdeyîya bi zimanê Kurdî dixwazin.“
Lê bi çi awayî, ew ne kifş e!
Halbukî, îro xêncî partî û komelên sîyasî, li Tirkîyê an jî li derveyî Welêt gelek dezgeyên li ser ziman û çand û hunera Kurd kar dikin, hene. Li ser vê mijarê ne ji dezgeyên sîyasî, ne jî ji yên din tu projeyek erênî nehate pêşkêşkirin. Hata ji hinekan deng der neket, yên deng dan jî, bi daxuyanîyek, an jî bi sloganek rut û tazî; „Em mafê perwerdeyîya bi zimanê zikmakî dixwazin“ bû!
Ev jî tê vê wateyê kû, Kurd xwedî plan û projeyan nînin. Tenê gor sîyaseta rojane ezbere diaxifin…
Halbukî di vî warî da di destê wan da plan û projeyek tunebe jî, di gelek welatên bîyanî da nimûneyên pirr balkêş hene. Mirov dikare rewşa wan welatan binêre û tecrûbeyên wan ên balkêş wek nimûne nîşan bide.
Mesela ji wan welatan yek jî Galer e.
Çend roj berê Cengîz Çandar di nivîsek xwe da nivîsandibû ku, li Galerê zimanê Galî di berî mekteba ewlîn, yanî di çar salîya zarokan da wek zimanê perwerdeyîyê tê bikaranîn û zimanê Îngilîzî jî di sinifa yekemîn da wek dersa mecbûrî tê dayîn.
Hinek dikarin bêjin, rewşa Galer û Kurdistan, ya Îngiltere û Tirkiye ne wekhev e.
Rast e.
Lê mixabin rewşa wan welatan ne wekhev bin jî, mirov dikare ji tecrûbeyên wan hinek dersan derxîne û gor wan tecrûbeyan rêçekî ji xwe ra bibîne…
Rastîyeke ku, di şertên îroyîn da perwerdeyîya bi zimanê Kurdî di rojekî da, an jî di salekî da ne mimkûn e. Ji bo vê yekê bingehek xurt lazim e.
Lê mirov dikare bêje; heger armanç çareserîya pirsa Kurdî be, serî da divê hukumet û dewleta Tirk jî di vî warî da durist bin.
Berî her tiştî, heger ders bi zimanê Kurdî be, bila navê wî jî rast e rast were dayîn.
Ya din jî, ji bo zarokên Kurd dersa Kurdî çima di sinifa yekemîn da dest pê nake û çima mecbûrî nîne…
Heger ji bo zarokên Tirk, Kurdî wek dersa bijarte bihata dayîn, di kijan sinifê da dest pê bikira, xem ne bû…
Ev jî nîşan dide ku Erdoxan û hukumeta wî di vî warî da ne durist in…
Mirov dikare bêje, di vî warî da li alîkî tu hazirîyek Kurdan tune, li alîyê din jî nîyeta Tirkan xirab e…
Sedem vê yekê ye ku, herdu alî jî nîyet û kêmasîyên xwe eşkere nakin. Kurd kêmasîyên xwe bi sloganên hişk, Tirk jî nîyeta xwe ya xirab bi bêimkanîyan vedişêrin…
Li alî Kurdan ya eşkere ewe ku, hata Kurdên xwedî armanc bi Tirkî biaxifin û binivsînin, dewleta Tirk mafê perwerdeyîya bi zimanê zikmakî jî bide, pirranîya Kurdan wek îro, zarên xwe dîsa dişînin mektebên Tirkan û bi Tirkî bi wan ra radibin û rudinên…
Dersa bijarte ya bi zimanê Kurdî, bi serê xwe tenê îro tu kul û birînên Kurdan derman jî nake. Lê ez di wê baweriyê da me ku, çiqwas kêmasîyên wî hebin bila hebin, dîsa jî ne xirab e.
Bese ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û bi vê yekê razî nebin, daxwazên xwe yên ji bo perwerdeyîya zimanê zikmakî, ne tenê bi slogan û daxuyanîyan, bi plan û projeyên balkêş bînin ziman…
26.06.2012