Di gundê me da mirovek sêwi hebû.
Jê ra digotin Galo…
Kesên ji wî piçûktir navê wî yê rastî nizanîbûn, yên ji wî mezintir jî navê wî yê rastî bizanîbana jî, wî bi kar nedianîn…
Ji piçûkan hata mezinan, hemû gundîyan jê ra digotin Galo…
Serî Galo, binî Galo…
Sedem wê yekê Galoyê belengaz ne ji mezinan dixeyîdî ne jî di ser piçûkan da hêrs diket. Li ber gotinên wan histuyê xwe xwar dikir û di ber xwe da hurik hurik dikenîya…
Galo wek piranîya gundîyan xwendin û nivîsandinê nizanîbû, lewra di dema wî û hemsalên wî da, di gund da mektep tune bû.
Di jîyana xwe da ji gund derva gava xwe ne avêtibû, sedem wê yekê ne haya wî ji welat û bajêren cûda, ne jî zimanên cûda he bû…
Hemsalên Galo jî wek wî neçûbûn mektebê, lê belê ew, ji dê û bavên xwe an jî ji meleyên gund xwendina Quranê, bi çûyîn û hatina bajêr jî çend peyvên Tirkî hînbibûn. Pişt ra çûbûn ji dewletê ra leşkerî kiribûn, li wir hînî xwendin û nivîsandinê bibûn, Tirkîtîya wan jî hinek pêşda çûbû.
Galoyê belengaz eskerî jî nekiribû. Qasî ku ez dizanim, di çil salîyâ wî da carek girtibûn û şandibûn eskerîyê, lê di nav çend hefteyan da şûnda vegerîyabû…
Tiştên ku Galo baş dizanîbû, ew jî şivantî û gavantî, di merg û zevîyan da paletî bû.
Wek xwendin û nivîsandinê, haya wî ji ayet û duayê nimêjê jî tunebû. Lê dîsa jî rojê pênc wext nimêj dikir û tu wextek ser xwe da derbas nedikir…
Sedem wê yekê nimêjkirina Galo di gund da bibû çîrok…
Êvarên dirêj, êvarên payîz û zivistanê da hemu mêrên gund di oda mêran da dicivîyan. Hata nîvê şevê di odê da dema xwe bi ken û henek, bi listîk, bi kilam û çîrokan va derbas dikirin. Ji ber ku civat sar nebe, ji bo nimêja êvar û eşayê nediçûn camîyê, radibûn nimêja xwe di oda mêran da, bi hevra dikirin.
Piştî nimêjê dîsa qilf û qal, ken û henek dest pê dikir…
Mijara qilf û henekên wan jî bi zêdeyî li ser Galo û nimêjakirina Galo bû…
Yekî digot, „Galo, xêra dê û bavê te, tu dema radibî ser secdê û berê xwe didî qulbê, çawa nîyeta xwe ya nimêjê tînî û pişt ra kîjan ayetî dixwînî?“
Galoyê belengaz histuyê xwe xwar dikir, di ber xwe da dikenîya û bi dengekî nifs bersiva wan dida û digot; „Yaho, kar û barê we tune, hûn çi bi ser min dikevin. Ji we ra çi, ez çawa nîyeta xwe tînim û kîjan ayetê dixwînim. Ew, di navbera min û Xwedayê min da ye.“
Yekî din bi awayek cûda bi ser diket, ew disekinî yekî din dest pê dikir. Di dawîyê da Galo pêsîra xwe ji wan xilas nedkiri û digot; „Ez radibim berê xwe didim qulbê, destê xwe ber bi ezmana va bilind dikim, dû ra şûna nîyetê da, ‚Çoyê Şivan û Qoçê bizinê’ dibêjimm û tabiî civatê dibim.“
Bi van gotinên Galo ra pilqîn diket nav civata odê û dengê kenên wan li seranserî gund belav dibû. Ew bi gotinên Galo dikenîyan, Galo jî bi kenên wan…
Galo yê gundê me mirovek nezan û belengaz bû, di dilê wî da tu xirabîyek tune bû. Ji nezanî û xizanîya xwe ra rêyek dîtibû û gor wê dijîya… Tu zerar û zîyana wî nedigîhîşt kesî.
Dema ku mirov îro li civata Kurd û Tirkan dinihêre, bi hezaran kesên wek Galo dibîne…
Galo yê me mirovek sêwî û nezan bû, Galoyên ku îro derketine kuçe û kolanan jî zana û hunermend, ronakbîr û pispor in…
Dema ku mirov li ba wan qala şert û şûrtên demoqrasîyê û dadîyê bike, ew dibêjin; „Çoyê General û Serê Erdoxan“.
Qala aşitîyê û wekhevîyê bikî, îjar dibêjin; „Her der Teqsîm e, li Teqsîmê jî ber xwe dan“.
05.07.2013