Xwînxur û kujerên ÎŞÎD’ê careke din êrişî Kobanê kirin.
Bi sedan kes hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.
Bi hezaran kes careke din xwe avêtin alî serê xetê…
Li bin xetê ÎŞÎD, li ser xetê Dewleta Tirk…
Li bin xetê şer û xwin, bombebaran û kuştin, li ser xetê belengazî û bêxwedîtî…
Ax li Kurdan starîyê nake…
Carcaran li ser xetê, carcaran jî li bin xetê…
Kurdên Bakur bi stran û çîrokên ku li ser ser û binê xetê hatibûn gotin, mezin bûn.
Binê xetê, bi salan starî li Kurdên ku ji zilm û zordarîya dewleta Tirk direvîyan, kir.
Serê kê biêşîya û kî li dijberî şerê dewleta Tirk têkbiçûya, xwe davêt binê xetê…
Binê xetê, Kurdistana Rojava jibo ronakbîr û sîyasetwanên Kurd rawestgeheke çendemî bû.
Dem û dewran guherî, çerxa felekê berevajî bû, îro Kurdên binxetê bêçare ber bi serê xetê tên…
Lê çîrok eynî çîrok e…
Lehengên çîrokê jî, mijara çîrokê jî yek e.
Dîk, bi binxet û bi serxeta Kurdistanê ye, lîstikvanên çîrokê jî wek herdem Kurd in.
Yên ku hatine guhartin tenê serleyzvan in…
Jiber ku, Kurd hê îro jî bindest û belengaz in.
Di bin desthilatîya Tirk û Ereb û Eceman da bêçare, di navbera xwe da jî parçewesle ne..
Ne ew li axa xwe xwedî derdikevin, ne jî ax li wan starî dike…
Sedem vê yekê ye ku, werin kuştin jî, li sar axa xwe tar û mar bibin jî, dinya alem tênê ji dûr va li wan dinêre û ji dûr va li belengazîya wan temaşe dike…
Wek hemû gelên bindest xwîna wan xwineke erzan e.
Xwîneke bê xwedî û bê xwedan e.
Bi sedsalane ku Kurd li ser axa xwe pênaber, li ber çavên dewletên neyar bê maf û bê nasname ne..
Çerxa felekê wusa digere…
Gelên bindest duh jî, îro jî bê maf û bê rûmet in…
Xwîna wan xwîneke bdilhewa ye…
Di nav vê çerxê da lehengî û mêrxasî, bi serê xwe tenê pul û pere nake…
Maf û rûmet bi dewletbûnê va girêdayî ye.
Ha li Başur, ha li Rojava…
Li Bakur an jî li Rojhilat…
Derd jî, derman jî yek e.
Ew jî avakirina dewleteke netewî ye.
Serokatî di destê kê da dibe bila bibe, xem nîne, bese ku dewleteke Kurd avabe û li Kurdan xwedî derkeve…
Jiber ku serok û serokatî tiştekî çendemî, dewlet dezgeheke payîdar e…
Kîngê ku rêber û serokên Kurd gor vê rastîyê, nakokîyên ku di navbera wan da hene, bidin alîkî, jibo mafê dewletbûnê hewlbidin xwe û gavên dîrokî bavêjin, we demê rûmeta wan zêde, gelê Kurd jî ji belengazî û histuxwarîyê xilas dibe…
Axa serxetê û binxetê jî dibe yek.
Li axa Kurdistanê îro jî çîrokên nû tên nivîsandin, kilam û stranên azadîyê tên gotin.
Axa qedîm ewê careke din, bi xwîna leheng û mêrxasên Kurd ve bê xemilandin…
27.06.2015
ikramoguz@navkurd.eu