Di hilbijartinên dema piçûktîya min da gundî li odê mêran dicivîyan û ji bo hilbijartinê biryar distandin. Di navbera wan da xêncî CHP’ê û MHP’ê navê hemû partîyên Tirkan derbas dibûn.
Hinekan digotin em îsal reya xwe bidin partîya demoqrat, hinekan digotin em bidin Adaletê, hinekan jî digot Erbakan mirovek misilmanê, emê reya xwe bidin partîya wî. Ji bilî Ataturk û Înonî ji CHP’ê, ji bilî Tirkeş jî ji MHP’ê diqarîyan.
Di gund da tu reyek jî ji wan her du partîyan ra dernediket. Kesê ku dixwast partîya adaletê hilbijêre, temî li jin û zarên xwe dikir û ji wan ra digot, „rind diqet bike, mohra xwe bi xeletî li şûna hespê kumêt li ser gurê har nexe“.
Kesê ku dixwest reya xwe bide partîya demoqrat, wan jî digot; „resmê dest û şeş pencikê li hev neqelibîne, mohra xwe li ser nîşana dest bixe“.
Ji ber ku xwendin û nivîsandina kesî tunebû û gor sembolên partîyan reyên xwe didan.
Di salên heftêyî da ez jî wek xortên Kurd ketim nav sîyaseta Kurd û min jî wek kesên din xwe şoreşger û sosyalîst bi nav dikir û wek hemû Kurdên şoreşger û sosyalîst, CHP’ê jî wek partîyeke demoqrat, partîyên din jî paşverû didît.
Kesên ku di hilbijartinan da reyên xwe didan CHP’ê pêşverû, yên din jî wek dê û bavê xwe, kesên paşverû dihesiband.
Ji ber ku haya me ji dîroka me tune bû.
Armanc jî, bi biratîya Tirkan va sosylaizm bû.
Daxwaza Kurdistaneke serbixwe di dilda heba jî, ji bilî rexneyên çepên Tirkan, ew wek daxwazên nasyonalîst û paşverûyan dihat bi nav kirin.
Wê demê hemû şoreşger û sosyalîtên Kurd, ji bo Tirkîyeke demoqrat di hemû hilbijartinan da alîkarîya CHP’ê dikirin û ji bo reydana CHP’ê daxwaz li dê û bavê xwe dikirin.
Ez jî ji wan yek bûm. Di hilbijartina sala 1977’an da bavê min ji bo vê daxwazê ji min ra wuha got; „Kurê min em wek we ne xwendevanin, ne jî zana û siyasetwan in. Lê belê ji bo CHP’ê daxwazê li min neke. CHP ku partîya Mistoyê kor û Îsmetê kerr e. Ew her du jî neyarên gelê Kurd in. Zilm û zordariya wan û partîya wan li me kir, bila neyê serê neyarên me. Ez naxwazim te bişkînim, lê mixabin di vî warî da zorê nede min. Heger tu dixwazî, ji bo xatirê te, ez dikarim reya xwe bidim partîya komînîst a ku navê serokê wê ra Perinçek e, Marîcek e dibêjin. Min heya îro reya xwe neda CHP’ê, ji îro şûnda heta dawîya emrê xwe jî tu car nadim.“
Ev nêrîn ne tenê nerîna dê û bavê min bû. Pirranîya Kurdên şafî jî wusa difikirîn.
Zilm û zordarîya wan dîtibûn, ji Kurdên Alewî zêdetir nebûn.
Piştî damezrandina komara Tirk camî û medreseyên Kurdên Şafî hatibûn girtin, lê ibadetxaneyên Kurdên Elewî jî ne vekirîbûn.
Hemû lehçêyên Kurdî, ger kurmancî ger zazaki, hemû hatibûn qedexekirin. Elewî ,an jî Şafî, hebûna hemû Kurdan dihat înkar kirin.
Kurdên Safî di serhildana Şêx Said û serhildana Agirî da hatibûn qetilkirin, Kurdên Elewî jî di serhildana Koçgirî û Dersimê da.
Gelo çima di navbera Kurdên Elewî da şûna neyartîyê, hezkirina kemalîzmê girtibû?
Bersiva vê pirsê, ne bi bawerîy olî, ne jî bi kêmbûn û zêdebûna zilm û zordarîyê va girêdayî ye.
Bi raya min yek bersivek vê yekê he ye.
Ew jî ji dûrketina nasnama netewîyê ye.
Kurdên Elewî ji Kurdayetîyê dûr ketin û nezikî kemelîzmê bûn.
Kurdên Şafî jî Kurdayetîya xwe parastin û ji kemalizmê dûr ketin.
Bi çi navî tê binavkirin bila bê, ev ne tenê ji bo gundî û xebatkaran, ji bo xwendevan û zanayên Kurdan jî rastîyeke balkêş e.
Ji ber vê yekê ye ku cîgirê Baykal BêOnur Oymen dibêje, „di dema Ataturk da li dijî serhildana Şêx Said û Dêrsimê çi hatîye kirin, bila îro jî li dijî Kurdan ew bê kirin.“
Hinek Elewî ji van gotinên wî ra çepik lêxistin, hinek bêdeng man, yên dengên xwe derdixin ew jî dibêjin, „bila BêOnur Oymen ji Elewîyan uzrê xwe bixwaze“.
BêOnur di axaftina xwe da ne qala Elewîya dike, ne jî dijbertîya wan. Ew wek bapîrên xwe hemû Kurdan yek dibîne û di axaftina xwe da jî dijbertîya wan dike.
Heger ev gotinên wî zora we diçe, bêjin bila ew ji Gelê Kurd uzrê xwe bixawaz e!..
Elewî, an jî Şafî, ferq nake…
13.11.2009