Bi qatlîma Pirsûsê va dawî li pêvajoya çareserîyê hat.
Şer dest pê kir.
Şerekî qirêj û bêhevgirtî.
Careke din top û tank bi rê ketin, firokeyên şer bilind bûn.
Li ser axa Kurdistanê ji erd û ezmanan bombe dibarinîn.
Ji salan vir da çi bû, çi qewimî?
Çîrokên ku li ser biratîya gelan û biratîya olî dihatin gotin, çima hatin birîn?
Îro tu kes ne qala van çîrokan dike, ne jî bersiva van pirsan dide.
Herkes di mala xwe da rûniştîyê, di navbera pacê xwe da li derva dinêre û jibo mafdarîya alîgirên xwe li bahaneyên vala digere.
Piştî katliama Pirsusê li gelek bajarên Kurda çalakî hatibûn lidarxistin. Di wan çalakîyeki de, di destê xortekî Kurd da pankartek hebû, li ser pankartê gotineke kurt û balkêş cîh digirt.
„Dema ku ez digrîm eger tu bikenî, em ne bira ne.“
Ev gotineke balkêş e, mixabin di gelek xalên jîyanê da beranberîyeke wê nîne û gotineke yekalî ye.
Sedem vê yekê çiqas gotineke balkêş bê, ewqas jî puç û vala ye.
Biratî…
Bi kî/kê ra û bi çi awayî…
Biratîya Gelan…
Biratîya Olî…
Biratîya Sîyasî…
Di van her sê xalan da kî/kê daw û doza biratîyê dike?
An jî kî/kê şert û şûrtên biratîyê bi cîh tîne?
Mirov dikare bi hezaran mînak nîşan bide, ew kesên ku daw û doza biratîyê dikin, kesên belengaz û bêçare ne.
Ew kesên ku şert û şurtên biratîyê bicîh naynin, ew jî, bê derd û bê kul in…
Wek Kurd û Tirk…
Wek Sunî, Şafiî û Alewî…
Wek karker û kardêr…
Kurd ji salan vir da biratîya gelan dixwazin, bi sloganên sîyasî û bi gotinên olî vê daxwazê tînin ziman, xwe wek birayê Tirkan dihesibînin, jiber ku bindest in, bêxwedî û bêxwedan in.
Belengaz û bêdewlet in.
Tirk ne daxwazên wan dibhîsin, ne jî belengazîya wan dibînin, jiber ku ew serdest û xwedî dewlet in.
Şafiî û Alewî biratîya olî dixwazin, Sunî dengê wan nabihîsin û hevparîya wan a olî napejirînin.
Karker xwe bi kardêrên xwe ra bira dibînin, kardêr li kar û qezenca xwe dinêrin.
Daxwazên biratîyê yên bi yekalî tu car bersiv nabînin.
Jiber ku daxwaz û armancên wan ne yek in.
Di her xalên jîyanê da ne wekhev in.
Halbûkî biratî di nevbera kesên wekhev da, an jî di navbera gelên serdest da dibe.
Gelên bindest û serdest li kîderê dijîn bila bijîn, reng û dengên wan, bawerîyên wan ên olî û sîyasî wekhevbin jî, tu car bi hev ra nabin bira.
Kurd heta nebin xwedî dewlet û civateke serdest, daxwazên wan ên jibo biratîyê bê bersiv dimîne. Ne Tirk, ne jî Ereb û Ecem bi Kurdan ra dibin bira…
Sedem vê yeke ye ku, ew Kurdên îro hê daw û doza biratîya gelan dikin, wek xelata biratîyê ,ji dewletên birayên xwe gule û bombeyan distînin…
30.07.2015