Dema zanîngehê da hevalekî min ê karîzmatîk hebû. Em her roj bi hev ra diçûn zaningehê. Di bin çengê me da pirtûkên dersê, di bin çengê wî da jî Kapîtal, pirtûka Karl Marx. Em diçûn diketin dersê, ew li derva dima. Carcaran xwe şaşbikira û bi me ra biketaba hundir jî, heta dawîyê nedisekinî. Hêdîka ji cîhê xwe radibû, derdiket diçû li kantînê rûdinişt. Berê Kapîtala Karl Marx ji bin çengê xwe derdixist û dadanî ser masê, pişt ra jî qelûna xwe…
Qeluna xwe tijî titun dikir û dikir nav lêvên xwe, hestê muxtaran ji berika xwe derdixist, hêdî hêdi qelûna xwe dadida. Pê ra li der dora xwe dinêrî û gurmik li qelûnê dixist. Duyê qelûna wî û bîhna tituna wî li hemû baxçeyê zanîngehê belav dibû…
Carcaran em bi ser diketin, me pê ra henekên xwe dikir û digot; „hevalo, madem tu nakevî dersê, tiştên ku em hîndibin em ji te ra bi kurtayî bbiêjin, tiştê ku tu ji Kapîtalê fêr dibî, tu ji me ra bi kurtayî bbiêje. Bi wî awayî tu ji dersê şûnda namînî, em jî ji îlmê Marx.“
Dikenya û bi dengek nivs wuha digot; „ji kesîra nebêjin, ez naxwînim ku tiştekî jê fêm bikim û ji wer a bibêjim. Ez kapîtalê tenê ji bo karîzma xwe bi xwe ra digerînim“.
Ez bawerim, mesela nivîs û wêneyên di facebookê da tên ecibandin û parvekerinê jî wek mesela hevalê min in.
Çend roj berê min di facebookê da nivîsek xwe parvakir. Li ser parvakirina min hê sanîyek derbas nebibû, min nihêrî ku yekî parvekirina min ecibandîye.
Şûnda vegerîyam ser demnameya xwe, min dît ku yê nivîsa min ecibandîye, xwarzîya min e. Bi rastî, li alîki kêfxweş bûm ku xwarzîya min jî xwendekare û li zanîngehê dixwîne, nivîsa xalê xwe him xwandîye, him jî ecibandîye. Li alîkî jî ketim şikê ku xwarzîya min di nav sanîyekî da çawa xwend…
Hema bi lez û bez çûm ser demnameya wê, jê ra peyamek şand û jê pirsî: „Keçê te çawa di nav sanîyekî da nivîsa min xwend û eciband?“
Wê jî hema bersiva min da û got; „xalo min nivîsa te hata dawîyê nexwand, tenê ser nivîs û spota wî li min xweş hat, min jî girt eciband“.
Ser wê yekê min carek din jê ra nivîsand û got; „runê, nivîsa min ji serîda hata dawîyê bixwîne. Heger nivîs bi rastî li te xweş hat, wî bi hevalên xwe ra jî parve bike û carek din jî nivîsen tu kesî, bê xwendin ne biecibîne ne jî parvake.“
Ji wê demê vir da 15 roj derbas bû, lê hê jî ji xwarzîya min tu dengek derneket. Ya hê nivîsa min nexwendîye, yan jî xwend, lê xweş nehat ku wî bi kesî ra parvenekirî ye…
Qasî ku ez dizanim, hevalê minê hêja jî demek berê li ser parvekirina nivîsan hinek tişt nivîsandibû. Hevalê min di nivîsa xwe da gilî û gazinên xwe ji me hemuyan dikir û digot; „ez bi zimanê Kurdî û Tirkî gelek nivîsan parve dikim. Yên bi Kurdî kêm, yên bi Tirkî jî zêde tên ecibandin û parvakirinê“.
Ev jî rastîyeke dine. Ez bawerim ne ku tenê di facebookê da, di rojname û kovara da jî gor nivîsên bi Tirkî, yên bi Kurdî daha kêm tên xwendinê. Di pîyasa pirtûkan da jî ev mijar wusa ye.
Pirtûkên bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, gor yên bi Tirkî hem kêm tên çapkirin, hem jî kêm tên firotin. Ev derdê me yê girane û dermanê wê jî hê nehatîye dîtin!..
Lê di fasebookê da rewş tew cûda ye. Piranîya kesên ku di wê dinyayê, (dinya derew) da digerin, derdên wan ne xwendin, ne jî nivîsandine. Dinihêrin ku, gelo kê çi kirîye, an jî kê ji kê ra daye xebera, kî li pê kî/kê diçe, kê wêneyê kê parvekirî ye hwd?
Pişt re jî bi yek tilîyek parvakirinê hinek hevalên xwe diecibînin û bi wî awayî xwendevanîya xwe û zanayî ya xwe ravayê dost û hevalên xwe didin. Bi dilek şa û bi serkeftî ji dinya sanal derdikevin û vedigerin ser dinya xwe ya real..
Ji ber vê yekê ye ku dibêjim, hevalên ku parvekirin û ecibandina nivîsên xwe wek min kêm dibînin bila xem nekin. Wek min bifikirin û ber dilê xwe bidin…
Ez bi xwe zêde tiştan parve nakim. Xêncî nivîsên xwe, carcaran jî kilamekî an jî hinek nivîsên ku di malpera Navkurdê da diweşînim, wan, bi heval û dostên xwe ra di facebookê da jî parve dikim.
Yên ku wan dixwînin û piştra jî diecibînin, ji wan ra dibêjim malî ava…
Lê yên ku wek xwarzîya min, bê xwendin be jî naecibînin, ji wan ra jî dibêjim êvala û derbas dibim, li kar û barê xwe dinêrim.
17.10.2012
ikramoguz@navkurd.eu