Îro 100 sala komkujîya Ermenîyan e. Ji vir sed sal berê dewleta Osmanî ji mîlyonek zêdetir Ermenî qirkir, koka wan qeland. Ew kesên ku ji komkujîyê xilasbûn, nasnameyên xwe veşartin û bi nav û nasnameyên nû jîyana xwe domandin. Zarokên ku sêwî mabûn, ew jî di sêwîxaneyan da mezinbûn, dûra ji wan hinek di malên Tirkan da bûn berdestî, hinekên wan jî wek Bavfileya gundê me bi mêrebîyan ra zewicîn…
Ew, bê dil ji ola xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe dûr ketin, navên nû li xwe kirin. Mixabin, dîsa jî di jîyana xwe da rûmet nedîtin. Ji alî malbatên xwe yên nû va jî biçûk hatin dîtin, bi navê ola dê û bavên xwe hatin bi nav kirin.
Ji wan yek jî Bavfile ya gundê me bû.
Ew jî wek jinên hemsalên xwe, xwedî zar û zêç û xwedî mal û milk bû.
Jîyana hemû jinên gund çawa ba, ya wê jî wusa bû.
Tu kêmasîyeke wê ji jinên hemsalên wê tune bû, ji wan behredartir, ji wan bedew û paqiş bû.. Di mala xwe da xalî û xalîçe çê dikir. Dêrî û delmên jinên gund wê dibirî û wê didirût.
Xwedîyê du zimanan bû, qasî ku bi kurdî diaxifî ewqas baş jî bi tirkî diaxifî.
Piranîya jinên gund ê hemsalên wê, di emrê xwe da dibeku carek ji gund derneketibûn, ew qasî ku jineke gundî, ewqas jî jineke bajêrî bû.
Wê jî wek jin û mêrên gund, di rojê da pênc wext nimêj dikir û meha remezanê da rojî digirt. Di warê olî da xwedî bîr û bawerî, bi limêj û teat bû. Di salên 1970’ê yî da çûbû hec û wezîfa xwe ya hecê jî anîbu cîh.
Lê dîsa ne bi hecîtîya xwe, ne jî bi navê xwe dihat nasîn. Jinikeke bênav bû. Xêncî çend kal û pîrên gund, di gund da tu kesî navê wê yê rastî nizanîbû. Ew kal û pîrên ji navê wî hayîdar, wan jî wek gundîyên din wê bi koka wê, bi dinê dê û bavê wê va gitê didan û binavdikirin.
Bavfile…
Bavfile ya Tirk…
Li ber çavê gundîyan sûc û gunê wê ne tenê Filetîya dê û bavê wê bû, zanebûna wê ya tirkî jî wek kêmasîyeke mezin dihat dîtin
Bernavka wê ya Bavfile dîsa dihat fêmkirin, lewra ji zarokên gund hata kal û pîrên gund, bi kemasî be jî ji kirinên Tirkan en ku li Fileyan hatibûn kirin, agahdarbûn. Di derheqê komkujî û talankirina mal û milkên Filan da, ji dê û bavên xwe, ji kal û pîrên xwe gelek tişt bihîstibûn. Ji neyartîya herdu alîyan jî bêhayîdar nebûn. Lê dîsa jî, ew jinikeka bê nav li ber çavên wan hem Bavfile, hem jî Tirk bû…
Çiqas, bi bernavka Bavfile bihata binavkirin, ew jî qasî hemû jin û mêrên gundê me ji jîyan û dîrok û ji zimanê Ermenîyan dûr bû. Jiber ku ew jî wek zarokên hemwelatîyên xwe di piçûktîya xwe da ji dê û bavê xwe, ji heval û hogirên xwe qetîyabû û li ber destê neyarên bav û kalên xwe mezin bibû. Li ba gundîya, ne hecîtiya wê, ne jî limêj û taeta wê têra misilmantîya wê dikir. Cînareka baş, jinikeka bi huner, ji derdora xwe ra alîkar bû, lê dîsa jî navê wî tenê Bavfile bû…
Di derheqê jîyana wê da kesî zêde tiştek nizanibû.
Tenê çend kal û pîrên gund digotin; wê berîya şerê cîhanê ya yekemîn, dê û bavê xwe winda kirîye. Dû ra li Erzirumê, di sêwîxanê da mezin bûye. Gundîyek me jî, wê wek jina xwe ya duyemîn bi xwe ra mar kirîye û anîye gund.
Lê gundîyê me wê çawa, li ku û bi çi awayî naskirîye, kesî tiştek nizanîbu. Derheqê pêşîya wê da tiştê ku dihat zanin ew bû ku, digotin dê û bavê wî File bune û piştî mirirna wan, ew sêwî maye û di sêwîxanê da mezin bûye.
Bavfile, çil-pênce sal berê, kêmasî di hêştê salîyên xwe da çû ber dilovanîya xwe, lê piştî mirina wê jî navê wê nehat guhartin. Hê jî bi koka xwe va tê bi nav kirin û tê bi bîr anîn…
Bavfile…
Bavfila Tirk…
Belê dewleta Osmanî 100 sal berê komkujîya Ermenîyan kir, dewleta ku li ser hîmê wê avabû, ew îro jî hê gunekarîya ecdadê xwe qebûl nake û ser da neyartîya Ermenîyan dike.
***
Bi sedema 100 sala komkujîya Ermenîyan, cînara bav û kalê min careke din hate bîra min. Ji bo bîranîna wê, min ji hinek kal û pîrên gund navê wê pirsî, bi salan şûnda be jî, ez navê wê yê rastî hîn bûm.
Lê dîsa jî ez wek gundîyên me wê bi Bavfiletiya wê bi nav dikim. Lewra Bavfile ji navê wê yê fermî çêtir e û wê bi koka wê va girêdide…
24.04.2015
ikramoguzœnavkurd.eu