Mirin peyvekî sar e. Mirov naxwaze wî bi hêsanî bikarbîne. Axaftin û nivîsandina lê pê mirina heval û dostan jî zor û zehmete. Ne peyv bi hêsanî ji devê mirovan derdikeve, ne jî destên mirova diçe pênûsê. Peyv di qirika mirov da dimînin û li pêy hev dibin glok, tilîyên mirovan diricifin, pênûs ji destê mirovan da dikeve xarê.
Mixabîn mirov çiqas ji mirinê dûr bisekine û neyne bîra xwe jî, ne dikare xwe jê dûr bîxîne, ne jî dikare dost û hevalên xwe jê biparze.
Wek bûyîn û jîyan, mirin jî zagoneke ji zagonên jîyanê yê û wek hemû zindîyan mirov jî, zu an jî dereng pêşwazî li mirinê dike û tu car jê nafilite.
Hevalê min ê hêja, dostê minê bi rûmet û qedirbilind Ali Riza Sever jî ji mirina sar xilas nebû. Ji vir du sal berê nexwaşîya pençeşêrê bi pêsîra wî girt û roj bi roj kezeba heland. Li dijî nexweşîya xwe ya giran du sal ber xwe da…
Alî Riza ji mirin û nexwaşîyê neditirsîya. Herdem rûken û dilgerm dijîya û tinazê xwe bi jîyanê dikir. Li ser pirsgirêkên piçûkên rojane nedisekinî û wan ji xwe ra nedikir xem. Jîyana wî hertim rengîn bû, roj û şevên xwe bi ken û henakan derbas dikir.
Di herî rojên tengasîyê da jî ken ji rûyê wî kêm nedibûn…
Mixabin ew çend roj berê, roja 14’ê Adarê ji welatê xwe û ji axa bav û kalên xwe dûr, li xerîbîyê, ji nav dost û hevalên xewe û ji nav malbata xwe koçber bû. Me hemûyan li paş xwe hîşt û ber bi ezmanan firîya.
Alî Riza berî hertiştî Kurdekî welatparêz, însanekî mirovhiz, hevalekî ji dil û dostekî qedîm bû.
Di jîyana xwe da herdem rûken û dilgerm bû.
Gotin û kirinên wî yek, di dilê wî da cîhê xirabîyê tune bû.
Tiştê ku di dilê wî da heba, di bin her şert û mercan da, bê tirs û bê xof dianî ziman, di jîyana xwe ya rojane û di karên xwe yên sîyasî da ji rastîyê dûr nediket û ji rastîya xwe tu car tavîz nedida…
Hezarcar mixabin, mirina sar pêsîra wî ber neda û wî ji zu va ji malbata wî û ji dost û hevalên wî qetand.
Bila warê wî yê nû bihuşt, serê malbata wî û dost û hevalên wî sax be!..
19.03.2014
ikramoguz@navkurd.eu