Îro ne ku tenê li gundên serê çîyan, li seranseri Rojhilata Navîn Cinên Modern peyda bûn. Ew bi çek û rextên xwe yên modern gund û bajaran wêran dikin, ji tirs û xofa wan gelên bê star pîran pîran dibin.
Meheke berê Birêz Zeynel Abîdîn Zinar li ser daweta Cinan û ziman nivîsek nivîsandibû. Di nivîsa xwe da digot ku, Cinên Kurdistanê bi Kurdî diaxifîn û di govendê xwe da jî bi kilam û stranên Kurdî direqisîn…
Dema ku min ev nivîs xwend, mesela daweta cinan û şivantîya Kalê gundê me hate bîra min.
Di salên 1970’yî da dema ku ez 10-12 salî bûm, emrê Kalê jî ji sed salî zêdetir bû. Kalê kalekî nûranî bû. Rûyê wî yê sipî çîl qerqaş, li ser bejna wî ya kin û zirav, heta ser navikê wî dirêj bibû. Sûretê wî yê glover û zerîn bi rûyê wî yê sipî dixemiland.
Gor gotina gundîya, wî emrê xwe bi şivantîyê, bi şivantîya pezê mala şêx derbaskiribû. Ji gundê mala Şêx ra Qerekilîs digotin. Qerekilîs li bin gundê me gundekî piçûk bû û ji du malbatan pêkdihat. Ji wan yek mala Şex Ehmed, ya din jî mala Budax Axa bû. Xêncî wan çend malên mirêbeyên mala Budax Axa di Qerekilîsê da dijîyan.
Di navbera Gundê me û Qerekilîsê da newalekî mezin hebû, jê ra Newala Kevrê Gewr digotin. Li herdu kirên newalê zevî, li deşta newalê da jî mêrga mala Şex cîh digirt. Li serê newalê alî jêr çemê ku ji Şahwelat, Şahwelat beşek ji çîyayê Paltokan e (Palandöken), dest pê dikir û digihîşt çemê Erez, derbas dibû, li jorî newalê jî Tirbeyek bê nav, jê ra Şehîdê Kevrê Gewr digotin, li rexta tirbê jî tenê ji kevirên Gewr gireke bilind û di nav gira keviran da jî şikeftek mezin hebû. Dema ku di gundên derdorê da şahîyek çêbiba, wek lingvekirina bûkan, piştî suneta zarokan, qîz û xort û jin û zarokên gund bi biryan û cûre cûre vexwarinan diçûn ser Tirba Kevrê Gewr. Qîz û xort diketin destê hev, ji sibê heta êvarê govend digerandin , zarok, bi taybetî zarokên mêr jî diçûn di şikeftê da çavçirtonek dilîstin.
Gor gotinên mezinan, di destpêka salên 1900’î da Kalê dîsa wek hersal şivantîya mala Şêx dike û biroj pezê xwe li der dora gund diçêrîne, êvaran jî derdixîne şevînê. Ji wan şevan şevek Kalê li ser girê newalê pezê xwe di guherê da mexel dike, pizbenda xwe bi lingê bizinekî va girê dide, xwe di nav kulavê xwe da dirêj dike û radizê.
Ber bi nîvê şevê, Kalê bi dengê stranan va hişyar dibe, dibîne ku bi dehan mêr û jin bi sarî hatine li kêleka guherê sekinîne. Kalê ditirse, radibe ser xwe û çend gav ber bi wan diçe, pişt re di cîhê xwe da wek kerr û lal dimîne. Ji alaya dawetê du kes ji hespên xwe peya dibin û ber bi Kalê tên, hêdîka dikevin milê wî û vedigerin, terin li rexta mezinê alaya dawetê disekinin. Mezinê wan ji Kalê re dibêje, „Xortê Delal li van deran tu şikeftek tune, em heta serê sibê tê da rawestin“.
Dema ku Kalê van gotinan dibihîze, tirsa wî derbas dibe, dev û lêvên wî vedibin, hişê wî tê serî, her du destê xwe li ser navika xwe girê dide û dibêje, „ma qey gund wêran bûne, vê şevê hun li şikeftan digerin. Gundê li jêrî me gundê mala Şêx e, yê li jor jî gundê me ye. Hun dikarin li herdu gundan jî bibin mêvan.“
Mezinê alaya dawetê dibêje, „Vê nivê şevê em naxwazin kesî eciz bikin, em ji rêyekî dûr tên, rîya me ya mayîn jî hê dûr e. Jiber vê yekê şikefteke hebe, emê li wir çend saetan razên û pişt ra têkevin ser rîya xwe û herin“.
Ser vê yekê Kalê dibêje, „li jorî vê newalê şikeftek heye, lê belê ez nikarim pezê xwe bêxwedî bihêlim û bi we ra werim. Ezê rê tarîfî we bikim, hûnê gor tarîfa min herin û xwe bighîjin şikeftê“.
Mezinê dawetê dibêje, „Xorto, em xerîbin, naxwazin di nav zevî û mêrgên xelkê da herin, ez du mirovên xwe li ba pezê te dihêlim, tu bi me ra were heta ber şikeftê, dû re jî vegere were ber pezê xwe, paşê jî mirovên min bila werin xwe bighîjin me.“
Kalê bêçare, pêşnîyara mezinê alaya dawetê qebûl dike, dide pêşîyê û wan heta mixara Kevrê Gewr dibe. Bûk û berbû, xwendi hemû ji hespên xwe peya dibin û dikevin hundurê şikeftê, dû re Kalê destûrê dixwaze ku şûnda vegere.
Mezinê alaya dawetê bi milê Kalê digre, dibe hundurê şikeftê û jê ra dibêje, „Bi navê xwedê ez te bernadim. Madem te me heta vêdera anî, hinek li ba me bisekine, emê hinek govendê bigrin, bi hev ra bilîzin, dû ra vegere“.
Kale careke din bêçare dimîne û pêşnîyara mezinê alaya dawetê qebûl dike.
Gor gotina Kalê, xwendî û berbû dikevin milê hev, wek cergobezî govênde digerînin, kilam û stranan dibêjin û gor rîtmê stranan direqisin. Pişt re, govend sar dibe, mezinê alaya dawetê dikeve milê Kalê, heta ber derê şikeftê bi Kalê ra dimeşe, li ber derê şikeftê destê xwe davêje berîka xwe, kulmek tijî qafikê pîvazan ji berîka xwe derdixe, dike berîka Kalê û Kalê şûnda dişîne.
Kalê hinek ji şikeftê dûr dikeve, ji xwe ji xwe ra, „Kurê kerê qîmîşî çerez nebû, kulmek qafikê pîvaza kir berîka min“ dibêje, qafikan ji berîka xwe derdixe û di tarîyê da davêje.
Kalê bi lez û bez vedigere tê guhera pezê xwe, dinêre ku çawa hîştîye, pezê wî bi wî awayî di cîhê xwe da sekinîne. Tere cem herdû mirovên alaya dawetê, rîya şikeftê tarîfî wan dike û dişîne.
Şev li Kalê diherime, xew nakeve çavê wî, di derheqê dawetê, govend û reqsa berbû û xwendîyan da, qafikê pîvazan da difikire, xewa wî direve, heta destê sibê li dora guherê tere û tê, bêxew dimîne. Bi berbanga sibê re pezê xwe ji mexel radike, heta nîvroyê diçêrîne û berê pez dide gund. Pez dibe di berîyê da mexel dike û diçe mala Şêx.
Çawa ku Şêx Kalê dibîne, dinêre ku, rû û rûçikên kalê ne di cîh da ye. Kalê wek ne Kalê hertim e. Bang li Kalê dike û dibê, „Kuro îşev çi bû, çi li te qewimî? Rû û rûçikên te ne baş dixuyên.“
Kalê berê ji tirsan qala tiştên ku di ser wî da derbasbûne, nake.
Lê Şêx pêsîra wî bernade, ser da diçe û dibêje, „helbet tiştek hatîye serê te ku, çavên te sor, rû û ruçikên te wek berfa serê çîyayê Şahwelat sipî bûne…“
Kalê dinêre, ji destê Şêx xilas nabe, xwe davê ber lingên Şex û bi dengekî nivs dibêje; „Ez qurban min efu bike, îşev tiştekî hate serê min, ji bo wê yekê ez ranezam, bêxew mam, loma çavên min sor bûne û westyayî me.“
Bi israra Şêx, Kalê destûrê ji Şêx dixwaze û wê şevê çi hatîye serê wî, yekoyek ji Şêx ra dibêje.
Gotinên Kalê xilas dibe, Şêx di ber xwe da dikene û ji kalê dipirse, „Kuro, te çima qafilê pîvazan avêt“.
Kalê, „ez gurban ez qafilê pîvazan çi bikim, ne tên xwarin, ne jî tên vexwarin.“
Şêx dîsa di ber xwe da dikene û dibêje, „hela berîka xwe binêre, di binê berîka te da qet qafil mane, yan na.“
Kalê destê xwe davêje berîka xwe, tiştek dikeve destê wî. Destê xwe ji berîka xwe derdixe, lê dinêre ku yek zêrekî Reşad e.
Careke din bi tirs û xof lavayê Şêx dike û dibêje, „ez qurban wele haya min ji vî zêrî nîne, ne min ji kesî zêr xwestîye, ne jî tu kesî zêr daye min“.
Şêx îjar bi dengekî bilind dibêje, „Kuro, gêjo ew daweta ku tu qalê dikî ew daweta cinan bû. Ew qafilê pîvazan jî hemû zêr bûn. Eger te ew neavêtana, nuha ew hemû wek zêr di berîka te da diman.“
Dema ku kalê van gotinên Şêx, ew gotinên ku tê da cin û daweta cinan derbas dibe, dibhîse, qafikê pîvazan û zêran ji bîr dike, ji tirsan bedena wî ji serî heta lingan dilerize û dixeriqe…
Çiqas li erdê dimîne, Kalê bi xwe jî nizane.
Lê dema ku çavê xwe vedike dinêre Şêx di ser wî da dixwîne.
Kalê radibe, dest û rûyê xwe bi ava sar dişo û tê li rexta Şêx disekine. Şêx jê ra niviştek dinivîse, niviştê qat qat dike, dide kalê û dibêje, „Gêjo, vê niviştê tu carî ji histûyê xwe dernexîne. Heta ku ev nivişt bi te ra be, tu li kîderê dibî bila bibî, ne şev, ne jî roj tu carî cin nêzikî te nabin. Lê kîngê ku wek cara îjar alaya dawetek rastî te hat û qafilên pîvazan dan te, tu wan nevêje û di berîka xwe da bihêle“.
Kalê niviştê davejê histuyê xwe û ber bi bêrîyê diçe, ji wê rojê şûnda dîsa bi salan şivantîyê dike, lê ne rastî cinan tê, ne jî rastî daweta wan dibe…
Di ser şivantîya Kalê û daweta cinan da sed sal derbas bû. Ne cin man ne jî tirs û xofa ji wan. Lê îro ne ku tenê li gundên serê çîyan, li seranseri Rojhilata Navîn Cinên Modern peyda bûne. Ew bi çek û rextên xwe yên modern gund û bajaran vêran dikin, ji tirs û xofa wan gelên bêstar pîran pîran dibin. Ew welatên nû ava dikin, di navbera wan da xetên nû dikşînin. Erdnîgarîya Rojhilata Navîn gav bi gav di navbera xwe da parvedikin. Ji xwe ra zêrên Reşad digrin, ji gelê herêmê ra jî qafikê pîvazan dihêlin.
Li dijberî wan ne niviştên Şêxan, ne jî hunerê şivanan çare dikin…
17.10.2015