Berbijêrê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan di mîtînga partiya xwe da axifî. Ocalan di axaftina xwe da dibêje; “Em dibêjin êdî sedsala 21an bila bibe ya Kurdan. Miletê me Kurdistaneke azad heq dike. Miletê me mêtîngeriya li ser xwe qebûl nake.”
Partiya Çepên Kesk yekemîn mitînga xwe ya bajêr a hilbijartinên 14ê Gulanê li navçeya Sirûcê ya Rihayê li dar xist. Rêvebir û berbijêrên partîyê beşdarî mîtîngê bûn, ku ji wan yek jî Omer Ocalan e.
Omer Ocalan di mîtingê da axaftinek kir û di axaftina xwe da wuha dibêje; “Nûnerdtiya Kurdan jî di nav Partiya Çep a Kesk da ye. Em dibêjin êdî Sedsala 21an bila bibe sedsala Kurdan. Ev milet, ev gel azadiyê heq dike. Miletê me Kurdistaneke azad heq dike. Miletê me mêtîngeriya li ser xwe qebûl nake. Ji bo wê em dibêjin bi xebata xurt emê di 14ê Gulanê da herin ser sindoqan. Emê partiya xwe bi xurtayî ji vê sindoqê derxin.”