Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li senatorê navdar ê Amerîkî Lindsey Graham û şandeya ya ku ji Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski, Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî John Brennan û hejmarek diplomatkar û berpirsên leşkerî pêk hatibû, kir.
Hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî û Lindsey Graham rewşa Sûriyê û pirsa Kurd gotubêj kirine.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê hevdîtnê da daxuyaniyek daku di civînê de rewş û prosesa siyasî ya Iraqê, pêşhatên dawiyê yên şerê li dijî terorê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çareserkirina pirsgirêkên navbera her du aliyan û rewşa Sûriyê û pirsa Kurd li Sûriyê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê da tê gotin, ku Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştgirî û alîkariyên Amerîkayê yên di dema şerê li dijî terorê da ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê hatine kirin, spasiya xwe kirîye.
Herwiha Barzanî ji bo pirsgirekên herêmê ji Lindsey Graham ra gotîye, ku kilîta çareseriya pirsgirêkên Iraqê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û ew jî bi rêya diyalogê û li gor destûra Iraqê ye.