Di demekê da ye ku aloziya di navbera Amerîka û Rûsyayê da zêde bûye. Serokên herdu dewletan, Biden û Putîn bi rêya video konferansê civînek saz kirin. Di civînê da Biden hişyariyeke tund da Putin.
Jake Sullivan, ku Rawêjkarê Asayîşa Niştimanî ya Amerîkayê ye, di derbarê civînê da wiha dibêje, “Civîneke bisûd bû, ji ber derfet da Serok Biden ku vekirî helwêsta Amerîkayê derbarê Ukraynayê da bighîne Putin. Hevdem ligel rêya dîplomatîk me amadekarî di asta her hemleyeke serbazî ya Rûsyayê da kiriye. Biden li nav çavê Putin temaşe kir û jêre got, ew tiştên ku di 2014an da em amade nebûn bikin, niha em tam amade ne bikin.”
Ian Brzezinski, lu Alîkarê Berê yê Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bo Karûbarên NATO jî, dibêje, “Divê em zêdetir ji gotûbêj û axaftinê bikin. Divê NATO di pratîkê da tiştekî bike, pêwîst e welatên NATOyê hêzê bibin rojhilatê Ukrayna û eniyên beramber Rûsyayê bihêz bikin.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî dibêje, “Peywendiya telefonê ya navbera herdû serokan bûyereke girîng e. Em vekirî behsa Ukraynayê dikin û xuya ye ku Ukrayna tenê guhê xwe dide Amerîkayê, em gelekî ji hez û xwestekên wî welatî û bêzarkirinên ser sînorên xwe nîgeran in.”
Civîn bi razîbûna herdu aliyan li ser berdewambûna karên tîmên hevbeş bi dawî bû ligel, wêya herdû alî gehiştin wê baweriyê ku di egera derketina şerê Ukraynayê da, ti aliyek biser nakeve.