Ev demeke dirêj e, ez di nav kilam û stranên dengbêjan da dijim.
Ger berê xwe didim deşt û zozanên Serhedê û li şopa Evdalê Zeynê digerim.
Ger derbasî Rewanê dibim û li deng û awazên ku sînor nasnedikirin û li seranserê Kurdistanê belav dibûn, guhdarî dikim.
Bi kilam û stranan ra dikevim nav xewn xeyalan, diçim dema zarokatîya xwe…
Kî ya jî kê gotibû, niha nayê bîra min.
„Her Kurdê ku di zarokatîya xwe da li radyoya Rewanê guhdarî kiribe, çirokeke wî yê ji xwe ra vebibêje he ye…“
Ev gotin û tespîteke rast e.
Lêbelê ne tenê yek, li ser guhdarîkirina her kilam û stranek, çîrokeka ku mirov ji xwe ra vebibêje, he ye.
Ez bi xwe kîngê li kilam û stranek guhdarî bikim, diçim cîhê ku cara yekem min li wê kilam ya jî stranê guhdarî kirîye û di nav jîyana xwe ya wê demê da xwe dibinîm.
Loma dibêjim, ev demeke ji sîyaseta kurd a şêlû û ji kul û keserên jîyanê yên rojane dûr, di nav kilam û stranan da dijim û di nav deşt û zozanan da digerim, ew deşt û zozanên ku bi derê biharê ra, bi gul û sosinên rengîn va dixemilin…
Bi danê esrê ra derdikevim ser banê xanî, guhê xwe didim ber kulekê û li dengên ji Rewanê olan dida, guhdarî dikim, bi danê êvarê ra jî berê xwe didim oda mêran û di kuncikekê tarî da li Dengbêj Zilkoyê Çawirmê guhdarî dikim…
Zilkoyê Çawirmê zavayê gundê me bû. Çend mehan da carê dihat gund û evaran jî li oda kalikê min da dibû mêvan. Civata ku her evaran li wir kom dibû, bi hatina Zilko ra bêtir çoş û geş dibû.
Ode ya ku zarokên gund nikarîbûn di ber derê wê ra derbas bibin, derîyê wê ji bo min heta dawîyê vekirîbû. Jiber ku ez zarokek ji zarokên malê bûm. Hêdîka di derî ra derbasî hundur dibûm, diçûm li kuncikek tarî da rûdiniştim û li kilamê dengbêjan û li çîrokên çîrokvanan guhdarî dikirim.
Evara ku di odê da dengbêjek ya jî çîrokvanek rûnenişta û kilam û çîrokek nehata gotin, ji dûr va dibûm temaşevanên kişikvanan û lîstika kişikan hîndibûm…
Mixabin bi pêşveçûna teknolojîyê, çerxa pişavtinê jî bi hêz bû. Loma îro di gundan da jî ne odeyên mêran man, ne jî ji wan odeyan dengê dengbêj û çîrokvanan derdikeve û bilind dibe…
Lê dengê radyoya Rewanê jî, deng û awazên ji odeyên mêran derdiketin û li seranserê gund olan didan jî, wenda nebûn.
Bes ku bîranînek mirov a bi coş û geş hebe û bixwaze xwe careke din, di nav wê bîranînê da bibîne. Ew deng û awazên nemir, di bêrîka herkesî da ne û qasî pêlîkirina bişkokekê nêzikî mirovan e…
Lê ew kesên ku bi sîyaseta rojane ra mijûl in, ne ji vê tahmê hayîdar in, ne jî ew kesên ku vê tahmê digrin, fahm dikin.
Loma ji wan hinek heval û hogir, bi gilî û gazinan rexne li min digrin û dibêjin, „ji bo ku ji sîyasetê dûr bikevî û tiştekî nenivîsî, xwe di nav kilam û stranan da vedişêrî…“
Sîyaseta ku bi her xalên xwe va li rasta bazarê û li ber çavan…
Ne hewceye mirov li ser bifikire û bi hûrgulî binirxîne.
Bes ku mirov çavên xwe veke û guhê xwe bide axaftina serok û rêvebiran, kirin û kiryarên wan jî gotin û daxwazên wan jî bi çavê serê xwe dibîne û bi guhên xwe jî dibihîse.
Sîyaseteke yekreng û bê aheng…
Weke mînak:
Mirov berê xwe bide parçeyê mezin û li bakûrê welat binêre, HDPê dibîne ku di hilbijartina herî dawîyê da dengê şeş mîlyon kurdan wergitîye. Mixabin serokê wê yên kevn û nû jî xwe û partîya xwe bi tirkayetîyê va tarîf dikin û dibêjin, „HDP Tirkiye ye, Tirkiye jî HDP e. Pirsgirêka Kurd jî pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkîyê ye…“
Li alî başûrê welat vegere, dibîne ku kurd li ser axa xwe, bi parlamento û rêvebirîya xwe ya herêmî va xwedî nîv-dewlet in. Mixabin Serokê Herêma Kurdistanê di civînên navdewletî da jî pirsgirêka kurd wek pirsek navxweyî tarif dike û dibêje; “Pirsgirêka Kurd pirseke navxweyî ya Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê ye. Divê her welat di nav sînorên xwe da li ser çareseriya pirsgirêkê bifikire û gor xwe jê ra rêyek bibîne…“
Ji başûr derbasî rojavayê welat bibe, li wir jî rewş ji rewşa bakûr û başûr cûda nîne. Kurdên rojava jî dubendi ne. Alîyek serê bendê xwe bi Enqerê va girêdaye, alîyê din jî xwe ber bi Şamê va dikişîne.
Rojhilat di bin zilm û zordarîya melayên rûreş da maye û bêdeng e. Sîyaset di çi rewşê da ye, kî çi dixwaze û çi dike, haya kurdên ji derveyê wir jî jê nîne.
Ji bilî van, dibêjin hin kes û karên ku ji bo çar parçeyan jî carcaran qala serxwebûn û dewletbûnê dikin, hene.
Lê ew kî ne û li kû dijîn, ne kurd ne jî dostên kurdan ji hebûna wan hayîdar in.
Loma ez jî dikarim bi hêsanî bibêjim:
Ger serokê di zîndanê da radizê û serokê li ser textê nîv-dewletê rûniştîye jî, partî û rêvebirên li serxet û li binxetê jî di gotin û daxwazên xwe da wekhev bifikirin û di kirin û kiryarên xwe da jî neyarê hev bin…
Mirovê ku rabe, li sîyaset û rewşa wan binêre û gotinek bike, ya dîne ya jî li dînan digere…
24.11.2021