Şaneya Emnî ya Iraqê di daxuyaniyeke bilez da ragihand, ku di nîvêşeva da hewla terorkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hatiye dayîn. Di daxuyanîyê da tê diyarkirin, ku hewldana terorkirinê biserneketiye, Kazimî silamet e û ji hewla terorê rizgar bûye.
Di daxûyanîya Şaneya Emnî da, hewla terorkirina Serokwezîr bi droneke bombekirî hatîye kirin.
Serokwezîrê Iraqê Kazmî jî di derbarê vê hewla terorkirinê da li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kirîye û wiha dibêje; „Ez jibo Iraq û gelê Iraqê berê jî û niha jî pirojeya canfedayî bûm. Mûşekên xiyanetê dilgiraniyê nade bawermendan. Mûyek jî ji rijdbûn û îsrara hêzên me yên qehreman nahejîne. Ez baş im û hemd ji Xwedê ra, di nav gelê xwe da me, ji bo xatirê Iraqê ez bang li her kesî dikim ku aram bin û xwe kontrol bikin.“
Piştî bûyerê rewşa Bexdayê aloz e û hêzên ewlehiyê derketine cadeyan û dengê çekan bi giranî tê bihîstin.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî êrişa li ser mala Kazimî şermezar kir.
Barzanî di derbarê êrişa bi dronan li ser mala Serokwezêr Iraqê Mistefa Kazimî hatîye kirin da daxuyaniyek belav kir.
Barzanî di daxûynîya xwe da êrişê wek êrişeke terorîstî binav dike û wiha dibêje; “Divê rêz li serwerî û seqamgiriya Iraqê bê girtin û bi hewla hemû aliyan va rê li ber dûbarebûna kiryarên terorîstî yên bi vî rengî bê girtin.”