Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di gotarek xwe da bang li hemû hêzên çepgir û sosyalîst dike ku ji bo berî hilbijartin û piştî hilbijartinê ji nuha da bên ba hev.
Gotar bi sernivîsa “Bê Hêvî Jiyan Nabe” ye û di malpera Diken a Tirkî da hatîye weşandin.
Demirtaş di gotara xwe da dibêje: “Bêguman ya baştir, hûn hevalên li derve dikarin bifikirin û bikin. Ya min tenê pêşniyar e, jîmnastîka fikir e. Bawer im, dê HDP jî di nav xebatên wiha de cîh bigre û bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide.
Erkên girîng û dîrokî dikevin ser milê partî û tevgerên çepgir. Eger piştî AKPê dê li Tirkiyê bingehê demokrasiyê bê danîn, bêyî çep û dengê kedê bingehê rejîma nû nayê danîn. Hem di pêvajoya danîna bingehê demokrasiyê da û hem jî bo bilindkirina têkoşîna kedê amadekariyên ji niha ve bên kirin gelekî girîng in.”
Demirtaş di dûmahîka gotara xwe da ji bo gava yekemîn jî wiha dibêje:
“Bêyî ferq û cudahiya partî, tevger û kesan hemû hêzên çep û sosyalîst, dikarin di konferansekê da bên ba hev û hem heta hilbijartinê ka dikarin çi xebateke hevbeş bikin û di hilbijartinê da helwêsteke hevbeş a çawa werdigirin nîqaş bikin. Divê hêzên çepgir û sosyalîst, hem piştî hilbijartinan di avakirina demokrasiyê de rola xwe bilîzin û hem jî di serdema nû da çawa dikarin têkoşîna kedê bikin pêşeng, nîqaş û zelal bikin û bi belgeyeke helwêsta hevbeş, nexşe-rêyekê derkevin pêşberî kedkaran.
Bêyî liberçavgirtina berjewendiyên şexsî û hizbî divê blokeke çep a bihêz bê avakirin. Ev bloka çep, dikare li nav hemû partiyên demokratîk belav bibe. Pêwîst nake hemû kes di nav partiyekê de kom bibin û bibin yek. Divê bi rêbazên guncaw, hewl bê dayîn çepgir bibin hevbeşê desthilatê. Divê armanc ew be, ku kadroyên kedkar, çepgir û jêhatî di nav brokrasî û parlamentoyê da cîh bigrin.”