Pisstî hevdîtina Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, berdevka Koşka Spî Jen Psaki dîyar kir, ku erkê hêzên Amerîkayê li Iraqê tê guhertin lê hevbeşiya navbera herdu dewletan bidawî nabe
Jen Psaki, di derbarê diyaloga dawî ya stratejîka navbera Amerîka û Iraqê da, daxûyanîyek da û got; „Amerîka dê hevbeşî û pêwendiyên xwe yên bihêz li gel Iraqê berdewam dike. Tenê dixwazim bibêjim ya herî girîng ew e ku ev guhertineke di erkê me da, wateya erkê me li Iraqê tê guhertin. Ez hurgiliyên kirdarî eşkere nakim. Lê yekem pêngav di erkê me da guhertine. Dawî li şerkirênê tê anîn, rola şerkirinê bi dawî dibe. Em li Iraqê ber bi rolekî va diçin ku ew jî zêdetir perwerde, rawêjkarî û alîkarîkirine. Serkirdayên Iraqî dixwazin vê guhertinê li ser erdê bibînin. Ev gava nû nayê wateya bidawîbûna hevbeşiya navbera me. Em pêgeha xwe li Iraqê dihêlin, lê bo mebesteke din, bêguman ev jî bi hevahengiya ligel serkirdayetiya Iraqê, bi awayekî bikaribin di şerê DAIŞê û rûbirûbûna gefên metirsîdar da ku ji aliyê Îranê ve tên, sûdê bigihînin.“
Gera çarem a danûstandinên stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê da roja 23ê Tîrmehê destpê kiribû û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serokatiya şandên herdu aliyan dikirin.