Yaîr Netanyahu li ser twitterê bersiva Erdoxan da û got; “Dawî li dagirkirina Kurdistan û Qibrisê bînin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Mescîd-î Aksa, li hesabê xwe yê twitterê daxûyanîyek da. Erdogan di daxûyanîya xw da Îsraîlê wek dewleteke terorîst binav kir. Rojek dûra jî Erdogan bi rêya telefonê bi serokwezîrê Filistînê Mehmud Ebbas û serokê Hamasê Îsmaîl Heniye ra hevdîtinek pêk anî.
Piştî axaftina telefonê Hamasê nêzikî 100 roket avêt aliyê Îsraîlê û piraniya wan roketan ji aliyê sistema berevaniya Îsraîlê va hat têkbirin.
Li ser vê yekê Yaîr Netanyahu jî li ser hesbê xwe yê twitterê peyamek nivîsîye û di nivîsa xwe bang li Erdogan dike û dibêje; “Dawî li dagirkirina Kurdistan û Qibrisê bînin.”