Îro li cîhanê li nav gelek welat û li herêma şer û pevҫûn ҫê dibin. Bi rastî wek şerên li herêma rojhilata navîn ҫê dibin, di cîhanê da şer û pevҫûnê wek qirêj pir kêmin.
Ji ber ku bi sed salane li rojhilata navîn şer dewam dike. Taybetîya şerên li rojhilata navîn pir qirêj û bê hiqûqî ne. Mirov dikare bêje, destê hemû welatên cîhanê di nav van şerê qirêj û bê hiqûqîda hene.
Terorîsten îslamîstên ji seranserî dewletên cîhanê, li rojhilata navîn bi cîh dibin. Heger ku alîkarîya dewletên emperyal û hevparê wan nebin, ҫûҫik nikarin li ser ezmanê rojhilata navîn bifirin.
Wek mînak, ҫeteyên bi navê El-Kaîde û ÎŞÎD û bi dehan ҫeteyên îslamîst, ji ali îstixbaratê dewletan va tên bikaranîn. Gelek mînak henin ku, ew kes û ҫeteyên îslamîst bi destê dewletên cîhanê tên parastin.
Ji wan dewletan Tirkîyê, îran, Sûrye û Iraq ji ber doza Kurda rasterast alîkarî û piştgiriya ҫeteyên îslamîst dikin.
Piranîya dewletan jî, ji bo berjewendiyen aborî dibin alîkar û hevparê dewletê li herema rojhilata navîn.
Ji ber ku Rojhilata navîn, di derbarî petrolê da wek dile dinyayê ye. Li ser erdê û bin erdê rojhilata navîn gaz û pêtrol heye û herêmek pir dewlemende. Ya rastî ewe ku Neteweyên Yekbûyî dema bixwaze, dikare pêşî li şer û pevҫûnan bigire. Lê dewletên emperyal û hevparên wan jî li rojhilata navîn, ji bo berjewendiye xwe yên abori aşitîyê naxwazin. Wer tê xuyakirin, ji bo berjewendîyê xwe, qet dewletek naxwaze şer bisekine.
Dewletên emperyal û pêşketî ji bo berjewendîyê xwe yên neteweyî dixebitin. Ew dewletên emperyal jî ji bo berjewendîyê xwe kîjan milet û dewletî baş bibinin, dikin hevparê xwe yên stratejik.
Ji ber wî jî îro di deste Kurda da firsendê zêrîn hene. Ҫavê hemû cîhanê li ser kar û tevgera kurda ye. Kurd jî êdî dost û hevparê xwe gerek baş hilbijêrînin.
Kurdistan sed sal berê bi navê peymana Sykes-Picot hat perҫekirin. Ew dewletên wî qerara bêyom girtibûn. Îro bi dostanî bi Kurdara tevdigerin. Wekî din Amerîka bi her avayî piştgirîya kurda dike. Ne jî wek dema bi navê CENTO yê paktê bê oxir hene. Di sala 1975an bi navê peymana Cezayîrê, bi destê welatên di nav CENTOyê da komkujîya Kurdan kirin.
Îro ne ew Pakt he ye, ne Kurd, Kurdên wî demê, ne jî dem dema dewletên hevkarê NATOyê û dewletên pakta Varşovayê û yekîtîya Sovyetê ye. Biratî û dostanîya dewletan ji bo berjewendîyê wan in û dewlet jî stratejîk tevdigerin.
Heta roja îro ҫi zilm û zordarî hebû ji alîyê dewletên dagirker li ser miletê kurd pêkanîn.
Îro dewletên emperyal, ABD û dewletên bi navê koalîsyonê, ji bo berjewendîyên xwe, dixwazin bibin hevparê Kurdan. Ji bo azadbûna Kurdan hevparîyê dikin û wan diparêzin. Kurd jî ji bo berjewendîyê xwe û ji bok ku bibin xwedî dewlet, gerek stratejik tevbigerin û bibin hevparê ABD û dewletên koalîsyonê.
Dema Kurd, bi ҫar dewletên dagirker ra bi dostanî bi bawerî hevkarîyê bikin, wî deme pêşeroja Kurdan wê dîsa bikeve xeterê. Helbet bi welatê cîran û herêmê ra têkilî, bazirganî û dîplomasî û xebat gerek hebin. Êw jî nayê wî wateyê, îro bi wan ra bibin hevkar û dostên stratejîk.
Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrye, heta roja îro ҫi xirabî hebûn anîn serê miletê Kurd. Ew dewlet û miletên dagirker, qet wextekî ji Kurda hez nekirin. Ne doh ne jî îro hez dikin. Ev ҫar dewlet heta ji deste wan were, ew nehêlin Kurd bibin xwedî dewlet.
Herdem eşkere dibêjin, em tu car firsetê nadin welatê me perҫe bibe. Qesta wan û perҫekirinê jî ji wan qetandina Kurdan e. Bi fêlbazî doza biratîya dîn û wekhevîyê dikin.
Mixabin, Kurd bi wan gotinê rêveber û dewletin dagirker, hêjî tên xapandin. An jî ji bo berjewendîyê xwe yên şexsî miletê kurd dixapînin. Carcaran ji gotin û daxwazên partî û rêveberên Kurdan, mirov ecêpmayî dimîne.
Dewletên dagirker ҫiqas terör û zilmê li ser Kurdan zêde dikin, Kurd jî bi israr ew qas xwe nêzikî wan dikin.
Wek du mînak, li Kerkûkê roj bi roj zilm û zordarî ҫiqas zêde dibe, partî û rêvebên Başûr behsa welatek hevpar û yekitîya Iraqê dikin.
Li Efrînê û li Serêkanîyê jî zilm û zordarîya bêhesab dibe, rêveber û partîyên Kurdên Rojava jî ew qas doza biratî û yekitîya Sûryê dikin.
Îro hemû dewletên emperyal piştgirîya Kurdan dikin, lê Kurd hêjî dixwazin bi dagirkeran ra hevkarîyê bikin. Kîngê Kurd ji dîroka xwe ders bigrin û ji piştgirî û hevkarîya dewletên dagirker dest berdin, wê gavê dikarin bibin xwedî dewlet. Heger bi kirin û siyaseta îro ku bi dagirkeran ra dimeşînin, roj were ew dewletên emperyal û koalîsyonê zerarê bidin berjewendîyê Kurdan.
Ji ber xeletî û kêmasîyê rêveber û partîyên Kurdan, miletê Kurd zerarek pir mezin dibinin û bêҫare dibin..
15.03.2021