Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê ya bi serpireştiya NY hatibû avakirin, piştî d salekê şûnda îro li Cenevê dicive.
Şanderê Netewên Yekbûyî, Geir Pedersen di derbarê xebata komîteyê da wiha dibêje; “Hemû ev mijar bi yek carî ji aliyê Sûriyan va bi tenê nayê bicihkirin, pêwîstiya vê bi alîkariya navdewletî heye. Tiştê min gotiye ew e, ku pêwîstiya me bi danûstandina rasteqîne ya aliyan heye, ku ji bo pêşxistina proseyê nerînên xwe alûgor bikin. Herwiha eger hebûna xwesteka siyasî nebe, êdî gelekî zehmet e prose ber bi pêş ve here.”
Amerîka û welatên rojavayî, hikûmeta Sûriyê û Beşar Esed bi wê yekê tometbar dikin, ku li pêşiya proseyê astengiyan çê dikin. Ew dîyar dikin ku Esed dixwaze proseya nivîsandina destûrê heta piştî hilbijartinên serokatiya Sûriyê paş bixe.
Komîteya amadekirin û nivîsandina Destûra Sûriyê ji 150 kesan pêk tê û sê pêkhateyên sereke di komîteyê da beşdar in. Ew jî hikûmeta Sûriyê, aliyên opozisyonê û civaka sivîl in.
Her sê pêkhateyên beşdar di komîteya destûrê da bi 50 endaman tên temsîlkirin.
Rêveberiya Xweser an jî Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di civînên nivîsandina Destûra Sûriyê da amade nîne û ti nûnerên wan di civînan da cîh nagrin.
Di nava partiyên Rojavayê Kurdistanê da tenê Encûmena Niştimaniya Kurd (ENKS) bi du nûneran va beşdarî Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê dibe.