
Li bajarê Qamişlo bi beşdariya hejmarekê ji weşanxeyên 3 parçeyên Kurdistanê, Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê pêşangeha pirtûkan tê vekirin.
Li Rojavayê Kurdistanê, aloziya rewşa siyasî, ewlehî û aborî li ber kar û çalakiyên rewşenbîrî nebûye rêgir. Loma bi pêşangehan pirtûkan vedibin û tê de pirtûkên bi Zimanê Kurdî yan jî bi zimanên biyanî, têne nîşandan.
Di pêşangehê ya li bajarê Qmişli ya Rojavayê Kurdistanê da 39 weşanxane beşdar in, ku weşanxaneyên ji hinek welatên Erebî yên weke Sûriye, Misir, Lubnan û Iraqê jî tê de beşdar dibin.
Derdora 120 hezar pirtûkan ji aliyê Rêveberiya Pêşangehê va hatine pejirandin û di pêşangehê da tên nîşandan.
Li pêşangehê hemû tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê hatine wergirtin û tîmên tendirustiyê jî çavdêriya rênimayên tendirustî li nava pêşangehê dikin.
Pêşangeh 6 rojan berdewam dibe û rojane du danan, danekê ji demjimêr 09:00 serê sibê heta 13:00ê nîvro û danekê ji demjimêr 17:00 êvarê heta 21:00 şevê deriyên wê vekirî dibin.
Pêşangeh ji sala 2016an va tê vekirin û Desteya Rewşenbîrî û Hunerê serperiştiya wê dike.
Îsal 30 milyon Lîreyên Sûrî weke budce ji bo wê pêşangehê hatine terxankirin.
Pirtûk bi zimanên Kurdî, Erebî, Fransî, Înglîzî Siryanî, Ermenî û Spanî li pêşangehê têne nîşandan.