Aktorê Amerîkî yê bi nav deng, George Clooney di derbarê kuştina George Floyd da daxuyanîyek da. Clooney di daxûyanîya xwe da radigihîne, nijadperestî nexweşiyek e û 400 sal e dermanek jê re nehatiye dîtin.
Cloony dibêje, „çend caran me kuştina kesên çermreş dîtiye ku ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Xwepêşandanên bi sedema vê yekê çêbûne kengî dê bi dawî werin, ez nizanim. Lê ez hêvî dikim, ku di wan xwepêşandanan da keske din neyê kuştin.“
George Clooney daxwaz kir, ku “guhertineke sîstematîk” li Amerîkayê di cîbicîkirina qanûnê û dadweriya tawanê û serkirdatiya siyasî de dike. Clooney di gotarekê de ku wek bertek li hember kuştina George Floyd ji aliyê polîsekî wilayeta Minneapolis jibo malpera Daily Beast nivîsiye, ev helwesta xwe aşkere kiriye.
George Clooney dîyar dike, ku pêwîst e ji bo rûbirûbûna “pandemiya nejadperestiyê” rêkarên bilez li Amerîkayê bêne cîbicîkirin.
Clooney di daxûyanîya xwe da bang li xelkê Amerîkayê dike û dibêje; „di hilbijartinên bihê yên serokartiyê da, Donald Trump ji kar dûr bixin.“
Ji bilî George Clooney ji hunermendên Amerîkayê û cîhanê hejmarek zêde jî nerazîbûne xwe li hemebr nejadperestiyê nîşan didin.