
Pêşewa Qazî Mihemed di 22.01.1946an da, li Mehabadê li meydana Ҫarҫira, Komara Kurdistanê ragihand.
Di roja 30ê Adarê 1947an, Pêşawa Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komara Kurdistanê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî, li meydana Ҫarҫira ya Mehabadê hatin dardakirin.
Di sedsala 20 û 21da, wek şehîdên serxwebûna Kurdistanê, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî, Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Elîşêr, Îhsan Nurî Paşa, Seyît Riza, Melle Mistefa Barzanî, Cîbranlî Xalit Beg, Yusuf Zîya Beg û bi hezaran şehîd di nav dîroka gelê Kurd da cîhê xwe girtin.
Dîroka Kurdîstanê, ji alî şehîdên qehreman va jî dîrokekî bi nav û deng e. Ji bo dewleteke serbixwe, ji bo Kurdistaneke azad, li qada şer, li dijî neyaran, li dijberî neyarê bav û kalan, heta îro bi sed hezaran Kurd şehîd bûn.
Ji bo xatirê şehîdên Kurdistanê û ji bo Kurdistanek azad, her Kurdek, ha li Bakûr û li Başûr, ha li Rojava û li Rojhilat, li çar parçeyên Kurdistanê, çi li ser milê wan dikeve gerek bi rêk û pêk bi cîh bînin.
Şehîd di nav milletê Kurd da, herdem birûmet û bêhampa nin.
Kesên ku ji bo Serxwebûna Kurdistanê şehit bûne, di nezera Gelê Kurd da herdem xwedî payekî herî bilind in.
Li ser şehîdên behempa û rêberê wek Pêşewa Qazî Mihemed, ne hewceye mirov gotinên dirêj bêje û binivîsine.
Ji ber ku Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed di wesîyetnameya xweda, ji bo miletê Kurd her tiştî gotîye.
Ez jî dixwezim wesîyetnama Pêşewa Qazî, bi Xwendewanên navkurdê ra parvebikim.
Li gor hin çavkanîyan ev wesîyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatîye bidestxistin.
Wesîyeta li gelê Kurd
„Bismillah Rehmanê Rehîm,
Netewa min ya ku mafên wê hatiye xwarin, kur û xûşk û birayên min yên hêja! Ez dixwazin di gavên dawî yên jiyana xwe de ji we re çend tiştan binivîsim. Dijminatiya hev nekin, heval û hogirê hev bin, pişta hev bigirin û li hember dijminên zordar mêrxasane rawestin. Xwe vala-vala nefiroşin dijmin. Dijmin, heta pêwîstiya wî bi we hebe we qebûl dike ji ber wê jî ti carî rehmê bi we nake. Ti firsendekî ji dest nade ji bona serkutkirina we. Dijminên gelê kurd gelek in û zordar in, hêza wan heye û zalim in,şîfreya serkeftina we di yekitiyê de ye. Eger netewek nebe yek dê her dem bindest be. Ti tiştekî kurdan ji netewên din kêmtir nîne. Kurd di warê mêrxasî û mêrantiyê de gelekî ji wan netewên ku bi awayekî serbixwe dijîn, mezintir in. Ew gelên ku serkeftin bi dest xistine, mîna we bûn destpêkê.
Şîreta min bo we ew e ku bihêlin zarokên we bixwînin ji ber ku şîfreya serkeftin û gihîştinê di perwerdê de ye. Bila kurd ji gelên din paşde nemînin. Nabe hûn bi kuştina min û birayên min bitirsin ji ber ku hêşta gelek kesên din divê di vê rêyê de bibin qurbanî heta em bigihên armanca xwe.
Kurdistan mala hemû kurdan e. Divê her kurdek, li gorî hêz û şiyana xwe tiştekî bike bo vî welatî û nabe li ser yên din jî bike minnet. Eger we dît kesek karekî dizane bihêlin bila bike, li pêşiya wan astengiyan dernexin. Eger berpirstiya min mezin nebûya niha ez ne li ber dara îdamê bûm. Ez ji ber vê yekê minnetê li ser we nakim. Wek çawa Seidî (helbestvanê navdar yê Îranî) dibêje, qesta me şîret e êdî hûn dizanin.“
Xizmetkarê gel û millet Qazî Mihemed.
Şehîd Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, di dadgehê da neteweya kurd û Kurdistanê bi cesaret parastin.
Serxwebûn û Komara Kurdistanê parastin û bûn dîroka gelê Kurd.
Mafê neteweya Kurd û ala Kurdistanê bi eşkere û bi zanayî parastin.
Ji bo bibîranîna salvegera şehîdbûna Pêşewa Qazî Mihemed û hemû Şehîdên Kurdistanê dibêjim, şehidên me rûmeta gelê me ne, şehîdên Kurdistanê nayên ji bîr kirin.
30.03.2020